Wekî ku tê zanîn û di destpêka her sala perwerdehiyê de, di raya giştî de tê nîqaşkirin, li hember serdestiya zimanê tirkî û qedexeya li ser zimanê kurdî, hin çalakî têne kirin.
Azadiya zimanê kurdî, pirsgirêka sereke ya bingehîn e ji sedemên kêşeya kurd e. Helbet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û her wiha bidestxistina vî mafî her cure rêya têkoşînê rewa ye, hêja ye û xwediyê wateyeke xwe ye. Lê di pêvajoya têkoşînê de, hin tişt divê neyên dubarekirin. Ji dubarekirinê wêdetir, divê di her gavê de, nûjeniyek hebe û her nûjenî asta têkoşîn û asta bidestxistinê berzetir bike. Na û na, dê rewş her sal wekî sala berîtir an jê xerabtir be.
Di vê kêliya ku dê dibistan dest bi karê perwerdehiyê ya salane bikin de, dîsa wekî ku ev çend sal in biryar tê dayin, dê di hefteya yekem a perwedehiyê de, dibistan bêne boykotkirin. Helbet di cara yekem û belkî salek du salên li dû wê jî, ev yek xwediyê wateyeke mezin û rêbazeke rast bû. Lê êdî ji bilî ku hefteya yekem ji hêla demê ve ne guncav e, ev rêbaz gaveke pir li paş e û tu bidestxistinê pêk nayîne. Di cara yekem de mebest ew bû ku bala raya giştî bikêşe ser rewş û kirûya pişavtina zimanê kurdî. Û bawer dikim ku ev cure çalakî gihîşt armanca xwe. Êdî divê mebest hin xalên bidestxistinê bin ku di vê rê de gav bi gav mirov nêzîkî merheleya dawî be.
Wekî mînak jî çend caran, li dibistanên dewletê yên tirkî , masteraya dersdayîna kurdî bi awayekî kiryarî hat dayin, ev kirin li defterên dewletê yên fermî bi nivîs û zimanê kurdî hat nivîsandin. Ez bawer dikim ligel balkişandina raya giştî, ji hêla hişmendiya girseya kurd jî ev yek watedar bû. Bi hin rêbazên cur bi cur mirov dikare vê çalakiyê bi pêş de bibe. Mirov dikare hejmara çalakî û di her çalkiyê de jî hejmara waneyên zimanê kurdî zêde bike. Wisa ku heta bi derfet û hêza têkoşînê ve girêdayî, bi awayekî kiryarî, rewa û bihêz, perwerdehî xwerû bi kurdî pêk were. Helbet ev bi rewş û hêza têkoşîna gel û asta bidestxistinên ji desthilatdarên dagirker ve girêdayî ye.
Li vê derê ji bilî neguncavbûna dema çalakiyê (mebest, hefteya yekem e) hin raçav û ezmûn jî dipeyitînin ku êdî dev ji vê cure çalakiyê bê berdan û li hin rêbazên dî bigerin.
Jixwe wekî ku berê jî gelek caran hatiye gotin û li vir dîsa em bibêjin, hefteya yekem li gorî derûniya xwendekaran ne guncav e. Xwendekar bi meraqdarî li hêviya vebûna dibistanê ne, bi lez û bez diçin dibistanê. Xwendekarên pola yekem bi çi awayî be, divê hefteya yekem li dibistanê bin.
Ji girseya welatparêz ên ku xwediyê hişmendiya girîngiya zimanê dê ne û di warê bişavtinê de zîz in, piranî hêlên xwende û halxweş in ku piraniya van kesan jî zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ku ev çalakî jî di dibistanên taybet de qet pêk nayê. Hinek îstîsnayên mîna S.Demirtaş ne tê de, piraniya şaredar û wekîlên tevgera kurd zarokên xwe dişînin dibistanên taybet.
Ev cure çalakî li hin cihên lokal serketî ye; wekî Gever, Cizîra Botan, Culemerg û hwd. Li bajarên tirkan, li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Êlih, Riha û hwd. di hin taxên lokal de, bi hejmareke hindik pêk tê.
Ligel gelek rexne û pêşniyariyên xwe yên ku li gelek cihan me anî ziman, mixabin, îsal dîsa ev cure çalakî mixabin dê tu bandoreke watedar pêk neyîne. Jixwe ku ji ber rewşa şerê ku li gelek deverên Kurdistanê bi hemû tîna xwe didome, vebûna dibistanan jî biguman e.
Ji dêvla ku em ê bibêjin hefteya yekem neçin dibistanê, me karîba bigota em ê hefteya yekem an du sê rojên destpêkê û her wiha hin rojên dî yên taybet jî, em ê bi kurdî dersê bidin, gelo ne çêtir bû? Piştî îlankirina daxwaz û vîna rêvebiriya xweser, a ku divê bê kirin pêkanîna daxwaza perwerdehiya bi kurdî ye ku dê zû bi zû bi destê desthilatdaran neyê dayin lê tenê bi riya vîneke bihêz û têkoşîneke birik û bênavber pêkan e.


