logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Aloziya nivîsandinê

  • Dîrok: 03/10/2016
Çi wext ku roj bi ser hev de diqulibin û dema lêkirina nivîsa ji bo quncikê ‘Siya Pênûsê’ yê di malpera Diyarname de tê da ku xwe û wê şanî xwîneran bikim, di wan kêliyên nivîsandinê de ta bi min digire, ‘ez ê vê carê çi binivîsim’!? 
Ya rast, ev erdnîgariya ez û nivîs jê peyda bûyî, di her demên dîrokê de û roj îroj jî, bi rûxandinên xwe, bi aloziyên xwe, bi şer, kuştin, talan, destdirêjî, trajediyên xwe ve, ji aliyê mijarên nivîsê ve bi adan e(!) 
Mixabin… di vê sala 2016’an a ku em helkeftin û guherînên di sed sala 19’an ên di Şerê Cîhanê yê 1’emîn û 2’yemîn de hatî jiyîn, îro, ta bi ta dubare dijîn de,  te dî, bûyerek li ser bûyerekê, rojevek li pey rojevekê tê û mijara ku te ji xwe re diyar kirî û pêde çûyî, hê ku te xwe negihandiye binê rûpelê qewimîneke nû rû da û ew nivîsa te pûş kuta.
Diyar e, roj û demên hê dijwar û bi zehmet li ber me ne!
Û dibêjî, de hadê pênûsê heyranê hibra te, de yeka din; hê ku nebûye kaya li binderê, hê ku bayên serserî ew jî nedaye ber xwe, nebiriye wêranan…
Alikî me rojava ye, şer e, alikî me rojhilat e, şer e, sêdarekirin e, alikî me başûr e, şer e qeyrana aborî ye, gotegotên serxwebûnê ne, alikî me bakur e, şer e, dest ji kar kişandin û ji kar avêtina karmendan, şarederiyên ji destê kurdan hatî stendin…  çendîn ku ew her yek mijarên nûsînê bin jî, te dî, hê nivîs negiha binî vaye agahiya girtina televzîyonên kurdî jî hat…  
Û alikî mijarên DAIŞ e, rewşa Sûrê ye, û lihevketina birayên misilman ‘Fetocû û Akpciyan’ jî heye û li aliyê din, vejandina siyaseta îttîhat û terakkî ya ku li ser hîmê tirkkirina vê axê, ya ku ji xwe re kiriye distûr...
Yanê babetên nivîsandinê pir in; lê giş trajedî, giş êş, giş kuştin, giş talan û tecawîz…
Carinan meriv hest pê tîne, dibê qey difetisim. Hedana meriv bijî, hêvîdar be nîn e, mixabin. 

Ger ku van tiştan binivîsî dibînî ku rojeva te ew diyar dikin, ku bêjî dev ji wan berde, wan bi ewkê xwe nehesibîne û wêjeyê binivîse, lê mixabin li vê xakê û vê gavê hukmê wêjeyê nîn e.  

Yanê nabe! Li ber kompîtur radibî, di hundirê odeyê de piyase dikî, dihizirî, ‘çi binivîsim’ da ku kêfa edîtorê Diyarnameyê ya Cemîl Oguz were û pêre jî nivîs xwe bi xwîner bide xwendin. 
Dibêjî, qe nebe çend ‘tik’ên feysî û twîttr î zêde bistîne û karibe bi nivîskarên din ên malperê re qayîşê bikşîne.
Lê belê, çi dikî jî nabe! dinivîsî jê dibî, dinivîsî jê dibî û li dawiyê ew hevok dimîne; ‘ya em di serdemek şaş de hatine dinê yan jî li erdnîgariyeke kambax’.
Û hê min bejna vê hevokê dipîva, xebera hat ku Rênas Jiyan jî hatiye desteser kirin!
Min xwe bi xwe re go, Welato di vir de biqedîne, hê ku kambaxiyek din jî rû nedaye. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Populerîtiya kurdî a sanal!

  • 06 Rezber 2020

Popîlerîte di rastiya xwe de hewleke xwe heyîkirinê ye. Ew ajoyek e di her mirovî/ê de pir hendik heye; û mafê her kesî ye bixwaze navê xwe were bihîstin, an...

Hêza wêjeyê û nasname

  • 14 Rezber 2013

Civaka kurd a ku di van sî salên dawiyê de, ha ha bi hev de xiliya û dageriya bajaran, bi awayekî ne jidil, bi rêbazeke zorane, ji neçarî û ji bêgaviyê ji...

Pêşeroja Xwendinê û Ew Keçika Bi Xizêm

  • 23 Berfanbar 2013

Ez li ser kursiyekî ew li ser kursiyekî din, wekî gelek kesan em li parkê rûniştine. Ne ew min nas dike ne jî ez wê dinasim. Li ser erdnîgariya kelehekê parkek...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî

ad

Ji bo mafên jinan bû Qasida Niyetbaş a NY'Yê

ad

Xelk wisa dike: Piştî 105 salan xwedî li gora xwe derketin

ad

Di festîvala Amedê de Konferansa Ehmedê Xanî

ad

Serokê Juriyê yê Cannesê diyar bû

ad

Orhan Pamuk: Fatim Terim ultra-neteweperest e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname