logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Rahmê û Evdiyê Milhem

  • Dîrok: 12/02/2015
Îskan paşayê ku soza Rahmê dabû Evdiyê Milhem û bi pêlewaniya wî dijminên xwe yek bi yek têk biribûn, li ser cila neheqiyê rûdine soza xwe dixwe û radibe Rahma çeleng dide ‘mêrê kotî’ Osman begê Rihalî.
Piştî salan Evdiyê Êzdî ku dibîse Rahm miriye bi piyê Derwêş û Sadûnê kur re digre diçe li goristana Rihayê li ser tirba Rahmê fetiheyeke Mihemedî dixwîne.

Ku me her kesî ji çîroka Derwêş û Edûlê hez kiribe jî, lê Brahîmê Mistê ji çîroka Rahma misilman û Evdiyê Êzdî hez kiribû: digot; qodên çîroka Derwêş û Edûlê di ya Evdî û Rahmê de nixumandî ne.
Brahîmê Mistê ku di dilê xwe de ‘Rahmeke nav qedexe sînor dagir kirî hez kiribû’, di ber wê hezê de yên ku li ser doşega Rahmê rûniştî radibin ji berdêla qelenê heza Rahmê 22 sal ciza didin Brahîmo.
Brahîmê ciwan, hê simbêlan xwêdan negirtî di ber evîna Rahmê de, kurt û kurmancî 20 sal heps dipê û ku li paş deriyên hesinî dertê êdî por spî, temen gihandiye pêncî.
Ne hûn bi tragediya vê destana me ya neteweyî dizanin! kurê Îskan paşa Brahîm paşayê Milî jî bi soza Edûlê heman dek û lîstik neanîn serê Derwêş kurê Evdî?
Kurd hêj jî wisa ne! gotine ‘ji şîrî heya pîrî’
Got: Piştî 20 salên hepsê min bi xebatê dehek salên din jî li pey evîna Rahmê xerc kirin, lê rojekê, li cem sermayedarekî ku wextekê ji xatirê îhaleyên dewletê nediwêrî yan nedixwest silavê bide, ku min bi nanezikê dest bi şixul kir, hêngê ez pê hesiyam ‘ku Rahma min miriye’.
Dibe, ji we hin bi çîroka Jesse Owensê reşik jî dizanin!
Owensê ku di olimpiyadekê de li ser hev sê caran di çimavêtinê de dijberên xwe derbas dike, lê hekemê ku ji alî Hîtler ve hatî temîkirin ala di destê xwe de radike û ji Owens re dibêje, na nebû, te heram xwar-huzî kirin!
Owensê ku ji hekem re serî naçemîne û nabêje ‘ehlen we sehlen’ desmala bi xwêdan a di stûyê xwe de gavekê bi şûn ve datîne pişt cizxiyê bi şûn ve vedikşe tê li ber desmalê xwe hil dike, carek din him dijberên xwe têk dibe, him hekem û him jî Hîtler û hîleyên wî…
Hîtlerê li trîbûnê rûniştî dibîne ku Owens bi hêza xwe fêlên wî jî, nijada arî-germen jî bi bin xwe xistin, radibe qûna xwe dadiweşîne lêdixe diçe…
Pêşiyan gotiye ‘hinek dikin hinek dixwin’ û yên ku ‘bi gur re dixwin bi xwedî re şînê digerînin’ ku ketibin dorê û bibêjin, aha vaye dora me jî hat û ku bûne û hê wê pir bibin çîna rêveber a civaka kolonyal jî,  ku hinekan kiribe tûr û hinekan jî ku pê hûr nepixandibe jî, lê Brahîmê Mistê yê ku di 12 Rezberê di zindanê de jî serî li ber zilmê danenî û bû yekem û tekane kesê ku şimaqên Medî li serçavên Qerebelayê Enver paşayê Arnavûtî xistî, digot: li ser xwîna enfaliyan ku sîxûr û cahşên Saddam ên jin bêderpê li başûr bûn xwedan post-kursî û pirpirik, pêşmergeyê qehreman ê ku bi mûçeyeke biçûk hatî malnîşînkirin an sînoran diparêze dê li Şingalê nereve wê di ber Kurdistana kê de xwe bide kuştin?  
Yekî ku ker bi dev gur xistî gotiye ‘ dizanim a kerî min ji gur re namîne, lê çi bikim ku ez bê ker mam’ 
Got, şora me li vir: hin dibêjin; Brahîmo piştî ew qas salên hepsê tu çima di binê xênî de rûdinî!? 
Ji wan re dengê xwe dernaxim û tiştekî nabêjim, bes dilê xwe de dibêjim ‘piştî ku pê hesiyam Rahma min miriye’! êdî diçim ber Îskan paşayên Milî de careke din xwe di zindanê de dirizînim..!
Brahîmê çira vemirî-ji ber ku bîst salên hepsê dev jê rawirt, ku nebû û wê nebe xwedan Derwêş û Sadûnan, Rahm û Edûlan, keser kûr dikşand û dipirsî; ka bêjin kevirno-dîwarno, êdî biçim li ber kîjan sînorî-gorîçeyê bêjim a Rahmê ye û li çongan bidim?

Hin Nivîsen Nivîskar

Bindestî kompleks hegomaniya(!)

  • 15 Sermawez 2020

Bi awayekî beloq û nezan xwe nîşandayînên hegomanîk ên bi kompleks ku ji kaniya  bindestiya me avê vedixin, hin kurd wê li dijî hin kurdên din bikar...

Kurdekê got: te wergeranda tirkî min ê jî bixwenda!

  • 17 Gulan 2014

Hirmetê got: te wergerenada tirkî min ê jî bixwenda! Eger ev hevoka bi zimangerî, ku biçûya guhê yekî/ê biyanî dê bigota ew a kurd dixwaze berhemeke bi...

Bi hêza şîrovekirinê!

  • 29 Tebax 2021

Gotine: “Pirs bi pirs meriv diçe mala Xwedê” Nizam hin çûne yan na, lê em dizanin ne bi pirsan kilîta deriyê zanistên tibî û çêkirina...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema 'Festîvala Fîman a Kurt û Kurmancî' hat dirêjkirin

ad

‘Rê’ bê Kurdistan nabe

ad

Ji Rûken Yilmaz konserek nû

ad

Ji bo Amedsporê kluba Sakaryasporê tevlihev bû

ad

20’emîn Xelatên Huseyin Çelebî hatin dayîn

ad

Heyeta ÎHD Û FÎDH li ser sînorê Rojava ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname