logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Kurdekê got: te wergeranda tirkî min ê jî bixwenda!

  • Dîrok: 17/05/2014
Hirmetê got: te wergerenada tirkî min ê jî bixwenda! 
Eger ev hevoka bi zimangerî, ku biçûya guhê yekî/ê biyanî dê bigota ew a kurd dixwaze berhemeke bi îngilîzî an bi fransî bixwîne, lê ji ber şert û mercên heyî nikare bixwîne, loma dibêje ‘qet nebûya ku bi tirkî binivîsanda yan wergeranda tirkî min ê jî dê karibûya bixwenda û xwe ji xwendina wê berhema hêja bêpar nehişta’.
Xwezî wisa bûye, lê ne wisa bû; xanima rindik a ji jeneresiyona kurd a nû (bi têra xwe ji xwe razî) bi têra xwe welatperwer, kurd hez! diya Jiyan û Berxwedanî! bi tirkiya xwe ya ûtîkirî ji ez ê kurd re got: ‘Te bi tirkî binivîsanda yan wergeranda tirkî min ê jî bixwenda’!!!
Li gorî tirkiya wê ya ûtîkirî û şûtik, qey kurdiya min libasê bi pîne û qermiçî bû!? 
‘Te wergeranda tirkî min ê jî bixwenda’…
Gotine; nokê ji lewleyiyê re gotiye ‘çawa yî pismam’ lewlewiyê gotiye ‘de bi wê here gundî’
Rast e, eger min bi tirkî binivîsanda yan metna xwe wergeranda tirkî te yê bixwenda, lêêê…
Lê diya min ez wekî kurdekî anîm cîhanê. Diya min! ew bi xwe jî kurd bû. Dizanim gunehê wê tune! Eger bibûya, ku bi ser biketina, qir bikirina, di qurmik de ku jê bikirina ew ziman, belkî...! 
Û xanimê lê zêde kir, ‘xwînerên kurdî kêm in, hezar heb, giş hatiye kirîn û xwendin dê çi li te zêde bike’?
Qey ji bo hin kurdan, di nav sînorên welatekî (!) de bi hev re jiyana kurd û tirkan! tê wê wateyê ku dê zimanê wê bi hev re jînê, zimanê kurdan jî dê (tirkî) be…?
Nizanim, belkî jî hin wisa xeyal dikin!?    
Lê, heke ji bo nivîskarekî/ê û zimanekî, ku netewa xwe xwînerên xwe bin, bibore xanim, wî hezarî nadim bi deh hezaran. Ji wan hezar heban ku jê çend sedek li bazara kesad 
ji yên ku ji pênûsa min welidîne re dibişirin, nebêje dewlemendiya min! her yek jê çilkek zêr e. Û wan nadim bi deh hezarên ku tu dibêjî!
Nexwe netewa min hezar kes e! Bila be, her giya li ser koka xwe şîn tê, geş dibe, mîna nefelê xwe li her derê dişidîne, hindik hindik pir dibe.  
Û bersiva pirsa te wergeranda tirkî min ê jî bixwenda! Tevî ku alîgir im; divê berhemên kurdî li her zimanî bêne wergerandin û wêjeya kurdî xwe li sînorên her miletî biqelibîne jî, lê tirkî na! Nemaze jî bi destê kurdan wergerandina berhemeke kurdî ji bo zimanê tirkî, dibêjim na!  
Û sedema ‘Na’ya xwe jî bêjim; gelo pirtûkeke kurdî ku li zimanê tirkî hatiye wergerandin, li Yozgatê, Denîzliyê, Konyayê, Sêwazê û Keyseriyê pir tê firotin an li Amedê!?  Yan jî bi gotineke din, yên ku pirtûka kurdî ku li tirkî hatiye wergerandin dixwînin, jê çend kurd in çend tirk in!? Nexwe, ji bo kê û çima tê wergerandin? 
Rast e, eger min bi tirkî binivîsanda yan metna xwe wergeranda tirkî te yê jî bixwenda;
Qey hirmetê dixwest bêje, ku bi tirkî nehatibe mohrkirin (nenivîsandibe) nivîskariya kurdî ji nivîskariyê nayê hesibandin? 
Pirs jî ev e, hal jî ev hal e! nizanim, bi kurdî nivîsandina min guneh e yan wekî kurdekê bi kurdî neaxivîn, nexwendina wê hirmetê!? 

  

Hin Nivîsen Nivîskar

Tu xwînerê berhemêyî yan ê nivîskêr î?

  • 15 Adar 2014

Peyva ewilîn a ku li ber pênûsa nivîskêr dadirije ser kaxizê, pê re pê re goşt digre dibe hevok û bi bervî çîrokê ve wekî bejna...

Hev(ne)peyvînek

  • 16 Rêbendan 2022

Helbestkar û romanûsê gewre min xwendeyeke pirtûkên wêjeya Îrlandî me. Heya niha ez gelek pirtûkên wêjeya me xwendime û vê dawiyê bi...

Sindoqa destxetan

  • 07 Sermawez 2021

Beriya zemanan beriya nivîsê peyv hebû; peyvên di bîra mirov de diman nediçûn jibîr, bo goşeyên dîwarê civakan qehîm bibe dihatin...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ger Che were Kurdistanê!

ad

BDP îro komê ava dike

ad

Li ser sînorê Başûr û Rojava konserek mezin çêdibe

ad

Salonê sînema heta adar nêbenê a

ad

DYA, yan Rusya; Li fezayê pêşî dê kîjan welat fîlm bikişîne?

ad

Helbestvan Azer Şiwêş: Helbest li ba min razeke ku ew raz bi dawî nabe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname