Ev bû 6 meh, hewl didim ku her meh nivîsekê yan du nivîsan, ku bi mijarên wêjeyî naveroka wan dihûnînim ji malpera Diyarnameyê re dişînim. Ew camêr (rêveberiya Diyarnameyê) jî rê didin nivîsên min da ku xwînerên malperê pûkê pê bînin, nivîsên min bixwînin.
Ji zarê dil spasiyekê pêşkêşî Diyarnameyê û xwînerên malperê yên ku xatirekî didin nivîsên min dikim.
Çend roj beriya vê ez û edîtorê Diyarnameyê Cemîl Oguz bi qasî emrê cixareyekê bi hev re peyivîn. Ew neçar ez ji wî neçartir, ku çend kontûrên me yên din hebûna, bêguman me yê axaftina li ser xeta telefonê bi têra ristina teşiyekê bihûnanda, lê mala kontûran bişewite...
Ku pêşiyan negotibe jî, ez jî vê li gotinên wan zêde dikim “ku stewr nemîne, di bin her çiçikî (ganekî) de golikekî dide mêjandin”. Mixabin, ku ji destpêkê ve çêleka kurdînûsan stewr e. Ji lew, li ser sifreya wan nayê dîtin û tehmkirin mastê wekî textî meyayî û tasek dewê kef kefî...
Biborin heyran! Ez di derdê neçariya xwe-me de ketim min kekê Cemîl li hêla din a xeta telefonê bîra kir. Piştî pirsîna hal û xatirê hev rêzdar Cemîl got, jê û pê ve em dixwazin quncikekî bidin te û tu êdî wekî nivîskarekî Diyarnameyê bi rêk û pêk ji Diyarnameyê re binivîsî. Min negot na û min pêşniyaz û daxwaza wî ji bo nivîskarî û helbestkariya xwe û ji bo xatirê kurmancî û pênûsê neda erdê.
Di serî de spasiya rêzdar Cemîl û ya rêveberiya Diyarnameyê dikim, ku qîmetek dan nivîsên min û li quncikekî pencereyek ji nivîsên min re vekirin da pênûsa min ji wir re, ji xwîner re pozê xwe xiştik bike.
Ji adetê ye, her nivîskarê ku di rojname yan di malperekê de dest bi nivîskariyê dike di nivîsa xwe ya yekem de, di derbarê xwe, nivîs û nivîskariya xwe de xwendevanê xwe agahdar dike û hwd. A min jî, divêm bila ev nivîs di vê çarçoveyê de were xwendin.
Û pirs ev e, ez ê çi binivîsim!?.
Di netew- civakên normal, xwedî dewlet, dezgeh, sazî û rêxistinî de êdî ew pirs nayê pirsîn. Ji ber ku wan civakan-neteweyan xwe beş bi beş rêxistin-organîze kirine, herkes di beş û pîşeya xwe de bi karê xwe ve radibe.
“Her dewlet-netew-civak organîzasyoneke bi gewdebûyî ye. Gewdebûna dewletê-netewê-civakê bi organîzasyona avakirina binesaziyên wê pêk tê-pêk hatiye”. Ango, pîşe bi pîşe, beş bi beş dabeşkirina civakê, karbeşiya ferdên civakê-neteweyê organîzasyona civak û neteweke modern û bi gewdebûyî ye. Netew û civak bes dikarin bi binesaziyên xwe ve xwe temam bikin. Wekî; yê/ya spor hez bi fotbolê û bi beşên din ên sporê re, huner hez bi hunerê re, wêjekar bi wêjeyê re, şarevan bi bajarvaniyê re, civaknas bi sosyolojiyê re, cotkar bi çandiniyê re, hîndekar bi perwerdehiyê re, siyasetmedar bi siyasetê re û hwd. Yanê herkes karê xwe dike, bi karê xwe re radibe. Bi ya min, di serdema îroyîn de nîşan û delîlên xwe ji nû ve avakirina civakeke hemdem-modern, bi awayekî demokratîk, bi dîsîplînî, beş bi beş xwe orgazînekirina wê ye.
Mixabin, welat û civaka min a bindest ji vê civaksaziyê, organîzasyonê bêpar e. Ji lew, herkes bi her karî re radibe. Rewşek kambax e, mixabin em ketine rewşa “ne iş olursa yaparim abê” (çi kar hebe ezê bikim kekê) ye. Li welat û civaka min a ku siyaset karê herî popîler û dahatê ye, mixabin herkes siyasetmedar e û siyasetmedar ê bi her tiştî zana ye! Binêrin! Bi navê çand û hunerê mîhrîcan têne lidarxistin lê bêyî yek-du konseran naveroka hemû bernameyên wê fêstîvalê ji siyasetmedaran re têne veqetandin û hemû qisekerên bernameyên mîhrîcanên çand û hunerê siyasetmedar in, siyaset e!? Yan jî binêrin bernameya fêstîvala ‘berxbir’ê! û hwd.
Diyar e, siyaset û siyasetmedar derfeta derketona holê, xwe raxistina ber çavên gel nadin beş û kesên din ên binesaziyên civakê.
Ango, di hewla ku tê xwestin civaka kurd bîne ser hîmên civakbûnê de, siyaset û siyasetmedar naxwazin rol parve bikin!.
Lê civak jî hînî vê rewşê bûye. Ji lew, “ji rewşa hewayê bigrin heya hebûn û nebûna cinetê, ji ziman û mezinahiya çanda kurdî bigrin heya bernegirtina zeviyên nîskan, ji rewşa tîma fûtbolê ya DÎSKÎ sporê bigrin heya çêkirina xwarinê, ji dîroka Kurdistanê heya Sûmeran û heta çûyîne fezayê” civak hemû pirsên xwe raberî siyasetmedar dike û siyasetmedarê ku ji beşên din ên civakê mijar û bersiv dizîne jî, li ser erk-cila her mijar û beşê rûdine û wekî maqûlan, yê/ya li hemberî xwe dibersivîne. Yanê erk û rola her binesaziya civakê li siyaset û siyasetmedaran hatiye fesilandin, an wan ew xwe li xwe fesilandiye.
Dizanim, di rewşa îroyîn de, ku kurd di nav şertên dijwar de hewl didin nefeseke jiyanî bikşînin cegerên xwe, bêguman ku siyaset û siyasetmedar pêşengê civakê ne. Lê belê, bi ya min, ez divêm pêdivî pê heye, ku ew civak wekî civakên din bi binesaziyên xwe ve, xwe temam bike. Û ev yek jî, bêguman ku dê xwe bi katogorîzekirina-karbêşiya ferdên civakê pêk were.
“Erê, “siyaset hewla dîzyankirina civakê ye, lê belê, meşa bi lingekî seqetî ye, kulekî ye” Ango, eger ku herkes beş bi beş, pîşe bi pîşe karê xwe bike, bi wê karbêşiyê re dê civak avabûna xwe pêk bîne. Eger ku civakê avabûna xwe temam kiribe, ew tê wê wateyê ku herkesî karê xwe aniye cih- tîne cih...
Ji lew, di vî quncikî de wekî helbestkar û nivîskarekî ez ê ne her tiştî, ez ê bes rojeva xwe binivîsim. Ango ez ê di derbarê wêjeyê de û cihê cihê mijarên wêjeyî binivîsim. Bêguman, dem tê hin mijar û bûyer (ku kurdistan zeviya bûyeran e û pir bi ber e) diqewimin ku mirov nikare xwe jê re hiskut (ker û gêj) bike, lê ne her carê û ne her tim...
Bi vê vegotina hinekî dirêj, ez dibêjim qey bersiva ‘ez ê çi binivîsim’ eyan bû.
Di vî quncikê bi navê ‘Siya Pênûsê’ de ez ê çi nekim û çi nenivîsim!?. Ez ê şîret, pesn û alîgiriyê nekim û nenivîsim.
Bi zarê dil, bi rêzdariya ji edeba nivîsê û bi sincê nivîskariyê...carek din ‘min bi xêr dî’


