Biyanî ji odeya lê dima derket ber bi rawestgehê ve meşiya ku bi basê biçûya ofîsa wergerê. Dema gihîşt rawestgehê dît jineke navsare li ser kursiyê rawestgehê rûniştiye wekî bi cinan ketibe bi çavên beloqbûyî vir de wê de dinêre alîkî de jî rahiştiye porê xwe dikişkişîne geh jî rûyê xwe dirûçikîne… Biyanî şaş mabû; dît jinik ne rehet e diyar e bi tayê ketiye yan nexweşiyek wê ya dîtir heye! Texsiyek da rawestandin bi milê jinikê girt, ew li texsiyê siwar kir û ji şofêr re got, “Ji kerema xwe re bajo Hospîtalê.” Li cihê pêşdîtinê ya nexweşan bijîşk çawa bi ser jinika nexweş de nihêrî ji berdesta xwe re got, “Lez ke lez ke hema gazî pispor Sir Ferdînand bike”. Sir Ferdînand hat çi dema li rûyê jinika nexweş nihêrî ji alîkara xwe re got, “Zû ke WF a nexweşxaneyê li telefona xanimê tomar bike.” Alîkarê wî WF li telefona xanimê tomar kir dema dî şewla kesk vêket da destê jinikê, jinikê wekî zaroka xwe ya windabûyî dîtibe gûn pê ve hat hema bi lez û bez bi bişkokên telefonê de ket… Alîkar bişirî, got, “Sir Ferdînand nexweş bi xwe ve tê, WF jê re wekî seromê hat ji vêga ve bi dehan belavkirinên kesan lik û fav kirin aniha jî dest bi nivîsandina şîroveyan kir…”
Biyanî şaş mabû. Got, “Çawa yanê, gelo qirîza jinikê ji ber nebûna înternetê bû qey?”
Sir Ferdînand bi serê xwe got, “Erê, qey te ji çi dizanibû?” Lê Sir Ferdînand jî ji Biyanî şaş mabû, çawa dibû li vê cîhana sanal kesekî bi …kolîkê nedizanî hebû!
Sir Ferdînand bi milê Biyanî girt bir ofîsa xwe, li ser kursî da rûniştandin, bi xwe jî çû li kursiyê xwe rûnişt; got, “Bi rastî tu bi nexweşiya …kolîk a jinik pê ketî nizanî?”
- Biyanî, na ezbenî.
- Tu ji kîjan welatî yî?
- Biyanî, ez ji Kurdistana pêncemîn im ezbenî!
Sir Ferdînand kompîturê xwe vekir, dosyeyek vebû, tabloya kesên bi nexweşiya …kolîkê ketî nîşanî Biyanî dv.
Sir Ferdînand li rûyê Biyanî dinêre dibêje, “Tu dibînî, ew çend kes …kolîk in. Tev ji Cezayîrê ne.”
Biyanî; “Belê ezbenî.”
Sir Ferdînand, “Kesê pêşî dibînî zirtebejiyekî ji Cezayîra jorîn e. Wextekê alîgirê partiya sosyalîst a qaşo rizgariya Cezayîrê bûye ku niha veguheriye partiya tirtêdenemayî û qermiçiyên hevrê yên hev germijandin û nermijandinê. Hêngê dema dîtiye qûna mirîşkê ne ya hekên qazê ye (wekî serokê xwe yê nekarî du şevan li çiyayên Cezayîrê bimîne; sêsed şervanên ku eşîran jê re berhev kirî di şikeftê de hiştibû bi dizî reviyabû Ewropayê) vî jî wekî wî di roja teng a cezayîriyan de rev revî berê xwe daye Portakîzê. Lê ji ber bin destê fransiyan re derbas bûye ku fransiyan destdirêjiyeke çawa lê kirine kes nizane; wisa pê xweş hatiye ku ziman û rihê fransiyan bi xwe re biriye Portekîzê, hînî zarokên xwe jî kiriye; dibêjî qey ne li Portekîzê lê di klozeta fransiyan de dijî; ‘êvarî çi xwarine çi vexwarine, bi her rojeva fransiyan dizane’! Wisa ku bi salan e li Portekîzê dijî lê bo a-sosyal e kesî nediye derbarê Portekîzê de ziman, çand û jiyana wan de tiştek gotiye yan bi kesekî Portekîzî re dostaniyek daniye; sibê heya êvarê bi xeyalê bêked zengîn bibe li ber deriyê borsayê venaqete lê ku êvarê tê mal cih li qûna xwe ya bi gû xweş dike, dibêjî qey qewadê dêlik li eniya şerê rizgariya Cezayîrê hatiye; wekî papaxanan derbarê fransa û cezayîriyan de nokên bêxwê dixwe, tirên şor dike û xwe dide jimartina lik û favên beredayiyên ku Xwedê ew bo mistana ewkên teresan xuliqandine-foksiyona pirsyariyê nedaye wan...
- Kesê duyem megaloman û narsîstekî ji Cezayîra jêrîn e; kes nizane zaroketiyeke çawa derbas kiriye ku kesayeteke nexweşê eleqeyê û polemîkan pê re çêbûye! Bo tola zaroketiya xwe hilîne û eleqeya çend tik û likan gotiye min roman nivîsiye, gotiye nexweş ketime, gotiye doz li min vekirine (helbet giş bo çend tik lik e) gotiye vejeteryan im lê masiyên jê re hatine îkram kirin tevî hestiyan ve xwariye, gotiye dostê garsonên reşik im lê bo jê re xizmetekî bêqusûr bikin garsonên reşik ên Cezayîrî tazîl kirine; wekî gotin a xwe be bêjêderk gotinên maqûl ên xelkê parve dike heke lik tik û favên baş girtin radike piştî çend rojan dîsa heman tiştî wekî nû be parve dike û kê ew gotin gotiye li binî nanivîse, lê dema kêm lik tik û favan digire hê kesî nediye hema radike ku îmajê xwe xirab nebe; yên wî nas dikin wî wekî “gulderxûna qûnê” bi nav dikin, lê yên bi wî nizanin, nizanin ku çend meh beriya vê çi bû ku îro çawa xwe wekî Cezayîrperwer rayî derdora xama ya Cezayîrê dide! Kalepîrekî hêja yê Fransî ku dostê cezayîriyan heye salê çend caran rebenoyî bi Cezayîrperweriyê dixapînin dibin herêmeke Cezayîrê ya bi hilberîna xiyarên xwe navdar pê parsê dikin. Tînin ji wan pereyên parsê yên bin navê ‘xebatek bo Cezayîrê’ hatine berhevkirin xerclixan dixin berîka xwe û diçin li cafeyên Monacoyê dixwin, vedixwin û li ser xilasiya Cezayîrê gevezetiyê dikin.
- Ev koma ji çend kesan pêk tê serbifis û qulefisên Cezayîra ortê ne. Li cihekî bi navê lîtaretûrê digihîjin hev; jê ew a wek pîrebokê xuya metindizek e, li Cezayîrê kanî nemane pêde neriye, divê demildest li sanatoryumekê bê dermankirin. Çar-pêncên jê mêr serbifisên ji pîrebokê ditirsin in, ew çend keçejin jî yên xwe xwendeyên herî baş ên wêjeya Cezayîrê ya bi şelafiyê, li rûyê hev kenînê û bi çetetiyê hatiye lewitandin dihesibînin in; newêrin ji tirsa hev behsa tiştekî baş bikin an biecibînin; bi hev re sond xwarine ku ên din nebînîn, bes ji hev re xweş bikin…
- Ev ê ehmeq û netemam ji kêleka Cezayîrê ye. Di ber destê xamayê pêncî salî yê sanalê re derbas bûye. Timî wî teqlîd dike; şêxê wî ku bal li kê be kê lik û fav bike ew jî di rêça wî de ye; dinivîse ku tik û fav girt dihêle ku negirt hema radike. Şêxê wî yê wexta wekî anarşîst taxilmîş dibû, ku hê nebûbû Cezayîrperwer ji mirîdên xwe re pesnê lobîdoya qûna xwe dida ji xelkê poz didize ehmeqo jî ji wî didize…
- Ev a navê hunermend li xwe kirî ji biniya Cezayîrê ye. Hemî hunera wê li hemberî tolaz, zirt û teresan bi zaaf bûne; Xwedê ew bo lik û favkirina tolaz û zirt û teresan daye; parvekirinên bavê xwe lik û fav nake lê pêncê sibehê be jî radibe parvekirinên zirt û tolazan lik û fav dike. Puxteya kesayeta wê zaafên wê ne, zaafên wê wê bi rê ve dibin. Ji ber zaafên xwe çendîn kes firotine! çendîn nedirustî û qeleşî bi kesên bawerî pê anîne kiriye!..
- Biyanî, ezbenî gelo kes ji wan re nabêje; “erê erê, em dizanin çend mû bi ewka we ve ne”!
- Sir Ferdînand, na kes wê yekê nabêje. Çiku ew kesên hêza pirsyarkirinê pê re heyî nakin şopînerê xwe; ziravê wan diqete yek li ber çavên her kesî bêje; “ma ew ê ewk ne tu bûyî…”! Loma ji rastbêjan nefret dikin. Dema şopîneran hildibijêrin krîtera wan ew e; pêşî ji derekê re çêran dikin paşê pesnên heman derê didin, eger şopîner her du rewş jî lik û fav kirin dibêjin ev temam e, tiştekî ji ev şopîner bê tirsîn tune; pirsan neke, nabîne; çi didî ber wê lik û fav dike...
Biyanî: “Ezbenî ev kî ne?
Sir Ferdînand; “Dev ji wan berde, hûn kurd dibêjin cerdevanên asîmîlasyonê! Van jî ji fransiyan re sond xwariye û gotiye, bi mûçeyekê û etîketa mamoste wêjezan nivîskar civaknas zanyarê siyasetê muzîkjen şêwekar rojnameger û lêkolîneriyê di cezayîriyan de kutina singê zimanê fransî ji me…
Biyanî, “Lê ew ên bêpirsyarkirinê lik û fav dikin?...”
Sir Ferdînand, “Ew jî marîfeta telefonên biaqil e. Ew xanima te anî yek ji wan mîlyar kesên ku aqilê xwe rojane bi telefonên biaqil şarj dikin e. Bo wê ew êdî wekî mêjû çêkirî (yapay zekali) ji aliyê telefonên ji wan biaqiltir ve tên birêvebirin. Loma foksiyona pirsyarkirinê bi wan re tune; qedera wan çepikvanî ye û ev ên di tabloyê de min nîşanî te dane jî çend mînakên ku bi nexweşiyên wekî Photolurkîng, Enfornografî, Fomo, Nomofobî, Fobo û Selfîtîs û …kolîkê ketin e.
Biyanî, “Ezbenî hûn li gorî çi teşhîsa nexweşiyê dikin?”
Sir Ferdînand, “Em jiyana wan a rasteqîn û ya sanal û bi sedan parvekirinên wan didin ber hev; heta carinan hewceyî bi zanîna jiyana wan a rastî nabe, di parvekirinên xwe de jî xwe didin dest…; tew behsa peyamdank û DM’yan nakim...
Binêre pênc roj beriya vê gotiye sîxûrên fransayê ne îro jî şîna wan girandiye!
Zanist, merivên nexweş li gorî kesayeta nelihev-kişilik bozuklugu, derûniya aloz-pîsîkolojî bozuklugu, liv û tevgerên ne asayî-davraniş bozuklugu’yê wan ji hev vediqetîne! Lê em ne li pey wan nexweşan in, em li pey tê derxistina qerekterê xirab-karekter bozuklugu’yê ne…
Biyanî, “Ezbenî dewsa hûn bi pênasên zanistî-tibbî bêjin Photolurkîng, Enfornografî, Fomo, Nomofobî, Fobo û Selfîtîs û …kolîkê, çima hûn dibêjin ‘megaloman, qewad, kesayeta bi zaaf, netemam, ehmaq, serbifis, pîrebok û hwd.?
Sir Ferdînand, “Ji ber Cezayîrî ji termolojiya zanist û tibbî hez nakin. Lê dema bi zimanê wan navê nexweşiyê dibêjî kêfa wan tê; ji zimanê sade, tê fêmkirin hez dikin. Wekî hûn kurd dibêjin ‘eyarê bênamûsan tune’.
Bi min hûn şaş in! Çiku gotina ‘bênamûs’ eyarekî destnîşan dike; bênamûsî jî eyarek e! Ya rast divê bê gotin, ‘eyarê bêqerekteran tune’!
Mesela ew kesê bi navê Rê… Al…jîn wextekê dabû paş pereyên dildarên zimanê erebî ku li hemberî zimanê fransî têdikoşiyan! Vega dibînî di twîta xwe de behsa exlaq dike…
- Sir Ferdînand şîroveya te ji vî tabloyî re çi ye ezbenî?
Sir Ferdînand: “Hin kes hene bi rastiya xwe re lihevkirin wan eciz dike, loma xwe ne wekî xwe nîşandan û wisa jiyîn bi wan cazîb tê. Balam ev yek ne pirsgirêka me ye ya cezayîriyan e! Çiku aqilekî bi hêz, ew …kolîk wekî rol modelên bi ‘etîket’ bi erka giyayê malbatiran berdane nava Cezayîrê da tiştê li ber fransiyan mayî jî ew biqelînin...
Bawer ke, bo balê bikşînin bi manîpîlasyonê sextekariyên wisa dikin, eger ku nizanibim di rastiyê de çi kes in, ku nizanibim bi maske ne ez jî dikarim jê bawer bikim…
Yanê gotina durû êdî bêhukm e, ji van ‘hin’ di asta pir rûyî bûnê de xwedî performans in!
- Çare çi ye ezbenî?
Sir Ferdînand, “Çare? Nizam çîrok e yan gotegot, dibêjin; “rojek ji wan rojên kelekela havînê du erebên Sêrtê yên mêr û jina hev diçin avgermê ber siyek hênik. Pir diçin hendik diçin di rê de rastî kurdekî qolincên kera xwe digire tên. Rûyê xwe lê ba didin jê derbas dibin, lê ku hinek din diçin jinik bi hûf û kûf dibêje Imê qolincên min hatin. Mêrik dibêje çi bikim? Jinik dibêje, ‘ew ê kurd hebû ha…’! Dibêm belkî çareya van …kolîkan ew kurdê qolincgir e...
- Sir Ferdînand, te gotibû ez ji Kurdistana sanal im?
- Biyanî, naxêr ezbenî, ez ji Kurdistana pêncemîn im.
- Ezbenî hûn biçin Cezayîrê klînîkekê vekin hûn berîka xwe tije bikin!
- Na ez naçim çiku hemû rût in! Lê bo vekirina klînîkan hê zû ye em niha nexweşan destnîşan dikin eger ew dem hat ku plana fransiyan bi ser ket fransî wê bi xwe biçin li wir klînîkan vekin…
- Di nav tabloyê de kes ji welatê te tunebû, diyar e pêşeroja netewa te ronak e…
- Şikur…


