logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Sindoqa destxetan

  • Dîrok: 07/11/2021
Beriya zemanan beriya nivîsê peyv hebû; peyvên di bîra mirov de diman nediçûn jibîr, bo goşeyên dîwarê civakan qehîm bibe dihatin bilêvkirin…
Û paşê paşê nivîs hate kifşkirin, bi kifşkirina nivîsê re navgînên nivîsê; kevir û mîx, çêrm, xîz û çovikê pîj, kaxiz û hibr û qamiş û perik…  Çiku navgînek nebe nivîs jî nabe; çendîn bêjin pêşî li ser çêrm û xîzê nivîs hatiye nivîsandin jî lê kevir dibêje na, ez beriya çêrm û xîzê hebûm, bûbûm dep û kevalê bi hezaran salan ji nivîsê re mazûbantî kirî… 
Erê pêşî bîrek hebû, bîreke ku bo neyê bîrkirin gotinê di nava xwe de diparêze...
Paşê nivîs û navgînên wê, kevir, çêrm, xîz û, û kaxiz û yên din, û vega jî bişkokên klavye û telefonê…
Hê beriya nivîs nebe hilberîneke endûstriel destxet (wate nivîsar) hebûn û piştî nivîs bû rêyeke derbirînê; bo hoste û şagirtan, bo profosyonel û amatoran bi xêzkirin û reşkirinê kaxêz bû destxet; ji wan destxetan bîranîn hatin nivîsandin; çarîn, rojane, çîrok, têbîniyên gerokiyê, peyman, peyam û name; şahidiya dîrokê, peyama yezdan ji bawermend re, gefxwarina keyserekî ji yekî din re û hwd. lê hatin kirin. Wextekê sindoqên qesran û perestgehan bi destxetan tije bûn û helbet ji serdemekê ve sindoqên xanedanan jî… 
Li neteweyên xwedî hiş, sazûmanî û bext-dewlet, arşîvên wan tije destxet in…
Piştî şoreşa sanayiyê ku bi rêya perwerdekirinê nivîs li nava cîhanê, her neteweyê û civakê belav bû ji her çînê bi her zimanî, ji zanayan û pisporan heta zarên belengaz û xîzanan têkîliyek bi nivîsê re-bi zimanê duyem ê derbirînê re çêbû. Ji hêngê ve sindoqê di nava xwe de bi rehla bûkekê re, bi cil û bergên bo rojên taybet re, bi xişir û zêr re û bi çekê re destxet jî hilanîne…
Hê nû nû ji sedsalên borî destxetên veşartî yan ên wenda tên dîtin û wekî pirtûk di refan de pir bi derengî jî be cihê xwe digirin. Û hê jî wê bên dîtin, em ê hay bi gelek tiştan bibin; bi gelek zanyariyan û navên bîrçûyî yan nehatî zanîn û nasîn…
Wekî gelek kesên beriya xwe û nifşê xwe, min jî li ser parçeyek kaxiz ceribînên xwe lê kirin; bi ser şixulîna reşkirina pêşî re rûyê rebena kaxizê bi derbên pozê pênûsê re vediguherî erdekî cobir di nav de geriyayî; bo xwendina tiştê li ser pisporiyek diviya; peyvek ser hatî reşkirin, xêzek bi ber roj ve yek bi berjêr ve, hevokek li ser ya pêşî hatî nivîsandin, bi kişandina tîrekê bi çend rêzikan dûr nîşankirina hevokeke din û hwd…
Zemanekî pir li wir rûniştim; hemû helbestên dosyeyekê yek bi yek min li ser adîsyona çayxaneyekê reş kiribûn; yên berî telefona bi foksiyon min li quncekî danîne ser hev; her lênûskek bi rengekî bi formatekê; carinan li pelên rû li çilmisînê vedigerim ristên kêliya pêşî hatine nivîsîn û halê dema çûye çapê didim ber hev; wisa ku rojekê yek lê hûr bibe qasî rê nebe ser rastiya ristê guherîne... destê min naçê biçirînim bavêjim an bidim ber êr bişewtînim…
Wekî berê ku sindoqên qehweyî yên ji dara gûzê nemabin jî, bawerim mala her helbestkar, çîroknûs, romanûs, lêkolîner û berhevkarî û mala gelek mirovên xwe li rojaneyan ceribandine name lê kirin sindoqa destxetan e; babet û ast çi dibe bila bibe arşîvek gencîneyek di wan de heye; meriv carinan xweziya xwe tîne, xwezî muzeyeke me hebûya yan mezatek ku hişekî me yê bi xwedî pere xwe lê bigirta!... Yan rojekê pêşengehek bi wan were sazkirin, di nav wan destxetan de em ê rastî bîr, hiş, xeyal, fantazî, berhem û cîhaneke çawa ya ku bi nivîsê hatiye neqişandin bên?!...  Lê niha hemû kes an pir kes di telefonên pir bi foksiyonî de dinivîsin; heçî ji yekî mîna min ku destnivîsa xwe xaromaro ye re hêsan tê; li ber destan e derfeta li ser şixulînê û guherînan heye, lê tama kaxizê nade, şopa reşkirina pêşî namîne; helbest bi tenê nayê xwendin tê bêhnkirin jî…
Û dem tê vîrûsek dikeve nava telefonê, her tiştê di kêliya nivîsandinê de ku nivîsar firandiye ber esmên dide ber xwe; bidê ku car din were bîrê… Lê destxet, qey destxest wisa ne? Na! Destxet şopa pênûsa ku hukmê jêbirê bêtal kiriye bîr nabe. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên bi tirkî rûyê xwe pûdra dikin(!)

  • 09 Sermawez 2020

Siyasetmedar!Li Hewlêrê rûdine daxwazkarê avakirina dewleta kurd e, lê vê bi tirkî dike; li Hewlêrê bi tirkî aqil û şîretan dide kurdê...

Berî hûn bibin birakuj!

  • 20 Pûşper 2021

Ew tenê ne birakujî, xwişk-kujî ye jî û ew birakujî-xwişk-kujî, xwekujî û kurdkujî ye jî…Xwişkno, birano! Berî hûn çekê bidin...

Pêşniyazek bo yek(ne)bûnê

  • 23 Tebax 2020

‘rondikên yekbûnêmin dî û ez bi wê girîna wê, bawer bikin pir kêfxweş bûbûm! diya min digirî û hêstirên wê bi yên...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Qevdek çîrok û helbest ji Duhokê' tên Stenbolê

ad

Loqman Polat: Her komele pênc pirtûkên kurdî bikire bes e

ad

Talabanî: Ez hêvî dikim dê operasyona bejahî çênebe

ad

Danişîna Dadgeha Beşîkçî vê çarşemê ye

ad

Berhemên Dogan derketin pêş hunerhezan

ad

Wêneyên nû yên Celal Talabanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname