logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Berî hûn bibin birakuj!

  • Dîrok: 20/06/2021
Ew tenê ne birakujî, xwişk-kujî ye jî û ew birakujî-xwişk-kujî, xwekujî û kurdkujî ye jî…
Xwişkno, birano! Berî hûn çekê bidin ser mil û devê wê bidin sîng û eniya hev, berî hûn tiliya xwe li têtik bişidînin divê hûn peyva em neviyên Medan e ji devê xwe derxin, û sond bixwin ku êdî pîrozkirina Newrozan li we heram e!
Berî hûn hev bikujin divê hûn Baba Tahir, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Hêmin, Dildar, Nalî, Hêjar, Şêrko, Mûkriyanî, Mîr Celadet, Kamûran Elî, O. Sebrî, Mestûre, Dayê Celale, Erebê Şemo, Îbrahîm Ehmed, E. Koyî, Cegerxwîn, Leyla Qasim, Eyşe Şan û Meyremxanê ji gorê derxin car din bikujin; berî hûn hev bikujin divê hûn Arjen Arî, M. Uzun, Dost Çiyayî, M. Baksî, Nûrî Dêrsimî, Apê Mûsa, Tahsîn Taha, Heciyê Cindî ji gorê rakin car din bikujin; û divê hûn evîna Derwêş û Edûlê, Mem û Zînê, Sîhemed û Xecê, Binevş û Cembêlî jî bikujin, û ferhenga kurdî jî jinav bibin… 
Berî hûn hev bikujin û di nav alemê de rûyê me bidin erdê divê hûn li benda Daîşê nemînin; Laleşa Nûranî, dergehê San Sahaq û Baba Duzgin bi destên xwe birûxînin; divê hûn biçin gora Seîd Rizo, Şêx Seîdê Pîranî, Pêşewe Qazî, Barzaniyê Kal, Qasimlo, Elîşêr û Zerîfeyê hilweşînin.
Berî hûn hev bikujin divê hûn Bavê Nazê, B. Bereh, C. Celîl, E. Peşêw, E. Huseynî, Konê Reş, Tosinê Reşîd, Malmisanj, Rojan Bernas, Şivan, û romana kurdî û çîroka kurdî û helbesta kurdî û strana kurdî jî bikujin, da ku bîr nemîne, da şahid nemînin, da wate nemîne; da pirs nemîne…
Heke hûnê di wan eywanên cîhanê yên herî bi fors-di şikefteke Kurdistanê de rû bi rû rûnenin guh nedin deng û gotinên hev!?
Heke we ji bîr biribe bi sedan sal in li vî milî li wî milî bo çi çek hildaye dest, sîng daye mirinê û heke we bîr kiribe dijminê me kî ye? Nexwe, ji kerema xwe re vegerin li malên xwe rûnin; me nedivê azadiya bi xwîna xwişk û bira ya bi destê xwişk û bira tê rêtin, me nedivê Kurdistana serbixwe. Şixulê dijmin ne karê me ye! Çawa destê me kêra dijmin digire??
Di şerê birakujî-xwekujiyê de kurd im, ne alîgir, dijber im.
Eger bindestî rûreşiyek be xwekujî ducar rûreşî ye! Qe nebe bindestî bêminetî ye. 
Bes e, di vê sedsalê de jî kenê dijmin bi me neynin.
Jixwe hûn çêtir dizanin, ‘li ser sofreya dijmin ku hûn yek şîv bin ê din paşîv e’. 
*
Û gotinek bo yên li vê trûbînê li wê trûbînê rûniştî, ku didin halanan; ev ne maça Barselona û Real Madrîdê ye! Heke ji we tê bikin qîrîn û hawar, bêjin ne di ber me de ne ber xwe de hevûdin nekujin, heke ji we tê xwe bidin navberê rêyeke din nîşanî wan bidin, heke ji we tê jê re bêjin nekevin dafika dijmin, heke ji we tê jê re bêjin bila ji şaşiyên xwe mikur werin; û heke ji we tê bêjin di vî şerê xwekujiyê de em ne li pişt we ne! Lê heke ew ji we nayên, hiş bin, kurdan li hev sor mekin; ew ên dimirin û yên dê bimirin ne keç û lawên bavên we ne; şerm bikin şerm… 
Eger siyasetên we çavê kurdbûna we ew qas kor kiribe, gelo hûn rêya mala xwe çawa ji hev derdixin?
Heke hûn ew qasî tî’yê xwîna xwişk û birayên xwe ne, ma ne di malên we de jî ew hene, de bifermin fir kin xwîna wan; noş be ji we re …
Heçî yê rabe bêje ev bi heq e ew neheq e, ew teres û fodil-qehpe, fîtne û fesad e! 
Ew xwekujî ye; ti heqî û neheqî nikare wê heq û rewa nîşan bide 
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:



Hin Nivîsen Nivîskar

Mirina reseniyê

  • 01 Rêbendan 2022

Ev serdemeke wisa ye, tu tişt û tu kes ne wekî xuya dibe kes û tişt e! Qest ne guherîn e, çiku guherîn carinan tiştekî baş e. Ew guherîn ne tiştekî wisa ye; dest dana...

Kurdiya yê frensî!

  • 07 Adar 2021

Rojekê frensiyekî bi rêya qurs, ferheng û kesên kurd ên pê re danûstendin dikir da baştir hînî kurdî bibe, go eger hinekî din jî hînî...

Ol Artêş Pîrozî

  • 28 Adar 2021

Balkêş e, dema meriv rabirdûya ol, bîr, bawerî, heta li ya bîrdoziyên li pey xwe şop hêlane, li ser hizir û jiyana mirovan bandor kirîne dinêre dibîne ku ji wan...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend mînak ji wergera Kawa Nemir

ad

'Vagona Reş' hat nîşandayîn

ad

ad

Porteqala Zêrîn dê bang li Îranê bike

ad

YNK kongreya xwe saz dike

ad

Projeya Xweseriya Demokratîk li Meclisê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname