Diyarname
Televîzyona imc bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevpeyvîneke taybet çêkir. Di hevpeyvîna ku Ayşegul Dogan çêkir û êvarê 15'ê mehê di televîzyonê de hat weşandin de Talabanî li ser gelek mijaran axivî û li ser rojevê jî sekinî.
Vane ji wê hevpeyvînê hin not:
- Ez hêvî dikim dê Tirkiye operasyona bejayî çêneke.
- 36 mebûsên kurd hatine hilbijartin, bila herin meclisê û têkoşînê bikin.
- Şer û şîdet êdî ne çareserî ye. Rêya têkoşîna ji bo kurdan ne şer, ji meclisê derbas dibe, ji têkoşîna demokratîk derbas dibe.
- Divê yên li çiyê şerawestinê bikin û hikumeta Tirkiyeyê jî vê şerawestinê bipejirîne.
- Ocalan dikare derxin mal û li mal hepis bikin.
- Bila cezaya Hatip Dicle bê rakirin, ew ji girtîgehê derkeve. Ji bo girtiyan dikare rêyek bê dîtin.
- Di Zagona Bingehîn a nû de mafên gelan divê têde cih bigirin. Bi vê Zagona Bingehîn Tirkiye dê li nava Ewropayê cihê xwe bigire.


