Diyarname
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan û Berpirsa Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed li Almanyayê hatin ba hev û li ser rewşa dawî axivîn.
Hevserokê DEM Partî Bakirhan ji bo di Konferansa Kurdan a li Parlemena Ewropayê de biaxive li Almanyayê bû. Berpirsa Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Ehmed jî ji bo beşdarî Newroza Frankfurtê bibe li wir bû. Her du siyasetmedaran hatin ba hev û hevdîtin kirin.
Her du siyasetmedaran li ser rewşa dawî ya li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê guftûgo kirin.
Ehmed bi ser hesabê xwe re wêneyê hevdîtinê belav kir û got, "Ez bi dîtina Hevserokê DEM Partiyê birêz Tuncer Bakirhan kêfxweş bûm. Me mijarên girîng di derbarê doza kurd û peywendiyên bi gelên herêma Rojhilata Navîn re nîqaş kirin. Nêrîna me di vê yekê de hevpar bû ku aştiya bi rûmet bingeha vê peywendiyê ye."


