logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Loqman Polat: Her komele pênc pirtûkên kurdî bikire bes e

Nivîskar Loqman Polat jî bi bersivên xwe beşdarî nîqaşa pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî dibe. Vane bersivên Polat:

  • Dîrok: 20/05/2008
  • Beş: NÎQAŞ

 

 

Nivîskar Loqman Polat bi bersivên xwe beşdarî nîqaşa pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî dibe. Vane bersivên Polat:


- Tu berhema/ên xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?

Bersiv: Gelek baş bû ku we mijara nivîs û nivîskariya kurdî daye minaqeşekirin. Di der barê vê mijarê de dîtinên nivîskaran bê zanîn baş dibe.

Min berhemên xwe ji welatê xwe dûr, di biyaniyê de, di jiyana sirgûniyê de afirand. Şert û mercên xerîbiyê, biyanîbûnê û hesreta welêt bi mirov zor û zahmet tê û mirov bi mijûliya nivîsînê, bi hest û rih diçe welatê xwe û di xewn û xeyalên xwe de xwe li welêt hîs dike û ji bo gel û welatê xwe, ji bo dewlemendbûna çand, ziman û edebiyata neteweya xwe dinivîse, xizmeteke sosyal civakî û karekî înduvuduelî pêk tîne.

Digel vê, ez li Swêdê di bin şert û mercên azad de berhemên xwe diafirînim. Çi mijar xweşa min were, çi bûyer ji bo min balkêş be û kîjan şêwe naverok ji bo min girîng be, ez wan dikim navenda naveroka berhemên xwe û li gor dilê xwe berhema xwe li ser mijara ku ez dixwazim dihonim û dinivîsim.

- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Bersiv: Di dema afirandinê de pirs û pirsgirêkên min tune. Ez li gor daxwaza dilê xwe dixebitim û bi şêweyeke azad dinivîsim. Heger ez romaneke binivîsim, ez di nav cîhana romanê de bi leheng û fîgurên romanê re dijîm. Heger ez dinyayeke xeyalî biafirînim, hetanî dawiya romanê ez wê dinyaya xeyalî di hest û rihê xwe de, di derûniya xwe de dikime dinyayeke rasteqîn, heta ku roman biqede. Dema qediya ez vedigerim cîhana xwe ya rasteqîn û ji bo afirandina cihaneke din a romaneke nû kar û xebata xwe didomînim. Ez ji xeynê nivîs nivîsînê û çûyîna tiyatro û sînemayê û gera welatên cur bi cur, wekî din tu karekî nakim û bi tiştek din re mijûl nabim. Ez pir rêwîtî dikim û her wiha pir dinivîsim. Dema ez diçim welêt ez diçim li gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê digerim. Di dema herî xeter de ez çûm navçeya Licê, bajarê Şirnexê û hinek gundên çiya.

- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Bersiv:– Heger mirov pereyê –heqê- çapê bide weşanxaneyê, mirov dikare pirtûka xwe bi rehetî bide çapkirin. Lê heger mirov heqê çapê nede, çapkirina wê zahmet e. Ê min bi navê “Helwest” weşanxaneya min a fermî heye. Ez pirtûkên xwe li ser navê weşanxaneya xwe diweşînim. Dema ez nikaribûm werêm Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, ji bo pirtûkên min li welêt belav bibe û bikeve destê xwendevanên kurd yên li welêt, min çend pirtûkên xwe li Stenbolê li ser navên weşanxaneyên kurd yên Stenbolê dabûn çapkirin. Lê belê heqê çapa wan min bi xwe dabû. Piştî ku cezayê min ji ber “derbasbûna demê” betal bû êdî min karî bêm Stenbolê û lewre jî êdî pirtûkên xwe ez bi xwe didim çapê.


- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Bersiv: Ji bilî weşanxaneya min, çend pirtûkên min li ser navê weşanxaneyên din jî derketine. Heqê çapa wan min daye. Min tu peymaneke bi wan re çênekiriye û min heqê firotina yek pirtûkek jî ji wan negirtiye. Her çiqas pirtûkên kurdî hindik têne firotin jî, ji bo yên ku –hindik be jî – hatine firotin min heqê firotina yek pirtûkek jî negirtiye. Ji xwe heger min heqê firotina yek pirtûkek jî ji weşanxaneyek bigirta, min ê ew pere bikira çarçove û bidaliqanda û kî bihatana mala min mêvandariyê, min ê pê nîşan bidana û min ê bigotana “binêr min ev pere bi keda xwe ji firotina pirtûka xwe ya ku li Stenbolê çap bûye qezenç kir.” Lê, çi heyf ku min heta niha yek lîrayek jî ji firotina pirtûkên xwe yên li Stenbolê çap bûne nekiriye cêba –berika- xwe. (Helbet ev rewş hêviya min neşikandiye û ez bawerim dê roj bê nivîskarên kurd ji firotina pirtûkên xwe pere werbigirin. Çi heqê telîfê û çi heqê firotinê be, dê miheqeq hindik be jî dê pere werbigirin û ev ji hêla moral ve dê wan şad û bextewar bike.)

- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Bersiv: Hinek weşanger ji mirov pere dixwazin. Weşangerên ku pere naxwazin jî ji xwe pirtûkên mirov çap nakin. Gelek nivîskar pirtûkên xwe didine weşanxaneyan, lê ji bo çapkirin û neçapkirinê bersîv jî nagrin. (Bênezaketî herî pir xwe li cem hinek ronakbîrên kurd dide nîşandan.) Wekî mînak; pirtûkeke min ku birêz Cemîl Oguz bi xwe redekte kiribû û zimanê wê sererast kiribû û paşê teslîmê weşanxaneyê kiribû, ew pirtûk hê jî nehatiye weşandin û min ji bo weşandin an neweşandina wê pirtûkê hêj jî ji weşanxaneyê tu bersivek negirtiye.Min pirtûkek da weşanxaneyek. Du nivîskarên malpera Diyarnameyê –birêz Serhad û birêz Yeqîn – edîtoriya pirtûkê kiribûn, ji alî zimên û teknîkî ve teshîsa wê kiribûn û paşê dabûn weşanxaneyê. Ew pirtûk hê jî derneketiye. Weşanxaneyê negot ku ew dê biweşînin yan na. Min ji wan pirsî, gotin pirtûk li cem me nîn e. Yanî pirtûk winda ye. Heger nusheyeke li cem Yeqîn û Serhad tunebe, nexwe ew keda min jî çû badilhewa, yanî keda min û wan ji tewşê ve çû.

Min pirtûkek xwe da weşanxaneyeke ku ji nivîskaran pere wernagirê, piştî saleke min ji karkerê –çayciyê- weşanxaneyê bihîst ku ew naxwazin pirtûkê biweşînin, lê ji min re negotin. Min ew pirtûk bi xwe li Stenbolê li ser navê weşanxaneya xwe weşand.


- Te heqê telîfê stend an na?
Bersiv: Min ji bo pirtûk na, lê ji bo nivîsên xwe ji kovareka başûrê Kurdistanê wekî sembolîk heqê telîfa nivîsên –gotarên – xwe wergirt. Kovara Nûbûn –ku li bajarê Dihokê derdikeve – hinek dînar wekî heqê –telîfa – nivîsên min yên ku di kovarê de derketibû dane min. Di gelek kovarên kurdî yên Bakur de nivîsên min derketine, heta niha yek kovarek jî yek quriş nedabû min – û ji xwe min jî ji tu kovarê pere nexwestibû – lê kovara Nûbûnê –bê ku ez ji wan pere bixwazim, wan ji ber xwe ve wekî sembolîk çend dînar dan min û min jî ew dînar di arşîva xwe de hilanîne. Dema ez kalepîr bibim, ez ê wan dînaran nîşanî neviyên xwe bidim û ji neviyên xwe re bibêjim ku ev dînar ji hêla manewî ve ji bo min pir bi nirx in, bi qîmet in û ev qezenca keda min a nivîskariyê ye.

- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Bersiv: Qîmet dane yan nedane, ez nizanim. Lê, bi qasê ku ez dizanim, weşanxaneyeke du pirtûkên min derxist û li gor îmkanên xwe baş belav kir. Heta wan pirtûkên min şiyandibû başurê Kurdistanê jî. Lewre jî ji bo vê başbelavkirina wan ez ji wan re spas dikim. Lê, di encama vê belavkirinê de çend pirtûk hatine firotin, ez nizanim. Wan ju ti agahdariyeke nedane min.
Bi qasê ku ez zanim weşanxaneyek jî pirtûkên min ji xeynê Stenbolê belav nekir û neşiyand bajarên Kurdistanê. Weşanxaneyek jî pir hindik belav kir. Helbet diyar e ku îmkanên weşanxaneyên kurdan ji bo belavkirinê tune. Heqê poste û kargoyê buha ye. Şirketên belavker yên tirkan pirtûkên kurdî belav nakin. Loma jî pirtûkên kurdî baş, bi rêk û pêk nayên belav kirin. Divê weşanxaneyên kurdan pirsa belavkirina pirtûkan çareser bikin. Ji bo belavkirina pirtûkên kurdî şîrketeke belavker pêwîst e.

- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Bersiv: di nav kurdan de reklam pêş neketiye û hêj li cihê xwe rûneniştiye. Cihû ji sermiyanê xwe, ji sedî heştê didine reklamê, lê kurd girîngî nadine reklamê. Weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe naynin cih. Ji xwe di nav weşangerên kurdan de ev tişt hêj nebûye adet. Weşangeriya kurdî bi şêweyeke profesyonelî nayê kirin, bi şêweya amatorî tê kirin. Bi karê amatorî weşangerî jî ancax ewqas dibe.

- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Bersiv: Na, çênekirin. Bi qasê ku ez zanim di nav kurdan de şevên xwendinê û roja îmzeyê ew qas nayêne pêkanîn. Weşanxaneyên kurdan jî di pêvajoya kar û xebata weşangeriyê de tradisyoneke wiha pêk neanîne. Ez hêvî dikim ku ji niha û pêve tiştên weha pêk werin.

- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na?  Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Bersiv: Redaksiyon û edîtorên weşanxaneyên kurdan tune ne. Wekî kes hinek kesên dilxwaz ji weşanxaneyan re dibine alîkar û her wekî wezîfeyên edîtoriyê – ne bi pereyan, ji bo xatirê hevaltî û dostaniyê- bi cih tînin. Ev jî têr nake. Edîtorî karekî girîng e û divê bi şêweyeke profesyonelî pêk bê.
Lê belê diyare pereyê ku weşanxane bidine edîtoran tune û lewre jî karê edîtoriyê li cihê xwe rûneniştiye. Dewlemendên kurdan, kurdên xwedî şirketên mezin, xwedî holdîngan dest navêtin karê weşangeriyê. Weşangeriya kurdî wekî karekî bazirganî pêk nehat, loma jî bi ew qas şaşî û kêmaniyan bi rê ve diçe. Lewre jî divê karê weşangeriya kurdî bibe karê bazirganiyê û bi şêweyeke profesyonelî pêk bê.

- Tu bawer dikî sedema kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Bersiv: Sedem pir in. Sedem ne tenê weşanger in. Di bingeha xwe de sedemên esasî rewşa civaka kurd, statuya ku têde ye û konjuktura welêt e. Neteweyeke bêdewlet, bêîmkan heger ew qas di ber xwe de daye û hêj jî hêjayiyên xwe, çand, ziman û edebiyata xwe daye jiyandin, ev jî bes e. Heger aqûbeta lazan, çerkezan, rûman, pontûsan bihata serê kurdan me dê çi xwelî li serê xwe kira…

- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kê bike? Çawa bike?!!!
Bersiv:– Çareserkirina wê ya bingehîn, guhertina rewşa civaka kurd û guherîna statukoya Kurdistanê ye. Partî û rêxistinên kurd ên siyasî û komeleyên demokratîk yên sivîl girîngiyê bidine zimanê kurdî, piştgirî bikin, pirtûkên kurdî bikirin.(Li bakurê Kurdistanê û li Ewropayê bi sedan komeleyên kurdan hene. Her komele pênc, deh pirtûkên kurdî bikire, dê ji bo weşanxaneyan ji hêla aborî ve bibe alîkariyeke mezin. Lê, çi heyf ku nakirin. Hema li Swêdê federasyona kurd ji dewletê alîkariya diravî digire lê yek kronek nade yek pirtûkek kurdî nakire. Her wiha Enstîtuya Kurdî ya Swêdê û Weqfa Kurdî ya Swêdê yek pirtûkek kurdî nekirîne û nakirin.) Dewlemendên kurd dest biavêjin vî karî û wekî karekî bazirganî weşangeriya kurdî pêk bînin û vî karî bi şêweyeke profesyonelî bimeşînin.

- Par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Bersiv: Heger tam sed û deh nebin jî, nêzîkê sed pirtûk min kirîne û ji pênce pirtûkan zêdetir min xwendine. Gelek pirtûkên kurdî helbest û hinek jî kurteçîrok in û xwendina wan zêde wext nagire. Romanên kurdî yên qalind –pirrûpel- yên ku zêde dema mirov bigre kêm in.
Hetanî niha çi pirtûkên kurdî derketine, min bi piranî kirîne û xwendine. Dibe ku hinek pirtûkên helbest û çîrokan nekevin destê min, lê min ez dikarim bibêjim ku min temamê romanên kurdî –kurmancî- xwendine û li ser piraniya wan jî nivîsên danasînê û nirxandinê nivîsiye. Di nav nivîskarên kurd de yê ku herî pir nivîs li ser pirtûkên çîrok, helbest û romanên kurdî nivîsiye ez im. Lê, nivîsên min bi piranî nivîsên danasîna pirtûkan e û hinek jî nivîsên nirxandina pirtûk û kovaran e. Herî dawî min li ser romana Mîr Qasimlo ya bi kurdî gotareke nirxandinê nivîsî û ew nivîs di malpereke kurdî de hate weşandin.

- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Bersiv:- Belê, tê gotin ku hejmara nivîskaran zêde dibe, lê bi rastî ew çiqas nivîskarin? Nasnameya nivîskariyê bi dest xistine? Nivîskarekî ji nivîskarekî din pirsa nivîskarek dike ku gelo nivîskariya wî çawa dibîne? Ew jî bersiv dide û dibêje : (ji bo ku ev gotin di nameyeke prîvat –xisûsî- de hatiye gotin, ez navê wan her du nivîskaran nabêjim. Lê, her du jî nivîskarên kurd ên qedirbilind û hêja ne.) “Û pirsî tu nivîskariya wî çawa dibîne, min got, ……. kedkarê edebiyata kurdî ye û berhemên wî hene. Ya herî giring jî, rûşta xwe ya nivîskariyê îspat kiriye û dema em dibêjin ……….., niviskarekî kurd tê bîra mirov. Ev jî tê wateya ku nasnameya nivîskariyê bidestxistiye. ”
Li gor van gotinên jorîn, -ku nivîskarekî ji nivîskarekî din re ji bo nivîskarekî din gotiye - gelo çend nivîskarên kurd hene ku “rûşta xwe ya nivîskariyê îspat kirine” û çend nivîskar hene ku “nasnameya nivîskariyê bidestxistine?”Helbet hejmara nivîskarên kurd zêde bibe, ev ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî tişteke baş e. Dê bi keda wan edebiyata kurdî dewlemend bibe. Lê belê berhemên wan ên ku têne weşandin çiqas berhemên edebî ne, ev jî mijara minaqeşeyê ye. Min di nivîseke xwe de behsa pêncî romannivîserên kurd kir. Ji bo neteweyeke bîst mîlyonî (hejmara kurdên Bakur) pêncî romanivîs hindik e. Di nav wan pêncî kesan de jî gelo bi rastî jî çend kes romanivîs in? Pirtûkên wan bi rastî jî roman in yan na? Ev jî divê were minaqeşekirin.

Taybetmendiyeke hinek nivîskarên kurd ev in ku; pirtûkên hevûdu naxwînin. Bi kurdî dinivîsîn lê pirtûkên kurdî naxwînin. Di der barê pirtûkên hevûdu bi paşgotinî dikin, gelek gotin dibêjin lê bi nivîskî tiştek nabêjin û nanivîsin.

Pêwîstiya edebiyata kurdî bi kesên zana, şareza yên analîzker heye. Pirtûkên kurdî nayên analîzkirin. Nivîsên li ser pirtûkên kurdî, li ser çîrok, helbest û romanên kurdî di sewiyeke nizim de û di çerçeva danasînê de dimînin. Heger rexnegirên edebî pirtûkên edebî binirxînin, analîz bikin dê ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî gavên berbipêş yên hêja bêne avêtin.

- Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Bersiv: Hinek pirsgirêkên rastnivîsînê, gramerê, peyvên nêr û mê û tewandinê hene. Ew jî diyar e niha nayên çareserkirin. Di demên pêş de ev tiştên wiha dikare bên çareserkirin.

- Digel ku çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkûn e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nikare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Bersiv: Bi min mûmkûn e û divê yekîtiya nivîskarên kurd yên her çar parçeyan di bin sîwana yek konfederasyoneke û yek PEN’eke kurd de were pêkanîn. Ji hemû hêzên kurd, ji hemû rengên siyasî û îdeolojîk û ramanî organîzasyoneke xurt bê damezrandin ew dikare roleke pozîtîv bilîze û tiştên gelek baş pêk bîne. Ji bo danûstendin û piştgiriya nivîskaran jî tişteke weha pêwîste û divê were damezrandin.

- Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de)  Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Bersiv: Bi min divê li Amedê her sal rojên wêjeyê bêne çêkirin. Çalakiyên çandî, edebî bêne kirin. Semînerên li ser pirsên civakî, pirsgirêkên zimên û rewşa edebiyata kurdî werine dayîn. Belê divê nivîskar bi xwe saziyên pêkanîna kar û xebatên weha çêbikin û wan tiştan pêk bînin. Bila kar û xebatên weha li benda şaredaran nehêlin lê bila alîkarî ji wan wergirin û ew bi xwe serkêşiya vî karî bikin.
Heger nivîskar bi dil û can bi dilsozî dest biavêjin vî karî, dikarin bi serkevin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Helîm Yûsiv: Mirov hemû temenê xwe dide vê romanê

ad

Xelata Astrid Lindgren dan Lindgren swêdî

ad

KONDA'yê anketa xwe ya dawî weşand

ad

2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt

ad

Ji 'Russia 2018' notên derketin pêş

ad

Bi gotina 'Jackie Chan' bang kir, serê wî ket belayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname