logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Femînîzm an fên’îzm?

  • Dîrok: 14/06/2020
Êvarekê li civatekê rûniştibûm yekî got Welat tu jî nazewicî? Bêhemd ji devê min filitî, min go bizewicim da ku moda femînîzm me bi hev bide berdan! Piştre ji gotina xwe pişman bûm; li wê civatê kesekî ji ber modeyê ‘bî’ mabû hebû, zewaca kesekî jî di wê xetereyê de bû…
Min bi guhên xwe bihîstiye; li bajarên ser xeta sînorê kurd û tirkan, helbet wekî antîpropaganda bikar tînin lê ew malzemeyê antîpropagandayê jî dîsa wê derdora partiyê daye wan; kurdên muhafezekar dibêjin ‘partiya hevberdanê’!.. 
Ya rast di vê derbarê de nizanim nivîsandin bi min dikeve an na, lê vê kurtebîranîna li jor got, binivîse bila gotinek te jî hebe; jin tim dinivîsin, dikarin binivîsin, balam ka bi çavê mêrekî çi ye, çawa ye?
Di nav şertên serbestî û xwebûnê de, ji dîrokê, ji hunerê û şi’êrê min xase mêrên kurd nasîne; ji kubariyê, ji romantîzmê, ji centilmeniyê dibêm mêrên fransî nikarin sola wan rast bikin…
Hem şairek, hem jî mêrek im; çê xirab, bi başî û qisûrên xwe ve ez xwe mêrekî kurd dizanim, dihesibînim; qey dibêm ji hestan fam dikim; loma dizanim bi hev re bûn, bi hev re jiyîn, wekî du zayend divê bi hezkirin be, bi evîn be, hev tahmûlkirin; bi fedakarî be, bi daxwaz be… ku hez û evîn û daxwaz tunebe helbet bi hev re jiyîn nabe, ne guncav e; telaqê hev tê avêtin… 
Lê û belê, dibêm bi hêsayî ew telaqê hev avêtina ku di nava beşeke kurdan de bûye mode hêjayî lêkolînên sosyolojîk e; ev hevberdanên zêde bes tenê bi hinceta ‘ji-hev-hez-ne-kirin’ nikare bê şîrovekirin. 
MÎNAKA HÎNDUYAN
Mînaka hînduyan tim bala min kişandiye! Meriv dibê qey di fîlmên xwe de bi mebest wisa nîşan didin, lê na, dema li pirengîniya hînduyan dinêrî, dema di teknolojiyê de li pêşketina wan dinêrî dibêjî ne lîstikeke sînemayî ye, rasteqîn e; civaka wan jî mêrên wan jî, jinên wan jî bi xwedî qerekterek wisa ne, bi taybetî jin; bi çand, kevneşopî, ziman û edetên xwe ve wisa girêdayîne; mêr ne ku ji ber mêtiya wê, ji ber qerekter ji jinê re çong dide erdê. 
Meriv bi heyirî dibîne ku cîhana globel ew pir neguherandine; mêrê wan mêr jina wan jî hê jin e…
Cîhana globel dibe her milet û civak hinekî guherandibe; ku li ser koka xwe bi dûr xistibe jî, lê divêm a miletên wekî me yên bêsazûmanî, bêdezdeh û dewlet, pir pir zêdetir… bi taybetî qerekter! 
ÇÎROKA ELAYÊ
Guherîn, hînbûn û nasîna tiştên nû, li xwe zêdekirin tiştekî xwezayî ye, lê ji carekê re dev ji xwe berdan; wekî aîdeta civakekê, neteweyekê, çand û zimanekî qet tune be… ev ne asayî ye!
Çimkî vê yekrengiyê hem reseniya mêr hem ya jinê xira kiriye. Ji lewma berî em bibin xwedî pirpirik, nasnav, aborî û qariyeran ku di têkîliyên vê serdemê de ketine pêşiya hez, evîn, rêzdarî, dilsozî û hevrêtiyê divê ewilî mêr bibe mêr-bi merdiya xwe, jin bibe jin-bi jinxasiya xwe da karibin reseniya zayenda xwe ya xweşik, hanûn nîşanî hev bidin. 
Di Diyarnameyê de nivîsek Yeko Ardil a bi navê “Çîroka Ela”yê* hate belavkirin; dibe di meseleya ehleq de ehleqê Elayê em nepijirînin, lê qerekterê wê yê ku karibe sê zimanên malbata neviyê xwe bi neviyê xwe bide hînkirin; dibêm gelo kîjan ehleqê me, kîjan mafperweriya me yî zayendî, kîjan hizra femînîzmê dikare li hemberî qerekterê Elayê serbilindtir be, bihêztir be!?
Serê du gotinên me, em dibêjin zarokên me bi zimanê dayikê mezin nabin û sûc dikin a dewleta malûm! Lê em nikarin ji xwe mikur werin, bêjin êdî dayika kurd nikare zimanê xwe hînî zarokê xwe bike ku zarok jî bi zimanê xwe, qe nebe heta radeyekê mezin bibe! Çimkî êdî li holê dayikeke ku ziman, çand, edet û tore û qerekterê xwe, qerekterê netewa xwe dewrî zarokê xwe bike tune; gunehê zarokan çi ye? Ka em ê çawa bêjin zimanê dayikê? Ka li holê çend jinên ku bi hişmendiya netew, bi çand û zimanê xwe dizanin mane, hene??? 
JINA KU NIKARE ZIMANÊ XWE HÎN BIKE
Û ew jina ku nikare zarokê/a xwe bi zimanê xwe mezin bike wê çawa behsa evînê, temsîla neteweyekê, doza azadiyê û angaşta femînîzmê bike; helbet wekî zayenda nêr divê pirsek wiha li mêrê kurd jî were kirin…
Mêrê ku bes bi lêdana jinê dibê mêr im, bes bi zordariya li ser jinê xwe bi hêzdar dizane, derfetên malbatê di destê xwe de digire û ew jî dê nikaribe qet nebe zimanê ‘bavikê’ hînî zarokê/a xwe bike…
Helbet bi qasî her miletên din, di nav civaka kurd de jî problemên mêr û jinan ên bi hev re hene û li benda rêbazeke çareseriyê ne jî…
RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ
Lê dibêm qey meseleya me ya zayendan ne meseleyeke bi siyasetê; divê wekî ya her miletên pêşketî bi rêya perwerdeyê, bi derfetên kar-aboriyê û bi hişmendiyeke çandî were çareserkirin. 
Helbet ne bi aboriya ku bi memûriya li deriyê xelkê tê bi destxistin û ne jî bi perwerdahiya wan a bê çand, bê nasname û dûrî me û zanistê.
Çimkî yên pişta xwe dane wê destmizê, maeşê û bi piştevanî, aqil û teşwîqa hinan mêrên xwe dan ber derî, ku bi KHK’ê yan bêkar man niha kasiyeriyê filan dikin... 
Û ji wê femînîzmê jî telaqekî avêtî û zarokên ji heza dê yan ji ya bavê bêpar dimînin mane li holê… 
Li Kurdistana ku ne welatekî sanayiyê ye; ya ku nîvî aboriya wê bi esnafî û memûriya li deriyê xelkê, nîvê din hê bi rencberî, çandinî û sewalkariyê li ser piyan e, mêr û jin neçar in keda xwe bidin ser hev da karibin pê sala xwe derxin, çend gedeyan xwedî bikin.
Problemên jinên kurd helbet hene, lê ew divê ne bi femînîzma îthal û bi ya ji kolanên Beyogluyê ku wekî dînamît xwe daye bin malbatên kurd-welatparêz. (ew Beyoglu femînzîmî ecêb e, fularsorên wan (kaos kafa) qet lingê xwe navêjin Yozgatê, Trakyayê, Ege û Behra Spî ya ku lingekî jinan di nav zeviyê de ye lingê din di nivîna mêrê ku bi şev û roj li ser pişta wê jinê êraqvexwar e, de ye…) Nizam, ew heyranîbûna kilê çavên jinên kurd ji ku tê!..
Gotin ne eyb e! xwe bi xwe dibêjim ger jinek bûma tevî ku ji heqê xwe min danadixist jî, tobe bi wê derdora femînîst re min gavek jî nedavêt; ku ya me hê hişmendî, şert û bingeh kêm e ya wan jî ji bo me bi fên e!!!  
‘MODELA XWE’
Wekî civak-netew kurd an jî hêzên kurdan belkî divê biryarekê bidin; an biryara bi tevahî telaqê hev avêtinê-hevberdanê yan jî gorî rasteqîniya civaka kurd ‘MODELA XWE’ deynin (helbet ne li ser dijminatiya mêran)  helbet bi zagoneke civakî, zayendî û huqûqî ya ku hem mafên her du seriyan diparêze, hem bihevrebûnê qehîmtir dike û him jî qerekterê aîdî miletekî bûnê xurtir dike.  
Bêguman, em ê li cîhanê jî binêrin, bizanibin ka li civakên din çi çawa diqewime û ji tercubeyên wan siûdê jî werbigirin; lê ne ku em xwe bê dîrok, bê cerebe, bê tercube û bê kok bizanibin; ne ku ji xwe bi dûr bikevin; (helbet dil dixwaze xelk jî li tercubeyên me binêrin, ji cerebe û modelên me danîne siûdê werbigirin; helbet heke modelek me hebe!?)
Erê di vê rewşa bindestiyê de û tekoşînên ku bo ji vê bindestiyê em bên xilaskirin bi xwe re serobinîbûneke civakî jî aniye û heçî guherînên mirovahiyê, ên cîhanê bo me jî derbarsdar in… Lê di rewşên wiha zor û kambax de bes miletên hişyar dikarin xwe bi saxlemî xilas bikin-li ser piyan bimînin.
Ger li holê dîrokek, rabirduyek hebe ew ne bes a mêran an ya jinan bi tenê ye; hevpar e, keda herduyan e; yek nikare para ya/ê din înkar bike. 
Femînîzm, ne teqlîdkirina mêran e ne jî înkar û redkirina zagonên xwezayê ye
Heke jinên kurd hay ji jinên kurd ên ji dîroka xwe; ji Anahîta bigire heta Yutabê, ji Atusa ta Azer Mîdîxtê, ji Puran Duxtê heta Mame Celale Lorstanî, Fatîme Loreya Goran, Lîza Xanima Caf, Xatûn Razbar, Mestûre Erdelanî-Kurdistanî tunebe, wan jinexasan nas neke û nizanibe ku ji dîrokê ta vê bindestiya rezil a olî û nijadî, di civaka kurd de cih û rolê jinê, bi hev re bûna jinê û mêr çawa bû; ku çiqas bi Roza Luksemburg, Frîda Kahlo bizanibe jî, bi min kêm e; heçî ku bi zimanê xwe nizanibe, ku nizanibe zarokên xwe bi ziman û çanda xwe mezin bike, nasnameya xwe ya netewî biparêze û ragihîne zarokên xwe…
**

* Yeko Ardil: Çîroka Ela

Hin Nivîsen Nivîskar

Li Bakur rewşa romantîzma kurd

  • 17 Avrêl 2015

Bi helbestekê, bi stranekê, di nav çarçoveya wêneyekî de, yan jî bi peykerekî, hunermendan her tim hewl daye wê sembolîze bikin. Geh di newaya straneke...

Rizgarî fantazî masturbasyon

  • 16 Tebax 2021

Li otobêsa lê sîwar bûbûm hat li kursiyê li kêleka min rûnişt. Ez diçûm bajarê antîk ê lehengê min ê ku du hezar sal beriya vê...

Mirina reseniyê

  • 01 Rêbendan 2022

Ev serdemeke wisa ye, tu tişt û tu kes ne wekî xuya dibe kes û tişt e! Qest ne guherîn e, çiku guherîn carinan tiştekî baş e. Ew guherîn ne tiştekî wisa ye; dest dana...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îro du belgefîlmên bi kurdî li benda we ne

ad

Ji PE'yê bo Şengalê name şandin

ad

Îngilistanê bi Bellinghamî 3 pûan girt

ad

Deniz Naki: Ew cezayê nelîstina 50 lîstikê jî bidin min...

ad

UNICEF: Herî hindik 11 zarok li Efrînê hatin kuştin

ad

Casillas dixwaze bibe Serokê FFS'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname