Diyarname
Di Euro 2024 de îro 3 maç hebûn. Di maça yekem de Hollandayê bi 2-1 reqîbê xwe Polonya têk bir. Maça Slovanya û Danîmarkayê bi 1-1'ê bi dawî bû..
Hollandayê bi 2 golan gav avêt nav tûrnûvayê
Di maçên îro de pêşî Hollanda û Polonya hatin hemberî hev. Maç li Hamburgê bû. Her du tîm di asta hev de bûn lê yê serketî bû Hollanda.
Polonya di deqîqeya 16'an de bi Adam Buksa derket pêş, Hollandayê di deqîqeya 29'an de bi Cody Gakpo bersiv da. Nîveka yekemin bi vî awayî bi dawî bû. Gotina dawî ji Hollandayê Wout Weghorst got. Weghorst di deqîqeya 81'ê de ket sehayê û piştî 2 deqîqeyan gola duyemîn a Hollandayê avêt: 2-1. Bi vê yekê Hollandayê bi 3 pûanên dest bi maçên tûrnûvayê kir.
Di Euroyê de yekem wekhevî çêbû
Di Euro 2024'an de îro yekem car maçek bi wekheviyê bi dawî bû. Slovanya û Danimarka hatin hemberî hev. Danimarka bi gola Christian Eriksen (dq 17) derket pêş, Slovenyayê bi Erik Janza (dq 77) bersiv da û maç bi 1-1'ê bi dawî bû.
Euro 2024'an roja 14'an a mehê dest pê kir. Di 5 maçên heta niha hatin lîstin de aliyek bi ser ketibû, di vê maça 6'inan de wekhevî xira nebû.
Maça din a vê komê saet 22.00'an di navbera Sirbistan û Îngilistanê de ye.

Îngilistanê bi Bellinghamê 3 pûan girtin
Îro maça dawî ya Koma C di navbera Sirbistan û Îngilistanê de bû. Îngilistanê bi gola Bellingham 3 pûanên xwe girtin.
Maça Îngilistan û Sirbistanê li Veltins Arena bû. Bellinghamê ku bi lîstika li Real Madrîdê li Spanyayê bûbû serketiyê salê, di tûrnûvayê de jî xwe nişan da û tîma xwe di deqîqeya 13'yan de derxist pêş. Wekî din di maçê de dengê golê nehat.

Not: Li Tirkiyeyê maç ji aliyê TRT'ê ve yekser têne belavkirin.
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


