logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji 1920’an ve rewşa kurdan a li Sûriyeyê 

  • Dîrok: 08/05/2025
  • Beş: Serbest

___Xeyrî BARAN___

Di sala 1916’an de di navbera Brîtanya û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Armanca vê peymanê ya sereke jî parçekirina Împaratoriya Osmanî bû ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re ketibû pêvajoya hilweşînê.

Di çarçoveya vê peymanê de û di bin serweriya Brîtanya û Fransayê de rejîmên demkî yên mêtingehê li Sûriyeyê û Iraqê hatin avakirin. Rêya trênê ya di navbera dewleta Tirkiye û Sûriyeyê de wekî sînor hat qebûlkirin.

Beşa Kurdistanê ya biçûk anku Rojava, di nava sînorên Sûriyeyê de hate hiştin. Dewleta ku bi navê Komara Ereb a Sûriyeyê hat ragihandin û ji destpêkê ve siyaseteke li ser neteweperestî, şovenîzm û cihêkariyê meşand.

Statukoya ku ji bo Sûriyeyê hat çêkirin ji destpêkê ve rê li ber pirsgirêkên mezin vekir. Ji ber vê yekê jî piştî Şerê cîhanê yê Yekemîn dewleta Sûriyeyê qet asayî nebû û hê jî ew rewşa ne asayî dewam dike. Çawa ku li Tirkiyeyê hate kirin li Sûriyeyê jî kurd tune hatin hesibandin, hebûna wan hat înkarkirin, mafê welatîbûnê ji bo piraniya wan nehate dayîn û bi tu mafekî qanûnî, çandî, siyasî ve nehatin girêdan.

Ev yek di sala 1963’yan de bi hatina li ser hikum a rejima Baasê re jî gihîşte asta herî jor. Dewleta Sûriyeyê ya ku wekî çand, ol, ziman û mezheb xwedî cihêrengiyeke dewlemend e, bi polîtakayên yektîpkirinê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir û ji alozî û destwerdanan re zemîn ava kir.

Di adara 2011’an de bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re statukoya sedsalî derizî û ji bo gelên Sûriyeyê rê li ber derfet û fersendên dîrokî vekir. Ya rastî ne tenê pergala li Sûriyeyê, di heman demê de siyaseta sed salî ya hêzên kapîtalîst jî hilweşîya.

Kurdên ku sedsalî tune hatin hesibandin û hatin înkar kirin, di 19’ê tîrmeha 2012’an de gaveke dîrokî avêtin ku vê yekê rêveçûna Sûriyeyê û hemû herêmê guherî. Dewleta Tirk a ku bi ev pêngav ji bo xwe xeter dît kete nava tevgerê û yekser destwerdan li şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir. Êrişên komên çete yên mîna Cebhet el Nusra ku sala 2012’an li Efrînê destpêkirin û sala 2013’an li dijî Serêkaniyê dewam kirin nîşaneyên vê yekê bûn. Armanc jî astengkirina statuyeke kurdan ya li rojavayê Kurdistanê bû.

Bi destwerdana Tirkiyeyê re Sûriye hilweşiya, bajarên wê hatin dagirkirin, bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi mîlyonan kesî koç kir. Lê rejima Baasê zîhniyeta xwe ya nijadperest û şovenîst neguherî û di parastina desthilata xwe de israr kir. 8’ê berfanbara 2024’an bi çûyîna rejima Baasê ya li sergoya dîrokê re li Sûriyeyê jî demeke nû dest pê kir.

Niha desthilata ku li Şamê hikum dike, HTŞ ye anku bi navê xwe ku tê naskirin Cebhet el Nusra ye. Bingeha wan El Qaîde ye ku paşê jê veqetiyan û fikra wan jî îslama radîkal a mezheba sunnî ye. Ev rastîya wan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Jixwe bi êrişên xwe yên li dijî durzî û elewiyan yekser ev rastiya xwe nîşan dan.

Ev desthilat ne xwedî tecrubeyeke rêvebirina dewletê ye û ne jî xwedî çandeke demokratîk e. Dîsa bi kiryarên wan ên rojane jî tê dîtin ku bi giranî di bin bandora Tirkiyeyê de ye û bi nêrîn û fermanên wan tevdigere. Tiştên ku rejima Baasê berê kirine, ev desthilat jî bi rengên cuda dubare dike. Xuya ye dê Sûriye bi vê zîhniyetê ji qeyranên heyî dernekeve û demokratîk nebe.

Berî her tiştî divê ev desthilata nû rastiya pirçandî û pirnetewebûna Sûriyeyê fêm bike û bizane êdî wê Sûriye venegere mîna berê. Bi siyasetên zordariyê, şer û êrîşan jî pirsgirêk çareser nabe. Ya ku divê bê kirin ev e; di serî de kurd, divê nasnameyên neteweyên din ên Sûriyeyê bên naskirin, li gorî wê rêveberî û destûreke demokratîk a ku her kes bikare tev lê bibe, were avakirin.

Ji ANHA'yê hatiye girtin
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fotoyê rojê û hin îstatîstîk

ad

Ji 35 welatan, 127 tên

ad

Newêrin van pirtûkan bifroşin!

ad

Li Kobanî kargeha sînemayê vedibe

ad

Kultura Şer û Aştiyê

ad

Vaye serketina kurdî: Kurdî kete nava deh zimanên sereke yên cîhanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname