Baran Xelîl
Tirkiye ji bo Yekitiya Ewropayê di qanûnên xwe de guherînan dike, lê mijar kurdî be tu guherîn pêk nayê. Qeymeqamê Serêkaniyê ji ber ku zimanê fîlmê “Zarokên Axa Qelişî” bi kurdî ye destûr neda galaya fîlmî li Serêkaniyê pêk bê û fîlm hate sansurkirin.
Di belgefîlma bi navê “Zarokên Axa Qelişî” de jiyana du malbatên Serêkaniyê bûye mijara fîlmî. Di navçeyê de piştî afîşên fîlmî belav bûn ji aliyê Qeymeqamiya Serêkaniyê ve tahsîsa salona gala lê bê kirin hate taloqkirin. Sedema taloqkirinê ji ber ku orjînaliya zimanê fîlmî kurdiye hate nîşandan. Di galayê de fîlma derhêner Omer Leventoglu dê bi jêrenivîsa tirkî bihata pêşkêşkirin.
Rojên borî serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Almanyayê di axaftina xwe de anî ziman ku ‘Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye’, di demeke wiha de ji ber ku zimanê wê kurdî ye bernameyeke hunerî hate qedexekirin û pirsa ev yek sûcê mirovahiyê nebe dê çi sûcê mirovahiyê be tîne bîra mirov.
Nûnerên Şaredariya Serêkaniyê anîn ziman ku hewce bike li hemberî vê kirina Qeymeqamiyê dê konekî ku 2 hezar kesan bigire ya portatîf çêbikin û bernameyê di wî konî de pêk bînin.
Hatibû serê Orhan Pamuk jî
Li Tirkiyeyê her çiqasi ji bo ahengiya Yekitiya Ewropayê ji bo mafên mirovan û ramana azad zagon bên guhartin jî di warê fermî de tu guherîn pêk nayê. Demên berê Qeymeqamê Sutçulera Ispartayê skandaleke bi vî rengî derxetibû holê. Qeymeqamê Sutçulerê Mustafa Altinpinar ji hemû saziyên fermî re nivîsek şandibû ku bila hemû pirtûkên Orhan Pamuk ên li saziyên dewletê de hene bêne tomarkiririn û bên tunekirin. Qeymeqam Altinpinar piştî bertekan daxuyandibû ku ‘Ez ne poşman im, biryara min rast e’ Qeymeqamê Sutçulera Ispartayê ji sedema biryara xwe jî ji ber ku niviskar Orhan Pamuk di weşaneke biyanî de anîbû ziman ku gerek Tirkiyeyê qebul bike ku ermen hatine qetilkirin nîşan dabû.
ANF


