Diyarname
Heta niha dihat gotin ku dê Yeniden Refah Partisi (YRP) beşdarî Îtîfaka Komarê (AKP-MHP) bibe. Li ser vê yekê hevdîtin hatibûn kirin jî.
Serokê Giştî yê YRP'ê Farih Erbakan duh eşkere kiribû ku îro dê biryara xwe ragihînin. Û îro Erbakan ragihand: Em beşdarî tu îtîfaqê nabin, emê bi serê xwe bikevin hilbijartinê.
Di heman demê de hat gotin ku berendamê wan ê serokomarî jî Fatih Erbakan e.
Bi vê biryarê hêza Îtîfaka Komarê kêmtir bû.


