Wateya wêjeyê çi ye?
Wateyên wêjeyê bo min pir in. Wêje vegotina jiyanê ye. Her tiştê ku di jiyanê de pêk hatiye, pêk tê û wê pêk bê mijarên sereke yên wêjeyê ne. Welatê fantaziyên bê sînor, tevna vehûnandina fikrên delal e wêje; dosteke hêja û muxalîfeke bêeman e. Wêje, riya nasîn û xwenasînê ye. Meydana herî mezin a xweîfadekirina rihê însan e. Hunerbêjiya herî nazik a bi gotinan e. Neynika hemû qencî û xirabiyên me ye. Wêje, hemû heyîn û neyîna insên vedihûne û vedibêje; lê li hêla din jî dikare hemû heyîn û neyîna me terbiye û modernîze bike. Wêje, di pêvajoya pêşveçûna mirovan de roleke gelekî mezin dilîze; jixwe ev jî pişta xwe dide nivîsê…
Tu rewşa wejeya kurdî çawa dibînî, cihê wê di nav wêjeya cîhanê de çi ye ?
Bi ya min rewşa wêjeya kurdî ne xirab e; li gorî xepar û berhemên heyî meriv fêm dike ku di nav xwe de gavên mezin avêtine. Berhemên heyî helbet nîşaneya berhemên baştir e jî. Çîrok û helbestên ku têne weşandin, rih û rewşa wêjeya kurdî bêtir dixemlîne. Lê cihê wê –ji bilî çend dilopan!- di nav wêjeya cîhanê de tune ye mixabin; ev jî ji sedema tunebûna wergerê û ji bêstatûya kurdan ya di cîhanê de diqewime.
Gelo ronesansa wêjeya kurdî hatiye jiyîn. Çi wext û ji aliyê kê ve bû ? Meriv nikare hê jî behsa ronesansa wêjeya kurdî bike, erê berê li Swêdê û niha jî li Stenbol û Bakurê Kurdistanê tibabek pirtûkên wêjeyî derketin/dertên, lê ev têra ronesanseka wêjeyî nake. Ronesans weke ku navê wê jî li ser e, yanî jinûveavakirin, jinûvezayîn e. Kengî ku li nav civaka me qîmeta pirtûkan ji ya ‘keleş’an zêdetir be; kengî ku hêza gotinan di dilê civakê de ‘pere’ kir, bû wekî guleyekê û karî nezanî û reşahiyê biqelêşîne, hingê em ê bikaribin behsa ronesansa wêjeya kurd jî bikin. Lê em hê jî nîqaşa zimanê kurdî dikin. Em hê jî di nav xwe de wekî xwelîseran nîqaş dikin ka gelo wê zimanê saziya me bibe tirkî an kurdî? Tew mala minê… Li hêla din jî heta wêje xwendevanên xwe yên jîr peyda neke û heta ku wêje xwe di nava ziman, civak û xwendevanan de ji nû ve newelidîne, meriv nikare hingê behsa ronesansekê bike. Mesele civak tenê navê Mehmed Uzun û Cegerxwîn dizane. Navê M.Uzun bi ser riya tirkî re nas kirine û berhemê wî jî heke xwendibin bi tirkî xwendine. Cegerwîn jî bi devkî seh kirine, ne pirtûkeke wî dîtine ne jî şeklê wî. Jixwe hin kes hê jî dibêjin ku Cegerxwîn stranbêj e. Ji ber ku li Kurdistanê tenê navê stranbêjan zûka dertê û belav dibe. Bi ya min hêj ji ronesansê re pir wext divê…
Tu têkiliya ziman û wêjeyê çawa dinirxînî ? Ziman û wêje helbet wekî goşt û neynokê ne. Têkiliya wan yekser bi hev re heye. Wêjeyeke xurt encax dikare ji nav zimanekî pehtî derkeve. Av û çîmentoya wêjeyê ziman e. Lê ji bo wêjekariyê jî divê bi yekî/ê re tevn û vegotineke kurdî hebe, ku pala xwe dide zargotin û kelepora kurd. Divê rihê peyvên kurdî di malikên hişê wêjekarekî de kon vegirtibin, nexwe verêsandin û vehûnandina wêjeyê gelekî zor e. Heke tu dêna xwe bidiyê tu yê bibînî ku bêhna wergerê ji tekstên hinek wêjekarên kurd tê. Dema meriv ji wan re dibêje jî xwe aciz dikin. Ew gramer û rênivîsa kurdî heta radeyekê baş bizanibin jî, lê nikarin hukmê li tevn û peyvsaziya kurdî bikin; loma zimanekî din xwe di ber kurdî re serê xwe hildide û di nav teksta nivîskarî de çavê xwe ji me re dişkêne; wêjeya ku dinivîsin, mixabin wêjeyeke ferhengî ye!
Li ser wêjekarên ku bi zimanên biyanî dinivîsin-nivîsandine (wek Yaşar Kemal, Ehmed Arif, Selim Berekat, Yilmaz Güney û hwd.) fikra te çi ye, cihên wan li ku derê ye? Li ser vê meseleyê her çiqas ku pir hatibe peyîvîn jî, lê hê jî nezelaliya xwe diparêze. Gelek caran nasnameya nivîsê, bi nasnameyên din yên nîjadî, dînî, civakî, cinsî, siyasî ve tê berovajîkirin û belawela kirin. Nivîs, ji kîjan kaniya zimanî ‘av’ê vedixwe, nasnameya wî zimanî hildigire. Em bêjin, nivîskarekî kurdînûs di derbarê Berlînê de ji hemû nivîskarên alman jî xweştir berhemeke wêjeyî binivîse, lê wê nekeve nav nasnameya wêjeya almanî. Dema meriv bêje wêjeya almanî, tê wê maneyê ku wêjeya ku bi zimanê almanî hatiye nivîsandin. Em bêjin Karl May li ser kurdan romaneke wêjeyî(Durch Wilde Kurdistan/Di nav Kurdistana asê re) nivîsandibe ji ber xerca zimanê wê nabe malê wêjeya kurdî. Di vir de Karl May bi koka xwe jî kurd be ferq nake. Ez dibêjim qey ji ber vê sedemê ye ku carcaran Yaşar Kemal xweziya xwe pê tîne ku di şûna hemû berhemên xwe de tenê pirtûkeke bi kurdî binivîsanda. Ji ber ku civak û siyaseta kurd di nav lêgerîna xwenaskirinê de ye. Dixwaze hin nasnameyan ji xwe re çêke. Û bi vî awayî xwe li dinyayê bide naskirin. Em carina jibîr dikin ku têkiliya wêjeyê yekser bi zimanî ve heye. Her berhemeke serkeftî ya wêjeyî, bi xwe re zimanê ku pê hatiye nivîsandin jî jinûve diwelidîne. Em bêjin meriv di nav avahiya zimanê frensî de, bi wêjeyê avahiyeke nû çêke, tu nikarî wê avahiyê bibî nav zimanekî din. Lê bi tenê bi riya wergerê!!! Jixwe ferqa nasnameya zimanê resen û wergerê di vir de derdikeve holê.
Tu têkiliya di navbera wêjekar û xwendevan an jî temaşevan çawa dinirxînî? Gelo divê têkiliyên wan çawa bibe? Mixabin têkiliya wêjekar û xwendevanên kurdî ne ew çend baş e. Heke hejmar hindik be jî, zêde ne aktîv e. Jixwe xwendevanên kurd hindik in, lê yên heyî jî ji ber rewşa kurdan her yek li welatekî li derekê dijîn. Îro li Amedê paneleke li ser wêjeyê bi xwe ve 20 xwendevanan peyda nake. Lê ji bo tirkînûsekî pênc qat zêde dibe. Têkilî û danûstandineke xurt helbet bi xwe re wêjeyeke xurt jî diafrîne. Xwendevan berî her tiştî kesên wêjekar motîve dikin. Ez bixwe ji berhemên xwe ji nivîsên xwe rexne û reaksiyonên erênî/neyînî wernegirim, ez ê dev ji nivîsê berdim. Hebûna xwendavanî –kêm zêde!- neynika wêjekar bixwe ye jî. Wekî din jî ji bo tovreşandin û belavkirina ziman û wêjeya kurdî jî divê nivîskarên kurd di nav civakê de bi xwendevanan re gelekî dilnizm û destebira bin. Divê nekevin nav tu kompleksên beredayî; divê bi berhem û bi rabûn û rûniştandina xwe ve di dilê civakê de bibin sembol, nexwe pênc xwendevanên heyî jî wê bêhemdî berê xwe bidin ser zimanên dagirkeran. Wekî din jî divê di navbera nivîskar û xwendevanên kurdî de têkiliyeke wekî ya şêx û mûrîdan tunebe; nexwe wêjeya kurdî gavek jî pêş nakeve.
Ji bo pêşketina wêjeya kurdî û di nav gelên cîhanê de were naskirin, pêşniyarên te ji wêjekar û gel re çi ne?
Ji bo wê divê berî her tiştî deh berhemên kurdî wergerin ser sê-çar zimanên sereke; bo vê jî organîzasyon û projeyên mezin lazim in. Mixabin ji tiştên beredayî re sed proje hene, lê projeyeke wisa girîng qet nebe ji Hukemeta Kurdistanê û belediyeyên bakûr re nabe mijar jî. Wekî din weke ku min li jor jî behs kirî ev yek bi statûya kurdan ve grêdayî ye. Heta ku gelê kurd di nav dinyayê de wekî miletek neyê naskirin wê wêjeya wê jî deng venede. Lê heta vê radeyê kurd li her deverê dinyayê bi devkî be jî dikarin pirtûkeke kurdî li cîranên xwe yên tirk, ereb, alman, frensî… bidine naskirin.
Wek nivîskar û edîbê kurd gelo gencîneya peyvên kurdî û rêzimana kurdî ji bo afirandina wêjeyê têrê dike? Peyvên kurdî, hebûna zimanê kurdî ji serê vehûnandin û afirandina wêjeyekî zêde ye jî. Tişta ku divê em jixwe bipirsin ev e gelo wêjekar têra zimanê kurdî dikin an na? Em jibîr nekin wêjekar di nav berhema xwe de wî zimanî jinûve diafrîne û zimanê xwe jê peyda dike. Bi ya min ‘zimanê çûkan’ jî têra wêjekariyê dike. Berî sêsed-çarsed salan bi vî zimanî klasîkên kurd pê hatine nivîsandin; ez dibêjim îro berê ziman firehtir e. Li hêla din, bikaranîn û hişlêbarkirina ziman a di nivîsandinê de gelekî mûhîm e. Li ser navê nûbûn û nûjeniya bila di wêjeya kurdî de zimanekî çêkirî neyê bikaranîn.
Ji bo xurtbûn û kemilandina edebiyata kurdî pêşniyarên te çi ne? Ji bo kemilandina wêjeya kurdî, berî her tiştî sebir, ked, xepareke dûvedirêj ya bi ser ziman û wêjeya kurdî re lazim e. Berhemên ku bi zimanekî sade lê tîr û kûr hatine nivîsandin, wê helbet teqleke mezin bide wêjeya kurdî. Piştî wê jî naskirina wêjeya dinyayê, wê di xwenaskirina wêjeya kurdî de roleke pozîtîv bilîze. Konferansên wêjeyî ên navneteweyî, wergerên çak wê nefeseke mezin bide wêjeya kurdî. Her wiha çapkirin û belavkirina pirtûkên bi kalîte, danasîn û reklama wan jî gelekî girîng e. Li hêla din jî 99 belediyeyên Bakur dikarin li bajarên xwe pirtûkxaneyên kurdî vekin. Di navendên wisa de wêjeya kurdî dikare her dem pêş bikeve. Tişta herî mezin jî, divê li sazî û dezgehên kurdî ji bilî kurdî tu zimanekî din ne aktîv be, nexwe kurdî nikare kirasê xwe nû bike û xwe bi xêra wêjeyê bixemlîne.
Gelo edîbên kurd hene? Weke tê zanîn “edîb” ji kesên ku bi wêjeyê re mijûl dibin, ji kesên ku bi nivîs û vehûnandina gotinan re têkildar in tê gotin. Helbet edîbên kurd jî hene. Îro li welat û çarnikarê dinyayê kesên ku bi gotinên kurdî re mijûl dibin, nivîskarên ku bi kurdî pirtûkan derdixin hene. Lê divê helbet meriv kurdên ku bi ‘tirkî’ mijûl dibin nexe nava vê kevanê.
Çi helbest, çi pexşan, çi çîrok, çi roman be, edîbên kurd herî pir kîjan awayê wêjeyê bi kar tînîn? Herî zêde helbestê… Gelek kes bi helbestê gav davêjin nava nivîsa kurdî, dema di derbarê helbestê de çend tiştan dadiqurtînin fêm dikin ku nikarin ji bin barê helbestê derkevin, ji wir berê xwe didin pexşan û çîroka kurdî. Piştî demeke din ji ber ku navê romanê xwedêgiravî li derdor bêtir ‚pere’ dike, vêca ji wir xwe davêjin qada romanê. Mesele gelek kes bi ya min dikarin tekstên mîzahî xweş binivîsin, lê ji ber garana civakê xwe li romanê diqelibînin. Piştî demeke din di romanê de jî hunera nivîsa xwe ya heyî ko dikin. Yanî kêm kes didin dû xwesteka rihê xwe. Nivîskar, bêyî ku awayê derbirîna rihê xwe nasbike, mixabin kirasê ku civak lê dike ji xwe re ‚xweşik’ dibîne.
Rol û cihêbûna wêjeya devkî û nivîskî çi ne? Wêjeya devkî ew e ya ku bi sedan sal e li ser devê dengbêj, çîrokbêj û henekbêjan bi xêra çîrok, metelok, destan, stran, klam, xeberoşk û hwd. hatiye gihîştiye îro. Wêjeya nivîskî jî ew e ku nivîs û pirtûkên ku bi rengê roman, çîrok, helbest, mîzah, şano, rexne û pexşanê bi afirîneriyeke nû ve têne nivîsandin. Helbet di vir de gelekî girîng e ku haya wêjekarên kurd ji wêjeya devkî yanî bi giştî ji zargotina kurdî hebe, da ku tekstên wan ên nûjen bikaribe pala xwe bide binyata xwe; nexwe wê wêjeyeke şeht û kulek were ser rûyê dinyayê.
Ji bo geşbûna zimanekî wek kurdî, rola wergerê heye?
Helbet rola wergerê gelek e. Werger xwîna zimanekî ji nû ve nû dike û bi enerjiyeke cihê ve dikelîne. Berhemên ji zimanê kurdî çiqas ku wergerin ser zimanên din û berhemên ji zimanên din jî çiqas ku wergerin ser kurdî, ew çend ziman pêş dikeve. Ziman bi xêra tecrûbeyên zimanên din berê xwe fireh dike; tabûyên vegotinê dişkêne, rihê xwe ber bi asîmanên zimanê din ve divelizîne. Ziman bi xêra wergerê nefesek mezin distîne û hilm û hinavên xwe paqij dike.
Aya ji bo zimanekî edebî, hebûna zaravayên wî dewlemendî ye? Hebûna zaravayên din sedîsed dewlemendiyek mezin e. Dema lazim be, meriv dikare ji zaravayên din gotin, biwêj û vegotinên din wergire di wêjeya zaravayê xwe de bikarbîne. Lê mixabin gelek wêjekarên me tenê zaravayê xwe dizanin. Ez bixwe jî kêm zêde ji soranî fêm dikim, lê mixabin ji zazakî fêm nakim. Mixabin civaka kurd hebûna devok û zaravayan bi xêra aqilê dewleta tirk hê jî wekî pirsgirêk û kelemekê bi nav dike; weke tê zanîn dewleta tirk her dem zimanên li Tirkiyê wekî kelemekê dîtiye.. Lê hebûna zarava û devokan rengînî û dewlemendiya zimanê kurdî diçespîne. Di vir de belkî bê pirsîn wê nexwe zimanekî standart çawa pêk bê? Zimanê standart bi xwendin û nivîsandinê çêdibe…
Pirtûkên wî: 1. Govendistan (Weşanên Pêrî) 2. Mirin (Weşanên Aram) 3. Koçername (Weşanên Do)
Ji malpera Gelawej.net hatiye girtin


