Rastî çi ye? Li ser vê pirsê felsefe ava bûye. Her serdemê, her feylezofî hewl daye rastiyê pênase bike. Bawer im ku heya mirov li darê dinê hebin wê ev pirs û lêgerîna bersiva vê pirsê jî hebe.
Ev têgeh ev çend roj in ku hatiye xwe bi mêjiyê min ve zeliqandiye û pirsa, “rastî çi ye?” di mêjiyê min de olan dide.
Pirsa min ne li ser bingehek felsefîk rûniştiye. Bêhtir li ser bingeheke civakî rûniştiye.
Heke em li ser bingeheke civakî têgeha rastiyê pixepêrin em ê bibînin ku li şûna rastiyê têgeha hêzê tê li pêşberî me radiweste. Yanî rastî, heqîqet di nav civakê de dirb û dirûvê xwe digihure û bi awayekî rûpoşkirî, wekî hêzê, bi awayekî bihêz xwe bi me dide nasîn. Lê takekes û civak hay jê nîn in ku ew tişta jê re rastî dibêjin di heqîqeta xwe de ne rastî lê hêz bi xwe ye.
Hêz li ku be takekes û civak jî li wir e û wê hêzê wekî ku rastî be, wekî ku heqîqet be pîroz dikin.
Di civakê de dema ku referansa rastiyê hêz be, temen û adresa wê jî guharbar e. Ango tişta ku îro civak jê re rastî dibêje, di siberojeke nêzîk de bi guherîna hêzê, bi guherîna rastiya hêzê rastiya civakê jî bi carekê re diguhere. Civakên wiha rastiya xwe ya ku duhî diparastin, pîroz dikirin nafikirin û bi carekê re pişta xwe didin rastiya xwe ya duhî. Bi carekê re formatekê davêjin bîra xwe û wekî ku tim ji hêza nihayî ango ji rastiya nihayî re rastî gotibin tevdigerin.
Di civakên ku referansa rastiya wan hêz be de rastî tu caran nayê peyda kirin. Di wan civakan de sînorên îluzyon û rastiyê têkilî hev in. Ku em gavekê pêştir de bavêjin em dikarin bibêjin ku di van civakên ku referansa rastiya wan hêz be de, tim di atmosfereke îluzyon de hilmê didin û distînin.
Heke kesek ji wê civakê ku hay ji rastiya heyî derkeve jî, ji ber tirsa ku bi hişkerekirina ne rastîbûna rastiyê civakê re ew ê bê cizakirin wê wêrekiyê bi xwe re nabîne ku bibêje, “Ev a ku hûn jê re rastî dibêjin çewt e, ne rastî ye, lê hêz e! Hêz û rastî ji hev cuda ne. Ma bi bîra we nayê ku we duhî ji vê re rastî digot!?”
Lê heya ku di nav van civakan de kesên ku bikarin wê wêrekiyê nîşan bidin dernekevin ew civak wê tim di nav dinyayeke îluzyonê de be û wê nikaribe gava xwe bavêje nav rasteqîniyê û di ber sînorên rastiyê re bibihure.
Karekterê hêzê qet ne girîng e. Hêza ku civak jê re rastî dibêje hewce nîn e bi alav û navgînên kotekî li dar be. Karekterê hêzê tenê dikare gotinî jî be. Jixwe hêz, desthilatdarî pêşî bi rêya gotinê, li ser gotinê ava dibe. Gotin dibê xweyî hêzeke bûjenî û hêza xwe ya çewsîner li ser takekes û civakê disepîne. Hêz û desthilatdariya herî bi bandor jî ew cure hêz e ku otoriteya xwe tenê bi gotinê jî mabe di kûrahiya takekes û civakê de bi cih kiriye. Loma hêz, desthilatdariya ku oterîteya xwe bi rêya navgînên çekdarî ava kiribe rojek ji rojan dikare ji holê were rakirin. Lê hêza ku bi gotinî otorîteya xwe di takekes û civakê de saz kiribe ew zû bi zû, bi hêsanî nikare ji holê were rakirin.
Oterîteya gotinî encax bi gotineke din a xurt a azadkar dikare ji holê were rakirin.
Di civakên ku referansa rastiya wan hêz e û referansa hêzê jî gotinî be, ji bo ku ew civak bikaribe xwe ji bandora wê hêzê û otorîteya wê ya gotinî rizgar bike dîsa pêdivî bi takekesê ku bikaribe antîgotinan bike heye.
Me li jorê behsa tirsê kiribû û me gotibû ku takeks ji tirsa cezakirinê newêre nerastîbûna rastiya civakê destnîşan bike. Naxwe civak tim wê di bin nîrê rastiya rûpoşkirî de bimîne?
Helbet na. Li vir dîyalektîk tê hewara me. Piştî asteke çewisîner ya rastiya heyî êdî dem tê, şert û merc digihin û ew takekesên ku bikaribin nerastîbûna rastiyê deşîfre bikin derdikevin dika civakê û bi dengekî bilind, bi gotineke xurtir li hemberî hêzê radiwestin û derz û qelşan di otorîteyê de pêk tînin û wê hildiweşînin.
Bi hilweşandina hêza heyî re êdî civak hay jê çêdibe ku rastiya ku heya niha jê re rastî dihate gotin ne rastî ye û bi vê hayjêçêbûnê re jî civak dikeve nav lêgerîna rastiya xwe û rastiya xwe ji nû ve ava dike.


