logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kurd, korona û makarna, ligel pivazan

  • Dîrok: 12/04/2020
  • Beş:

Dilyar Amûdî

Gava Gabriel García Márquez “Evîn di dema kolerayê de” nivîsî gelo dizanî, ew ê di dema filan tiştî…de” bibe qalibeke ku li gelek tiştan tê? Ez wê nizanim lê bi rastî jî di van rojan de ku vîrûsa koronayê belav bûye û dibe û her wiha mirov nizane bê sibe dê çi bibe, ez fikirîm ku ji xwe re binivîsim.

Jixwe belkî xêrek jî di vê nivîsê de hebe ji ber min kengî dest bi tiştekî kiribe, tiştek çêbûye û rê li ber min girtiye. Îca belkî destpêkirina min a bi nivîsînê bibe sedem ku korona ji binî ve biqele û winda bibe û em jê xelas bibin.

Vîruseke balkêş e yan jî em bibêjin “vîrusê bandoreke balkêş li dinyayê kir” ji ber ku bi rastî em nizanin vîrus çi ye û çawa ye lê berteka xelkê li ber çavan e. Çima balkêş e? Hema sedema herî besît ev nivîsîna min e. Ev çend sal bûn min dikir û nedikir, min nedikarî du hevokan binivîsim.

Balkêş e ji ber berî niha yekê di medyaya civakî de yekê wiha pirsî: “Teqrîben em ê kengî bikarin dîsa hev hembêz bikin.” Ha belkî pirsyara wê normal be, lê xwestina min ku ez jê re bibêjim “Hema te kengî xwest, were ez amade me” balkêş e. Ma qey ez ji mirinê natirsim? Weleh qidûmê min jê dişikê û ji lehengiyên bêsedem jî hez nakim lê Xwedê dizane ku ez gelekî ji sîngan jî hez dikim.


Mirov 3 caran bên dinyayê

Di heman demê de min ev hevokên li jorê ji hevaleke xwe re şandin û min ji xwe re got, qey dê daxwaza min bala wê bikişîne” lê bersiva wê “Mirin sar e” bû. Nizanim çima min jî got, “ divê mirov sê caran were dinyayê.” Ez berê jî li ser vê sêbarekirinê fikirîbûm û her ez gihiştibûm wê baweriyê ku mirov her dê heman tiştî bike, heta eger 30 caran jî were dinyayê.

Gelo rûntiştina li malê dê encamên çawa bi xwe re bîne?


Ez naxwazim bibim hejmarek ji hejmaran

Roj bûne wekî hev û hesta ku mirov ji hundirî aciz dibe jî hesteke seyr e ji ber ev ji malê dernakevim û aciz jî nabim.

Çend tişt hene, ez li ser wan difikirim; gelo piştî vê qiyameta korona bi dawî bibe, dinya dê tiştekî û cihekî çawa be? Gelo em ê çawa jê derkevin, helbet eger em sax bimînin? Û gelek pirsyarên din lê ez vê dizanim ku naxwazim bi vê vîrusê bimirim, naxwazim bibim hejmarek di Rexistina Saxlemiyê ya Cîhanê de û dixwazim bibînim gelo piştî vê qeyranê dê dinya çawa bibe.

Welhasil, min hevaleke alman heye û me li hev pirsî bê di vê demê de em çi dikin û wextê çawa dibuhirînin.

Diyalog wisa derbasbû:

Min: Ez aciz dibim.

Wê: Binivîse.

Min: Li malê me, ez ê çi rêxê belav bikim?

Wê: Beşê yekem ê pirtûkê bila li ser te be û 18'ên mayî bila li ser kurdan bin.

Ev çend sal in, ne dixwazim qala kurdan bikim, ne jî li ser wan dinivîsim ligel ku her dem ez nûçeyan li ser wan dişopînim. Dilê min ji wan re dixwaze, dilê min bo wan diêşe û dizanim ku bi temamî ne sûcê wan e jî lê êdî hêvî nemaye lewra naxwazim tiştekî li ser wan binivîsim. Lewra eger ez tiştekî wiha bikim, ew 18 beşên nivîsên vikî vala bin.

Ez dibêjim “ew û wan” û xwe ji wan bêrî dikim ne ji ber ez ne kurd im lê ji ber kurdbûn barekî giran e û wekî her kurdî dixwazim jê xelas bibim.

Lê di vê dema koronayê de dîsa dilê min bi ser wan ve ye ji ber ku nezan in û li xwe ne miqate ne. Gelek kurd dê bimirin bi vê nexweşiyê. Çima?

Ji ber nakevin mala xwe, li ser qûna xwe rûnanên, nexweşxaneyên wan tune ne, cîhanên wan pêwîst tune ne. Gava nexweşî belav bibe û li ber deriyê nexweşxaneyan bimirin û term li ser hev bên danîn, dê serê wan li tehtê bikeve.

Çîrok digere, dizîvire û tê heman xalê lê ez ê nebêjim bê çi ye.

Ji xwe mû bi zimanê ve hat û me got û got û tûrikê xwe vala kir lê koletî û hişmendiya kole, ji wan zincîrên xwe hez dike. Lewra ez ê qala rojên xwe di malê de bikim wekî ku rojên min ên berê cuda bûn.


Gelo çend vîrus ketin hundir?

Ew tirs û endîşeya û taswasa çûnê dikan û marketan ne xweş e.  Lewra min hundir tijî makarna yan wekî em dibêjin mekrûn, birinc û nîsk kir û her êvar şîvê çêdikim lê mixabin hevalê min bijîşk e. Her roj diçe li nexweşan dinêre û êvarî vedigere. Her vedigere, ez ji xwe dipirsim “Gelo çend virus pê re ketin hundir?”

Welhasil, min îro makarna û şorbeya nîskê çêkir, min pîvazek jî danî ber û repandê lê min ji bîr kir ava şêliman deynim ber… Xweş bû û me zik kir tembûr.

Tiştekî din jî heye ku divê ez bibêjim; ev çend sal in ku ez dikuxim û dikuxim û carinan bi şev jî ji ber kuxikê şiyar dibim û bêhna min diçike. Îca niha jî wisa ye û nizanim ji ew rewşa herdem e yan jî ihtîmal heye ku korona be. Ji ber wekî tê zanîn dibe ku hinek sivik jî ji vê nexweşiyê xelas bibin. Tu carî şensê min ew qasî çênebûye.

Sala 2020'an li ser şexsê min xweş û baş bû û gelek tişt li gorî dilê min bi rê ve çûn lê helbet ji bo dinyayê gelekî xerab bû û ji xwe ji bo kurdan, ne sala 2020'an lê sedsala 20'an û 19'an û 21'ê gelekî xerab bû..


Qidûmê min şkesti ne û ev jî asayî ye...

Gelo sibe dê çi bibe? Gelo ez ê îşev dîsa ji ber kuxikê di xew re neçim? Gelo ez ê bikarim dest ji cigareyê berdim? Nizanim lê nivîsên bê dê nîşan bibin bê ew ê çi bibin lê ji xwe eger we dît min bo demeke dirêj nenivîsiye. Bizanin ku… Wekî got qet ez ê bibêjim “ez mirime”. Na na! Bizanin ku tiştek nemaye ku ez binivîsim. Helbet ji virus û nexweşiyê ditirsim, ji malê dernakevim, naxwazim bimirim û her wiha tevdîrên xwe jî digirim lê ligel wê jî dibêjim qey ez ê nemirim yan jî dixwazim bawer bikim ku ez namirim…

Tirs heye? Qidûmê min şkesti ne û ev jî asayî ye...

Ji bo hûn nebêjin ew çi sernav e. Min behsa korona û kurdan kir; ligel wan min makarna xwe û pîvaz jî xwarin...


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Li Kurdistanê Şev û Mij' hat nîşandayîn

ad

Dadgehê Şaxa GOÇ-DER'a Êlihê girt

ad

Bi ya we Şaredarê Wanê li ku derê ye?

ad

Piştî 70 salan ji George Orwell lêborîn xwestin

ad

Adar Jiyan: Xwezî hejmara xwendevanan zêde a nivîskaran kêm ba

ad

Weşanxaneyên beşdarî Fûara Amedê dibin û çalakiyên wan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname