logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Weşanxaneyên beşdarî Fûara Amedê dibin û çalakiyên wan

Fûara Pirtûkan a Amedê vedibe. Vaye lîsteya weşanxaneyan û çalakiyên bi kurdî...

  • Dîrok: 16/05/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Fûara Pirtûkan a Amedê îsal dikeve sala xwe ya 5'an. Her ku diçe zêdetir bala pirtûkhezan dikişîne. Fûara îsal di navbera 20-25'ê gulanê de li dar dikeve. 16 weşanxaneyên kurd beşdarî fûarê dibin û çalakiyan li dar dixin.

Li Tirkiyeyê fûarên pirtûkan ji aliyê TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ve têne organîzekirin. Fûara herî kevn a Stenbolê ye. Ya Amedê jî 4 salan li dar ket û niha ji bo sala xwe ya pêncan amade dike. Li gor agahyên ku me ji amadekarên fûarê girtin li dor 150 weşanxane û saziyên sivîl dê beşdarî fûarê bibin. Di nav van de 14 weşanxaneyên kurd û hin saziyên sivîl ên kurdan hene. Di fûarê de li dor 60 gotûbêj, panel, xwendina helbestan dê li dar bikevin. Ji nivîskarên kurd Îrfan Amîda bigire heta Dilawer Zeraq, Remezan Alan, Cîhan Roj, bi dehan nivîskarên kurd dê beşdarî di panel û gotûbêjan de bikin. Bi giştî li bendê ne ku 300 nivîskar rojên îmzeyan li dar bixin.

Alî Emîrî tê bibîranîn

Alî Emîrî yek ji nivîskarên Amedê bû û di nav Amedê kevn de zêdetir tê nasîn. Îsal 90'emîn salvegera mirina wî ye. Ji bo vê yekê jî di fûarê de li ser wî panelek hatiye organîzekirin. Rektorê Zanîngeha Artuklu Prof.Dr. Kadri Yildirim û Fahri Aral dê wê li ser jiyan û berhemên Alî Emîrî biaxivin.


Pêşangehên fûarê

Di fûarê de pêşangehek li ser Orhan Kemal, Orhan Veli û Oktay Rifat ku pûnûsên qedirbilind ên wêjeya tirk in li dar bikeve. TUYAP'ê ji bo 100'emîn rojbûyan Orhan Kemal li fûarên Edene, Bursa û Îzmîrê ev çalakî li dar xistibû niha li Amedê jî li dar dixe.

16 weşanxaneyên kurd amade ne

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi ser 20'î re weşanxane pirtûkên nivîskarên kurd çap dikin. Ji van 14 weşanxane di fûara Amedê de standê vedikin. Weşanên APEC (2, 204 A), AR (2, 705 C),  ARAM (2, 201),  AVA (2, 103 A), AVESTA (2, 704), BELKÎ (2, 103 B), DENG (2, 204 B), DO (2, 204 D), J & J (2, 103 C), LÎS (2, 604 A), NA (2, 204 C), NÛBIHAR (2, 605),  PEYWEND (2, 804 D), RONAHÎ (2, 804 C), RÛPEL (2, 705 A), SÎTAV (2, 204 E) wê standan vekin. Her wiha Weşanên Evrensel jî ku ne weşanxaneyek kurd e lê bi kurdî jî pirtûkan çap dike, di salon 2 no 602 A de standê vedike.

Saziyên sivîl ên kurd

Ji saziyên sivîl ên kurd jî hinek jê li fûarê standê vedikin. Kovara Kurt Tarihi, Komeleya Nivîskarên Kurd, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Nûneriya PEN'a Tirkiyeyê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di fûarê de standan vedikin.

Çalakiyên bi kurdî û kurdan re eleqedar

Di nav çalakiyên fûarê yên wekî panel, gotûbêjan de beşek mezin ji panelên bi kurdî û her wiha yên li ser kurdan cih digirin. Ji nav bernameyê me ev ji bo we neqandin:

20 Gulan, Sêşem

Konferans Salonu I

14.00-15.00

Panel: “Bi hemû aliyên xwe rewşenbîrekî ji Amedê: Ali Emirî”

Birêvebir: Fahri Aral

Axifger: Kadri Yıldırım

Amadekar: TUYAP

 

17.45-19.30

Forum: “Duh û îroya wêjeya kurdî"

Birêvebir: Netice Altun Demir

Axifger: Osman Ozçelik, Şerfxan Cizirî, Roşan Lezgîn, Berken Bereh, Edip Polat, Îsmaîl Dîndar, Mehmet Oncu

Amadekar: Komeleya Nivîskarên Kurd

 

Salona Konferansê II

18.00-19.00

Gotûbêj: “Hunera wergerê û rewşa wêjeya kurdî”

Axifgerr: Mûhsîn Ozdemîr, Mihemed Ronahî

Amadekar: Weşanên Ronahî

 

21 Gulan, Çarşem

Salona Konferansê I

12.00-13.00

Gotûbêj: “Dîroka Licê, Şewata Licê ya 1993'yan”

Axifger: Ali Çiftçi, Rojin Zarg

Amadekar: Apec

16.00-17.00

Gotûbêj: “Di kurdî de tevgera wergerê"

Axifger: Îrfan Amîda, Salih Agir Qoserî, Ebdelah Şexo, Aydin Rengîn

Amadekar: Weşanên Lîs

 

18.30-19.30

Xwendina helbestan: "Helbestên Bira"

Beşdar: Berken Bereh, A. Hicri İzgoren, Lal Laleş, Aydin Alp, Hogir Bebir, Seyyidhan Komurcu, Roşeng Rojbir, İlhami Sidar

Amadekar: Komeleya Nivîskarên Kurd

Salona Konferansê II

14.30-15.30

Gotûbêj: “70'emîn Sala Yûsûfê ji Qurzeyî"

Axifger: Munzur Çem

Amadekar: Weşanên İletişim

17.00-18.00

Gotûbêj: “Ne ba dikare min hilde, ne ax min dike mêvanê xwe"

Axifger: Mueyed Teyib

Amadekar: Weşanên Avesta

18.15-19.15

Gotûbêj: “Di wêjeya kurdî de bikaranîna ziman û heteroglossîa”

Axifger: H. Kovan Baqî, Mihemed Ronahî

Amadekar: Weşanên Ronahî


22 Gulan, Pêncşem

Salona Konferansê I

13.15-14.15

Gotûbêj: “Cîhana Zarokan: Li ser wêjeya zarokan a kurdî"

Axifger: İsmail Dindar, Mem Bawer

Amadekar: Evrensel Basım Yayin- Evrensel Çocuk Kitapligi

14.30-15.30

Panel: “Razemeniya ji bo wêjeyê: Yên li hundir û yên li derve”

Birêvebir: Feratê Dengizî

Axifger: Hayrettin Ekinci, Hecî Nehsan, Mizgin Aydin, Tewfîq Hêja

Amadekar: Ajans J&J

15.45-16.45

Gotûbêj: “Di nivîsa hemdem a kurdî de pirsgirêka têgehan"

Axifger: Abdullah Kıran

Amadekar: Weşanên Nûbihar

17.00-18.00

Gotûbêj: “Di romanivîsiya Dilawer Zeraq êşên winda”

Axifger: Dilawer Zeraq, Berken Bereh, Ahmed Kanî

Amadekar: Weşanên Lîs

Salona Konferansê II

13.15-14.15

Gotûbêj: “Polîtîkayên ziman û li Tirkiyeyê rewşa kurdî"

Axifger: Cuma Çiçek

Amadekar: Weşanên Peywend

14.30-15.30

Panel: “Kaniya Helbestan"

Birêvebir: Ronî War

Axifger: Gernas Roderîn, Veysel Vesek

Amadekar: Weşanên Ava

15.45-16.45

Panel: “Kovargeriya ciwanan"

Birêvebir: Îmad Bernas

Axifger: Kenanê Nado, Mem Gewez, Meki Ekin

Amadekar: Komeleya Nivîskarên Kurd

17.00-18.00

Gotûbêj: “Di helbesta kurdî de Hewreman û Xoresan”

Axifger: Selîm Temo, Mihemed Ronahî

Amadekar: Weşanên Ronahî

 

23 Gulan, În

Salona Konferansê I

15.45-16.45

Gotûbêj: “Romana Kurdî”

Axifger: Adnan Gerger, Gani Türk

Amadekar: Evrensel Basım Yayin

17.00-18.00

Gotûbêj: “Sefernameya Selaheddînê Eyyûbî"

Axifger: Fatih Aydin, Lokman Ayebe

Amadekar: Weşanên Lîs

18.15-19.30

Panel: Helbest nîn be her kêlî vala ye

Axifger: Çetin Duran, Nurzal Keser

Amadekar: Weşanên Ava

Salona Konferansê II

12.00-13.00

Panel: “Di nivîsa kurdî de 3 nifş"

Birêvebir: Cîhan Yıldırım

Axifger:  Krîstîn Ozbey, Cîhan Roj, Feysel Özdemîr

Amadekar: Weşanên J&J

 13.15-14.15

Gotûbêj: “Statuya Kurdî û Li Ewropayê Polîtîkayên Ziman"

Axifger: Abdullah İncekan

Amadekar: Weşanên Nûbihar

14.30-15.30

Gotûbêj: “Nivîsandina li Girtîgehê"

Axifger: Muharrem Erbey, Şeyhmus Diken

Amadekar: Nûneriya PEN'a Amedê

 

15.45-16.45

Gotûbêj: “Di kurdî de Mesnewiyeke evînê: Yûsûf û Zuleyxaya Selimiye Hîzanî

Axifger: Ayhan Geveri

Amadekar: Weşanên Nûbihar

17.00-18.00

Gotûbêj: “Azadiya akademîk û azadiya ramanê"

Birêvebir: Roşan Lezgin

Axifger: İsmail Beşikçi

Amadekar: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

18.15-19.15

Panel: “Berxwedana Helbestê Rojava”

Birêvebir: Lal Laleş

Axifger: Berken Bereh, Cumali Eşsizoglu, Siyamend Serbilind, Ali Bayram, İ. Halilkagar, Birsen İnal, Mahmut Tarık, İrfan Temel, Naum Melo, Erkan Eslek

Amadekar: Nûneriya PEN'a Amedê

 

24 Gulan, Şemî

Salona Konferansê I

12.00-13.00

Gotûbêj û guhdariya muzîkê: “Razên Qedîm ên Dîkranagerdê Qedîm"

Axifgerlar: Adnan Gerger, Şeyhmus Diken, Yervant Bostanci (Udi Yervant)

Amadekar: Evrensel Basım Yayin

Salona Konferansê II

12.00-13.00

Panel: “Gabriyelê ku Sûrên Amedê ji xirakirinê rizgar kir û wefa"

Birêvebir: Fırat Anlı

Axifger: Şeyhmus Diken, Kaya Ozsezgin, Halil Degertekin, Kenan Ozhal, İdil Çetin

Amadekar: DİTAV

16.45-17.45

Gotûbêj: “Zimanek û mirovak - Bavê min Celadet Elî Bedirxan”

Axifger: Sînemxan Bedirxan

Amadekar: Weşanên Avesta

18.00-19.30

Merasima Xelatdayînê ya Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî

Amadekar: Evrensel Basım Yayin

25 Gulan, Şemî

Salona Konferansê I

12.00-12.45

Gotûbêj: Xwedîlêderketina nirxên me û Şahmaran

Axifger: Ronî War

Amadekar: Weşanên Ava

14.00-15.00

Gotûbêj: “Di weşangeriya kurdî de  Mem û Zîn, û cihê Melayê Cizîrî”

Axifger: Abdurrahman Adak, Perwîz Cîhanî

Amadekar: Weşanên Nûbihar

15.15-16.15

Gotûbêj: “Biranîna Arjen Arî/Fêmkirin: Di wêjeya kurdî de cihê Arjen Arî”

Axifger: Berken Bereh, Şeyhmus Sefer

Amadekar: Evrensel Basım Yayin

17.45-18.45

Gotûbêj: “Bi biryarên xwe Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê û Sedema Îdamkirina Şêx Seîd"

Axifger: Mahmut Akyürekli

Amadekar: Weşanên Nûbihar

Salona Konferansê II

12.00-12.45

Gotûbêj: “Wêjeya Kurdî ya Hemdem"

Axifger: Remezan Alan

Amadekar: Weşanên Peywend

 

15.30-16.30

Gotûbêj: Di pêvajoya aştiyê de rewşa niha em têde

Axifger: Altan Tan

Amadekar: Weşanên Tîmaş

 

16.45-17.45

Gotûbêj: Ehmedê Xanî û “Dîwan”a wî

Axifger: Kadri Yildirim

Amadekar: Weşanên Avesta

 

 

*** 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.     

 

 

 

Kurt Tarihi meseleya nasnameya kurdbûnê ya Bedîuzzeman digire dest

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vaye "Kuçeya Kurdistan"ê

ad

Ji nav lîsteya HDP'ê kî çû kî hat?

ad

'Tîtanîk' dîsa dikeve vîzyonê

ad

Anli: Hikumeta AKP'ê nahêle em li Amedê tramvay çêbikin

ad

'Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû' derket

ad

Fûara Pirtûkan a Elewiyan didome

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname