Ferzan Şêr
Dema ez li bexdayê bûm, li bajarê mirinê qarewarek li derdorê ketibû. Toz û dûmanên ji nav gavên xelkê de hildiperikîn, dihatin li ser rûpoş û kincên me vediniştin. Her kes bi qadê ve baz dida digotin El-Huseyin ibni Mansur dê bê dardekirin.Yanî El Hallac, yanî Hallac-i Mansur.
Ez ne profesor E. Wilhem Klopproth im, ne jî Louis Massignon im ku bidim pey rêç û şopa Hallac-i Mansur. Tenê çavên min di her zemanî de şopger û çavdêrê bûyeran e. Carinan li qada bexdayê dardekirina Hallac guhdarî dikin, carina jî li hemberî çarmîxkirina Îsa digrin. Geh çavekî min li Çarçira be, çavê din di seyra Leyla Qasim de ye. Geh guhekî min dengê Şêx Seîd bibihîse, yê din çîroka Sokrates dibihîse.
Ji avakirina dinyayê vir de ez di nav we de me. Navekî min dîrok e, yê din çarenûs. Bawer bikin di tûrika min de nema cihê êş û jana mirovan. Îro bi taybetî dixwazim behsa Hallac-i Mansur bikim ji we re. Ez ê ne behsa jiyan wî bikim ji were, ne jî behsa mirina wî. Ji ber ku di çarmîxê de wî bi xwe jî digot; “Min bikujin. Ancax ez bimrim, ez ê bijîm.” Min ev pevy li rojnivîska xwe û li mejiyê xwe kola. Destekî wî birîndar bû. Xwîna ji birîna wî diherîkî rengekî ecêb girtibû, reşesorkî bû. Diyar bû xwîn riziya bû wekî mejiyên mirovên derdora wî pêçabûn.
Ez zehf li ber heyfa te ketim. Dema nedigotin vê minafiqê ji nişke ve bikujin; te digot ji xwe min di agirên dojehê de dişewitinin. Dema te ji sûkên bajêr, ji tax û kolanên wî yên te ji wan pir hez dikir derbas kirin bi sedan kes tif û nalet li ser te barandin, dest û pênûsa min tevizîn nema navê te êş û kulên te nivîsandin. Mirov bi hezar caran ji dêvla te bimiriya ne çêtir bû ji vê dîmena xemgîn. Lê te ez şaş derxistim. Te bi her mixê ku di laşê te çikilandin re bêhtir bi coş dibûyî. Tu ji mirinê neditirsiya, mirin bo te jiyan bû. Lê tirsa min ew bû ev mirovên cirnexweş vê mirinê bi rûmet jî nebînin. Dardekirin ji bo azadiyê...Navê wî jî pir xweş e ma ku mirov bi dest bixe.
Êdî nikarim kuştina te, mirina te, ya rastî vejîna te ji xelkê re vebêjim. Her tiştê ji wê rojê tê bîra min ez bêhtir xemgîn dibim. Loma ez jî dev ji te ber didim Hallac nema karim bi van êş û derdan bijîm, binivîsîm. Tu zanî, tûrika min tije sêdar, jahr û giyotin in. Di nav van de tiştê ku herî têsîra xwe bi min dike gotina dawî ya mehkûman e. Min bi van gotinan ji xwe re rojnivîskek amade kiriye. Her bûyerên ku çavên min lê ketine, guhê min ew mizdane, pozê min ew bêhndane min yek bi yek nivîsandiye. Min bi te dest pê kir, bawer bike rojnivîska ser devkî ye, ka kî tê de tune ye?
Seyit Riza, Qazi Mihemed, Guy Fawkes, Şêx Bedrettîn, Cemal Hemawendî, Torlak Kemal, Thomas More, Omer Muxtar, Zulfîkar Elî Butto, Hz. Îsa, Deniz û hevalên wî, û bi sedan wekî wan....
Ya rastî ji bo çi ez van ji we re dibêjim nizanim. Çi hewceye mirov behsa mirinê bike ji yên jîndar e.
Lê carina wekî ku Hallac-i Mansur dibêje, “mirin ya rastî jiyîn e”. Divê ez devê xwe negrim. Min çi ditîbe divê bêjim. Divê bêjim ku dîrok di rûpelê kevnar de nerize. Divê bêjim ku dîrok nebe dîroka zaliman.
Di nav rûpelên min de ji her bajarê, ji her gundê, ji her neteweyê, ji her olê mirov hene. Yek ji wan jî kurd in. Ez eşkere dikarim bêjim ku li ser dinê tu milet wekî wan êş nekişandine. Bi dehan rêberên wan hatin dardekirin, bi hezaran gundên wan şewitîn, bi hezaran şervanên wan hatin kuştin. Ev tev di rojnivîska min de hene. Ez her û her bi van tiştan re dijîm. Nema karim êdî kuştina mirovan li bîraweriya xwe zêde bikim.
Lê hinek tişt jî hene ku mirov bi wan serbilind dibe. Mesela parastina van mirovan, bi taybetî parastina wan a li hemberî dadgehê. An jî gotina wan ya dawî. Li ser qisê mirov dikare çend minakan ji dîroka kurdî ya şewitî bide.
Di rojnivîska min a “gotina dawî” ya çend serokên û têkoşerên kurd de;
Şêx Seîd: Dawiya jiyana min a dinê hat. Tu poşmaniya min tune ye ku ji bo gelê xwe cangorî dibim.
Bes ku neviyên me li hemberî dijmên me, me şermezar nekin.
Leyla Qasim: Ger ku ez ji karekî di jiyana vê cîhanê de poşman bibim ew e ku ez zû dimirim bêyî ku bikaribim demeke dirêj ji gelê xwe re xebat bikim û ger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê kurd dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kiriye.
Xalid Begê Cibrî: Ez li hemberî we ne tenê me. Li Îranê,li Mezopotamya û li Tirkiyê neteweyeke xurt ya kurdan heye. Îro hûn min dardedikinîlê ez qet guman nakim ku dê naviyên me tola me hildin.
Şêx Evdilkadir: Jixwe hûn di talankirin û şewitandinê de xwedî şohreteke mezin in. We ev der jî kire wekî Kerbela. Vî baş zanibin ku bi mêtîngeriyeke sawker û bêwijdan rûmet û şohret nayên bidestxistin.
Yusuf Ziya Beg: Ez di wê gumanê de bûm ku hûn ê bixwazin me bi cih û payeyan bixapînin. Şikir ji xwedê re ku we em bi fîşek û benan pêşwazî kirin, ez ji ber vê ne poşman im. Bi saya van tiştên ku me dîtiye dê naviyên me tola me hildin
Dr.Fuat Beg: Her tim difikirim ku ji bo welatê xwe bi lehengî bibim cangorî. Bêguman e ku li vê axê ku em darde dikin dê ala serbestiyê bê hildan.
Parêzer Tewfik Beg: Cendeka min nîşanî hemû dinê bikin û bila her kes zanibe ku min ji bo mafên neteweyî şer kiriye, ne ji bo mafê kesane. Bijî Kurdistan.
Kemal Fewziyê Bilisê: Kurdistana bihuşt ya me. Em mazûvan in û kî çi bêje bila bêje em ê dîsa têkevin hundir. Dê tu hêz nikaribe li hemberî vî bisekine. Ji ber ku ew ya me ye.
Gotin lal dibin carinan. Seqem bi demê digire, dêmên heyvê sor dibin.
Vaye mirov zelal dibîne ku mirin jiyîn e. Lê ez bi van janên mirovan ka çiqas dikarim li ser piya bim nizanim. Nizanim ez ê heta ku hibra pênûsa xwe ji xwînê dagrim.
***
Nivîsên Ferzan Şêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:


