Diyarname
Koma Kardeş Turkuler ji bo piştgiriya Mayista Yaşam û Anadolu Yaşam Kooperatifî konser dike.
Mayista Yaşam Kooperatîfî ev 9 sal in ji bo perwerdehiya ciwanên feqîr û bêdereft dersê dide, wan ji bo zanîngehê amade dike. Şaxên kooperatîf li Umraniye, Tuzla, Sultanbeylî û Yenîbosnayê hen.
Anadoluda Yaşam Kooperatîfî jî di warekî din de xebatê dike. Ew li Okmeydani û Gulsuy ji bo ku gel xurekê (wekî arvan, birinc, rûn, zeytûn, şampûnan û hwd) bi erzanî bikirin xebatê dike. Alîkariya gel dike.
Niha Kareş Turkuler konsere ji bo alîkariya her du kooperatîfan li dar dixe. Konsera Kardeş Turkuler di 9'ê mehê saet 17'an de li Kadikoy Halk Egitim Merkezî lidar dikeve û heta saet 22'yan dê li dar be. Her wiha digel Kardeş Turkuler Grup Mayis û Ahmet Yakup jî dê derkevin ser dikê û stranan pêşkê bikin.
Ji bo yên eleqedar:
Kadikoy Halk Egitim Merkez, Bahariye Cad. No. 39 (Likêleka Adliyeyê), Kadikoy, Stenbul


