logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Empatî ji bo kurd û kurdî

Meseleya empatiyê, ne meseleyeke hema welê ye. Bi şert û mercan ve girêdayî ye. Piştî Kobanê û piştî Şoreşa Rojava kesên

  • Dîrok: 30/09/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê


Meseleya empatiyê, ne meseleyeke hema welê ye. Bi şert û mercan ve girêdayî ye. Piştî Kobanî û piştî Şoreşa Rojava kesên dikarin empatiyê bi kurdan re bikin, helbet ji berê bêhtir in. Gotarên giştî hêdî hêdî xurtiya empatiya me diyar dikin. Di vir de mesele ne ew e ka ev şaş e yan na. Ji ber ku mirov dikare empatiyê bike bi tiştekî re heger mirov wî tiştî nas bike, yan jî karibe wî nêzîkî xwe bibîne.


Ji ber wê jî ez dixwazim îro bi xwînerên xwe re tecrubeyekê bikim. Bifikirin hûn li bajarekî ne ku bêhtirî 90 ji sedê serjimara wî ereb in, em bibêjin bajarekî ereb ê Îsraîlê yan jî bajarekî Filistînê yê ku Îsraîlê dagir kiriye. Em wisa ferzî mîsal bibêjin, stranbêjekî ereb yan jî cihû li wî bajarî, li mekanekî diyar, xwest konserekê bide û bi erebî stranan bibêje. Niha xeyala xwe xurt bixebitînin; polîsên Îsraîlî yan jî eskerên Îsraîlî dikevin nava mekanê konserê, destê xwe diavêjin mîkrofana stranbêjî û ji destê wî dikişînin da ku stranan bi erebî nebêje.


Li Kurdistanê bê şik û guman wê empatiyeke mezin bi filistîniyên zilm li wan bûyî re xwe bidana der. Ev heq e jî. Heger bi rastî qewimî be, jixwe birîna me ye jî, em ê helbet empatiyê bikin. Lê em hinekî realîst bin, em dizanin ku li Îsraîlê, zilmeke li ziman û tetbîqa ziman bi awayekî sîstematîk nîn e. Lê nûçeyeke wisa, bi mîzansen jî çêbe, em amade ne bawer bikin, em hazir in mîzansenê nebînin û em hazir in li şûna Filistîniyên mezlûm bigirîn, li xwe xin û ji bo wan ji Îsraîlê nefret bikin. Gava ez vê bi giştî dibêjim, ne ku dixwazim îstîsnayan li derî vê bihêlim, heta belkî ji îstîsna û wê de, 15-20 ji sedê mirovan nekevin ber vê giştîkirinê, lê 80 ji sedî destûra giştîkirineke bi rengê “em” dide min.


Niha em li nûçeyeke aktuel vegerin; pêr li Batmanê hunermendekî tê nasîn, Dodan Ozer ê ku di pêşbirkeke deng de li temamê Tirkiyeyê bi ser ketibû, wê li kafeyekê konserek bidana. Polîsê tirk li nava kafeyê mîkrofon ji destê Dodan Ozer girt da ku strana bi kurdî nebêje. Di nûçeyan de hûrgiliyên ku ser vê yekê divê negirin, hatin belavkirin. Lê ev zimanê xelkê wî bajarî bû… û li wî bajarî wê qedexekirina straneke bi erebî li filistînî bibûya sedema bêhtir nerazîbûnan. Li vir meseleyeke cidî heye. Empatî baş e, lê em çawa nikarin empatiyê bi xwe re daynin û bi xelkê re dikarin daynin! Ew xurtiyeke çawa ya gotarên giştî ye ku ji serpêhatiya me bi xwe bêhtir tesîrê li me dike! Û bê şik û guman di vir de anomaliyek heye; ev ne awayê bi sihet ê empatiyê ye.


Heger komeke mîna ereb yan jî tirkan li Tirkiyeyê meyla mêzîna xwe ya empartiyê ne bi aliyê kurdan lê bi aliyê filistîniyan de xwar bike jî wê pirsgirêk bûya, lê mirov wê bikariya bi gotara giştî ya li Tirkiyeyê vê rave bike. Hem gotara dewleta Tirk û hem jî gotara Îslamî dikarin bibin sedema çelexwarîtiyên bi vî rengî. Lê kurd çawa dikarin bi gotareke giştî ew qasî bitevizin ku bi êşa xwe nehisin, lê bi heman birîna xelkê biêşin? Ya ji vê jî kambaxtir, ew amade ne ji derewên vê gotarê jî bawer bikin, lê şik û gumanê ji qirkirina li dijî xwe dikarin bibin.


Êrîşa li dijî kurdî ya li Batmanê, li Xezayê, li Qudsê, li Urduna Rojava biqewimiya, gelekî muhtemel bû li Batmanê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê çêbin. Heta neqewimiya jî û nûçeyeke bi derewan jî dikarî bibûya sedema nerazîbûnên hişk. Bi ya min ne tenê li Batmanê, li seranserê Tirkiyeyê diviyabû nerazbûna kurdan û wan kesên bi wan re dost, diviya xuyatir, xurtir û hişktir bûya. Ew qasî hişk ku yê zalim careke din newêriya eşkere êrîşeke bi vî rengî bibe ser zimanê me.

30.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Ev festîval dijî feraseta ku me tune dihesibîne ye'

ad

Nivîskar Hemîd Dilbihar hat berdan

ad

10 seran de trîlyonêke cixarey hamey rotişî

ad

Kaledonyaya Nû di referandûmê de serxwebûn red kir

ad

'Armanca sempozyûmê pêşxistina rola hunerê û şêwekaran e'

ad

Di pêşnûmaya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê da Rêveberiya Xweser de çi heye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname