Diyarname
22'yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dest pê kir. Heta 28'ê mehê dê çalakî li dar bikevin. Di destpêkirina festîvalê de mebûsa DEM Partî ya Dêrsimê Ayten Kordu got ku dê ji bo xweza, çand û zimanê xwe dengê xwe bilindtir bikin.
Ji bo destpêkirina festîvalê gelek kes li ser Sûka Binerd hatin ba hev.
Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, Mebûsa DEM Partî Ayten Kordu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete û gelek kes amade bûn.
'FESTÎVAL DIJÎ FERASETA KU ME TUNE DIHESIBÎNE YE'
Hevşaredarê Dêrsimê Konak dîroka 24-25’ê tîrmeha 1923’yan wekî “Dîroka tunehesibandina nasname, çand, dîrok, kurdayetî û elewîtiyê” nirxand û got: “Gotin ku ‘em ê kurdan û elewiyan li ser vê xakê tune bihesibînin. Parlamenterên Dêrsimê di Meclis-î Mebûsanê de gotin; ‘Ka we digot ev welatê me tevan e. We digot welatê ermenistanî û kurdistaniyan e?’ Wê demê qeyûm li ziman, çand û dîroka me tayîn kirin. Em ji bo Dêrsima xwe têdikoşin. Bav û kalên me yên têkoşer di sala 1938'an de hatin qirkirin. Armanca esasî ya vê mîhrîcanê, li dijî feraseta ku me û nasnameya tune dihesibîne ye.”
STANDÊN WEŞANXANEYÊN KURDAN
Piştî daxuyaniyê, Koroya Zarokan a Behzat Fîrîk li Kolana Hunerê hunera xwe pêşkêş kirin. Bi vî awayî festîvalê bi awayekî fermî dest pê kir. Li navenda Dêrsimê û li navçeyên wê heta 28'ê mehê çalakî hene.
Her wiha hinek weşanxaneyên kurdan jî li navenda Dêrsimê li Meydana Seyîd Riza stand vekirine û pirtûkên xwe difroşin.
Li aliyê din berî festîval dest pê bike Walîtiya Dêrsimê çalakiyên wekî meş, daxuyanî ji bo 5 rojan qedexe kirin û got ku ji bo tiştên divê destûr ji Walîtî bê girtin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Weşanxaneyê Dêrsim de stand kenê a
- Bernameya Festîvala Mûnzûrê eşkere bû


