logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'

Ez vê nivîsê bêarmanc dinivîsim. Ev nivîs nivîseke bêdeng e.

  • Dîrok: 11/01/2009
  • Beş: NÎQAŞ

 

Yûsiv Biyanî 

Ez vê nivîsê bêarmanc dinivîsim.  Ev nivîs nivîseke bêdeng e.  Ez nizanim hûn ê ji min bawer bikin ku min ev nivîs  di bin çi dijwariyan de ji we re nivisiye. Ecele nekin hevalên hêja ez ê ji we re bêjim ka min çawa ev name  nivisiye.
Hûn min nas nakin, ez jî we nas nakim. Jixwe haya kêm mirovan ji min heye. Hûn bawer bikin ku ez werim li ser rastiya xwe haya tu kesî li min nîn e. Ez kî me? Ez zarokek im. Belê ezbenî ez zarok im. Ez qet mezin nabim. Ez heft salî me. Ne ku ez niha heft salî me, ez her dem heft salî me. Ez niha di polekî de rûniştime. 
Li derve berf dibariya. Hîna jî dibare. Berf! Mamosteyê min ê keçel di nav polê de digeriya û digot: Kar, kar… kar yagiyor.*  Te digot qey keçelo serxweş bûye. Her ku diçû dengê xwe bilind dikir û gotinên xwe -jixwe yek hevok bû- dubare dikir.
Bi rastî wê demê min qet keçelo fêm nedikir. Belê min jî wekî hevalên din li keçelo dinihêrî lê belê haya min ji min tune bû. Mirov digot qey lehiyek hundirê min de rabû. Min nikaribû bisekinanda. Çi kevir û zibilên ku pêşiya hestên min girtibûn paqij kir. Devê kaniyê hestên min vebûn.  Her tiş da pêşiya xwe û derxiste derva…
Berf, berf dibare! Navê vê berf e. Ev berf e, berf! Hûn dizanin navê vê berf e. Di zimanê me de ev berf e… Ev gotin ji devê min derketin. Rewşeke zefh komîk bû. Ji ber ku ez her dem di wê polê de bûm û mamoste -yanê keçelo- her dem bi vî zimanî diaxiviya. Min zanibû divê ez xwe ker bikim. Diviya ez bi zimanê keçelo biaxivim. Jixwe tu çare jî tune bû. Lê îro peyva ‘berf’ê zimanê min, malbata min û mala min anîbû ber çavê min. Di dilê min de çoşeke mezin keliyabû. Min her tişt ji bîr kiribû. Te digot qey min xeynî zimanê xwe yê zikmakî zimanê wan nizanibû. Min ew gotina xwe dubare dikir: “Berf dibare, berf ! Wellehî ev berf e, berf…”
Keçelo mat bûbû, li min dinihêrî. Her wiha hevalên li polê jî  wisa li min dinihêrîn. Ez zefh rehet bûbûm ku min bi zimanê xwe gotîbû berf dibare. Lê belê ew ne kêfxweş bûn bi gotina min. Xwezî tenê nekêfxweş bûna, te digot qey min bavê wan kuştiye. Ku wan bi wan awirên xwe yên neyarî li min dinihêrîn, min hêdî hêdî fêm dikir ku rewşa min xetere bû.  Keçelo hate ber maseya min. Yarebî ew çi bû! Zingînek kete serê min. Ez gêj bûm. Dinya li dora min dizivirî. Keçelo her ku diçû zêdetir li min dida. Ez lal bûm. Wey xwedêyo! Wî kerî qet nizanibû bisekiniya. Bi dest û lepan, bi pehniyan ketibû ser laşê min. Welehî keçelo har bûbû û mîna seyekî devgilêz lê bû ez parçe parçe bikirama…
Ji her derê min xwîn dirijiya. Hêstirên min mîna avê dihatin û tevî xwîna min dibûn. Lêhî li ser min rabûbû. Çi, kes kete navbera me? Na ezbenî, tu hevalên polê neketin navbera min û keçelo. Jixwe wan jî tiştekî wisa ji Xwedê dixwest. Keçelo hinekî ser xwe de hat. Gilêz devê wî ketibû. “Kesmek lazim lan senin gibileri, bu butun dillere bedel olan dil sana yetmiyor mu? İt…  surmek lazim lan seni, bolucu…”**
Bi gotina wî ez li dijî dewletê derketibûm. Diviya ez bi destê wî bihatama kuştin.  
Min nikaribû ez tu tiştî bikim. Jixwe min nikaribû tu tişt bikira jî. Tenê bi gotina peyvekî re ez xistim rewşeke çawa! Dawiya dersê hat û pêşî keçelo, paşê jî her kes derket derve. Dersa dawiyê bû, her kes çû mala xwe. Min nedikarî rabim.
Belê ezbenî, ev name di encama rewşeke wisa de derket holê…
Ezbenî te dît du peyvan ez xistim rewşeke çaw! Tenê du peyvên bêguneh û dilsoz! 
Hûn dizanin ka çi ma ez her dem heft salî me? Ezbenî hingî ku ez bi zilm û zorê bi zimanekî cuda diaxîwim, ez qet mezin nabim. Belê temenê min zêdetir e. Lê ez bi xwe heft salî me. Heya heft saliya xwe min bi dilê xwe xeber dida û ez bi têşeke xwezayî mezin dibûm, lê wexta ku min dest bi van dibistanan kir, êdî ez mezin nebûm. Ji ber ku ez bi dilê xwe nedihatim û nediaxiviyam. Ez li cem keçelo bûm lê dilê min rêwî bû di riyên bêser û ber de. Jixwe ev ziman tiştên neyînî tîne bîra min. Ezbenî çima çi ye? Ma mirovên mina keçelo…    Wan ‘belengazên xwe’ ziman jî jiyan jî reş kirin … ezbenî dirêj e, dirêj…   
Ez hîna jî li derve dinihêrim. Berf dibare, berf, belê welehî berf dibare… Ku hûn ji min bawer nakin taqa oda xwe vekin û li derva binihêrin ka  ‘‘kar yagiyor’’ an  ‘‘berf dibare’’… 

*Ber...berf...berf dibare.
**Divê yên wekî te em ser jêbikin. Ev zimanê ku berdêla hemû zimanan e têra te nake? Kûçik...Divê mirov te bikuje olan, cudaxwaz...”

biya_yusuf@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Her roj kurdî' eleqe dît

ad

Ji nav rewşenbîrên kurd temenekî bi kurdî: Osman Ozçelîk

ad

Li Amed û Qoserê teqîn, mirî û birîndar hene (Hat nûkirin)

ad

Bîranîna ji bo Serhildana 12'yê Adarê

ad

Kombîneyên Amed Sporê li benda alîgiran in

ad

Peyva 'Kurdistan' bû sedema nîqaşê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname