logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bajar bi bajar Newroz -2

Ji Culemêrgê heta Mêrsîn, Erdexan, heta Enqere û Dîlovasiyê pîrozbahiyên Newrozê yên îro pêk hatin:

  • Dîrok: 22/03/2009
  • Beş: Nûçe

 

Ji Culemêrgê heta Mêrsîn, Erdexan, heta Enqere û Dîlovasiyê pîrozbahiyên Newrozê yên îro pêk hatin:

Li Entab 70 hezar kes hebû
Li Entabê di pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya 70 hezar kesî li dar ket. Agirê Newrozê ji aliyê Parlamenterê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî, Şarederê Pirsusê Ethem Şahîn, Berendamê Şarederiya Bajarê Mezin ya Dîlokî Oktay Konyar, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Burhanettîn Bulu û Mehmet Ocalan ve hate pêxistin.  Piştî axaftinan hunermend Armanc, Brader û Koma Grava Rojê, konser dan.
Her wiha hate gotin ku piştî belavbûna gel, polîsan 4 kes girtine bin çavan.
***

Li Silopiyê 50 hezar li ser piyan bû
Li Navçeya Silopî ya Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna 50 hezar kesî hate lidarxistin; bi stran û sloganan bi dawî bû.
Dema Koma Zerdeştê Kal û hunermend Talat Şahîn derketin ser dikê coş derket asta herî bilind.
***

Li Enqere û Eskîşehîrê pîrozbahî
Li Enqere û Eskîşehîrê li gel barana zêde bi hezaran kesî bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya ku Ocalan mohra xwe lê xist de hate xwestin ku Ocalan mûxatabê pirsgirêka kurd bê dîtin.
***

Li Bursayê Qada Gokdere tije bû
Li Bûrsayê ligel barana zêde li Qada Gokdere a Bûrsayê 7 hezar kes kom bû û bi çoşek mezin Newroz pîroz kir.
***

Li Îdirê 20 hezar kes hebû
Li Îdirê Newroz li Qada Kantara Pancar bi tevlîbûna 20 hezar kesî hate lidarxistin. Jin bi kincên neteweyî tevlî pîrozbahiyên ku polîsan gelek tedbîrên berfireh girtine bûn.
Piştî agirê Newrozê yê ji aliya Parlamenter Sakik û Buldan ve hatiye pêxistin, Namzetê Şaredariya Îdirê yê DTP'ê Mehmet Nurî Guneş, li ser dikê, pêşberî gel çok da erdê û dest bi axivtina xwe kir. Guneş, gul dan gel û diyar kir dê gelê kurd di sala 2009'an de dê azadiya xwe bi dest bixe. Guneş, bang li gel kir ku di hilbijaritnan de bibin yek.
Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi konsera Ozan Canê û hunermend Kemalê Amedê dom kir.
***


80 hezar Culemêrgî bi rengên xwe hebûn
Culemêrgiyên ku ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê di saetên sibehê de kincên xwe yên herêmî li xwe kirin, ber bi qada Newrozê ve herikîn. Di pîrozbahiya ku bi tevlêbûna 80 hezar kesan hate lidarxistin de, li qadê hemû rengên aydî kurdan peyda bûn.
***
Li Gimgimê bi hezaran kesî Newrozê pîroz kir
Li Navçeya Gimgima Mûşê li derdora 10 hezar kesî Cejna Newrozê pîroz kir.
***


Li Qovancilarê cara yekem agirê Newrozê geş bû
Li Navçeya Kovancilara Elezîzê cara yekem agire Newrozê bi coşek mezin hate pêxistin. Nêzî 3 hezar kesên li Qada Hikûmetê gihiştin hev, bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji ber pankartên "Newroz pîroz be" hate vekirin tîpa "W" bûsedema qirîzê. Polîsên ku qatin qada Newrozê xwestin pankartê rakin. Piştî ku girseyê bertekek tund nîşanî polîsan da, polîs dîsa neçar man ji qada pîrozbahiyê dûr bikevin. Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi konsera Zinar Sozdar dom kir.
***

Li Patnosê 40 hezar kesî agirê Newrozê vêxist
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Kolana Beylerbeyî ya Patnosê hate lidarxistin de 40 hezar kes hatin cem hev.
Parlamenterê DTP'ê Nezîr Karabaş ku hîtabî 40 hezar kesên tevlî pîrozbahiya li Navçeya Patnosê bûn kir, wiha got: "Îro bi mîlyonan kurd li qadan agirê Newrozê vêdixin. Li dora agir govendê dikin û daxwazên xwe yên ji bo aştî, biratî û damokrasiyê tînin ziman. Tu kes nikare ziman, çand û nasnameya gel kurd înkar bike."
***

Li Erdexanê Newroz di bin ablûkaya polîsan de jî hate pîrozkirin
Li Erdexanê ligel astengî û ablûkaya polîsan jî bi hezaran kes li hev kom bû û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Parlementerê DTP'ê yê Amedê Salahattîn Demîrtaş jî beşdari pîrozbahiyê bû.
***

Qada Metropola Mêrsînê yê kurdan bû
Li Qada Metrepol a Mêrsînê bi tevlîbûna 80 hezar kesî agirê Newrozê hate vêxistin.
Bi hezaran kesên bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Metrepol a Mêrsînê hate lidarxistin bûn, dîmenên rengîn pêk anîn.
***

Li Dilovasiyê ligel baranê Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin
Li Navçeya Dîlovasiya Koçaeliyê, ligel barana zêde jî dîsa Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Parlementere ODP'ê yê Stenbolê Ûfûk Uras, diyar kir ku kesên Mûsa Anter û Ûgûr Kaymaz qetil kirine, deng ji wan re tune ye.
Li Tesîsa Civakî ya Navçeya Dîlovasiya Koçaeliyê ligel barana zêde bi hezaran kes gihîştin hev û Newroz pîroz kirin.
***
Li Şemzînanê 15 hezar kes ji bo Newrozê civiyan
Li derdora 15 hezar kesên li Navçeya Şemzînana Colemêrgê hatin cem hev, bi coşek mezin agirê Newrozê bilind kirin.
***

Li Qoserê deh hezaran agirê Newrozê bilind kir
Li Navçeya Qosera Mêrdînê bi deh hezaran kes bi coşek mezin pîrozbahiya xwe didomînin.
Parlementerê DTP'ê Hasîp Kaplan di Newroza Qoserê ya deh hezar beşdar bûn de diyar kir ku ew dê exlaqê siyasî û baweriyê hînê AKP'ê bikin û wiha got: "Em dizanin exlaq û azadiyê nîşanî wan bidin. Em maqarnacî nînin, dolapcî nînin. Ew tenê dolaban dizivirînin. Erdogan li Mêrdînê digot 'Bi serê çûkê qeyle çênabe'. Ez jî bi kurdî pêşgotinekê ji wî re bêjim, 'Telîsê sed qul lê heyî pîne nagire'. Li vî welatî ev qas pirsgirêk hene tu dê çawa pîne bikî."

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

***

Nûçeyên din ên li ser Newroza 2009'an:

 

- Li Wanê 300 hezar kes li ser piyan bû

- Şivan Perwer: Emê dev ji azadiya xwe bernedin

- ŞEV DIŞEWITE

- Bajar bi bajar Newroz -1

- Notên ji Newroza Stenbolê

- Axaftina Turk, Zana û Baydemîr

- Notên ji Newroza Amedê

- Piştî 30 salan Newrozek li Amedê

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şehîd Bêrîvan û Cizîra agirê berxwedanê

ad

Maça herî bi gol a îsal: Panzêran 4 gule avêtin

ad

Lîstikvana efsanewî ya fransiz Bardot mir

ad

Wêneyê wê yê tazî ji bo alîkarî tê firotin

ad

Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve

ad

Li Kobanî di dibistanan de bi cih bûne: Em dixwazin bi ewle vegerin warên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname