logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne

Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hat eşkere kirin. Fîlmê "Min Dît" û hin belgefîlmên kurdî jî hene.

  • Dîrok: 10/03/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hat eşkere kirin. Di festîvalê de fîlmê Miraz Ronî "Min Dît" di beşa Pêşbaziya Neteweyî dikeve qayişkêşanê. Her wiha di beşa belgefîlman de jî gelek belgefîlmên kurdan cih digirin.

29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê (Weqfa Çend û Hunreê ya Stenbolê) ve tê li dar xistin îsal di navbera 3-18'ê avrêlê de li dar dikeve. Li salona ÎKSV'ê bi daxuyanî û kokteyleke bernameya festîvalê hat eşkerikirin. Dîrektora Festîvalê Azize Tan pêşî Serokê wan ê berê Şakir Eczacibaşiyê ku demet berê wefat kir bibîr anî û da zanîn ku Xelata Laleya Zêrîn êdî wê bi navê Eczacibaşi bê dayîn û bi vî awayî ewê navê wî bidin jiyan din.

Tan dûre li ser pirsgirêka sînemayên li Beyogluyê sekinî ku van demên dawî bi girtinê re rû bi rû û wiha got: "Salona Alkazar hate girtin. Salona Emekê ji ber tadîladê girtiye hê jî em nizanin wê kengê vekin. Yê her festîvalên dinyayê qesreke wan heye, yê me jî bi salan qersa me ya festîvalê Salona Emekê bû. Ne diyar e niha Emer wê çi bibe. Em ji rayedaran li bendê ne ku di vî warî de me agahdar bikin. Salona Beyogluyê di nav tengasiyê de ye, Sinepop piştî festîvalê wê bê girtin. Em li Beyogluyê bêyî van salonan festîvaleke nafikirin."
Tan dûre bernameya festîvalê eşkere kir.

Di nav festîvalê de Xelata Sînemayê ya Konseya Ewropayê "FACE" jî tê dayîn. Li ser navê Konseya Ewropayê (KE) Can Fişek axivî û got: "Konseya Ewropayê ji bo mafên mirovan, demokrasî û serdestiya hiqûqê bê parastin û pêşxistin xebatê dike. Em sînemayê tenê wekî dide kenîn û girînê, wekî beşeke ku hest, fikir û ramanê parve dike difikirin nafikirin, em di heman demê de wekî amûreke ku kedê wê ji bo parastina azadî û mafên bingehîn heye dibînin. KE li ser vê yekê Xelata Sînemayê 'FACE' dide. FACE xelatê dide berhemên ku di warê mafên mirovan de baş hatine kişandin. Îsal sala çaran e vê xelatê di çarçoveya festîvalê de emê bidin."

Festîval bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Şaredariya Beyogluyê li dar dikeve. Her wiha Ajansa 2010 Paytexta Çandê ya Ewropayê jî îsal piştgirî dide hemû festîvalan.

200 fîlm têne nîşandayîn

Festîval îsal şeva 2'yê Lutfu Kirdar Kongre ve Sergi Sarayi li dar bikeve wê dest wê bike. Di bin navê 22 beşan de wê li dor 200 fîlmên 243 derhênerî bêne nîşandayîn. Îsal bilêtên fîlman tam bi 10 TL, yê kêmbuha 7 TL, Galayên Akbankê jî bi 15 TL têne firotin. Wekî salên dawî îsal jî nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 u 16.00'an de bihaya bilêtan bi 3,50 KR'yê ye. Her wiha bilêtên fîlmên di beşa Tirkiyeyê de têne nîşandayîn jî bi 3,50 KR ne. Xwendekar berî festîvalê dikarin PasoFilm derxin û bi erzanî li fîlman temaşe bikin.

Salonên ku îsal fîlm wê têde bêne nîşandayîn jî li Beyogluyê Salona Atlas, Yeni Ruya, Beyoglu, Sinepop, Pera Muzesi, li Kadikoyê jî salono Kadikoy e. Her wiha dawiya hefteyê CityLife Cinema (City’s) ya li Nîşandaşiyê ye. Seansên fîlman jî 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 ye.

Di festîvalê de her sal Xelata Rûmetê tê dayîn. Ji ber xebatên wan ên ji bo sînemayê Xelata Rûmetê dinin Kadir İnanır, Mevlut Koçak û Feyzi Tuna.

Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de jî îsal didin lîstikvan, senarîst û derhêner Marco Bellocchio. Di beşa "Yên ku li hemberî salan qubê dixwazin" de wê fîlmên wî "Vincere/Têkbirin" bê nîşandayîn. Xelata diduyan a Serketina di Hemû Jiyanê de wê bidin Klaus Maria Brandauer ku di heman demê de Serokê Juriya Xelata Laleya Zêrîn e.

Di festîvalê de gelek beşên wekî "Sînemaya tirk", "Ji festîvalên dinyayê", "Serdema Belgefîlmên NT", "Stenbol: Ji hundur û ji derve", "Hostayên ciwan", "Antîdepresan", "Sînemaya Estonyayê", "Herêma bi mayîn", "Menûya Zarokan",

Laleya Zêrîn û Pêşbaziya Neteweyî

Di beşa Pêşbaziya Laleya Zêrîn de îsal 11 fîlm hene. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de jî ev 11 fîlm cih digirin: Miraz Bezar "Min dît" , Nesli Çolgeçen "Denizden Gelen", Zeki Demirkubuz "Kiskanmak",A. Taner Elhan "Aci Aşk", Yilmaz Erdogan "Neşeli Hayat", Çagan Irmak "Karanliktakiler",Atil İnaç "Buyuk Oyun",Semih Kaplanoglu "Bal", Yagmur Taylan - Durul Taylan "Vavien",Umit Unal "Ses",Onur Unlu "Beş Şehir". Di nav van fîlman de "Min dît"ê derhênerê kurd Miraz Bezar di Festîvala Fîlman a Antalyayê de jî gelek bal kişandibû ser xwe û bûbû mijara nîqaşê.

Belgefîlmên derhênerên kurd

Her wiha ji fîlmên Tirkiyeyê ev 7 fîlm jî li derveyî pêşbaziyê têne nîşandayî: "Kars Oykuleri (Çîrokên Qersê" derhêner: Ozcan Alper, Zehra Derya Koç, Ulku Oktay, Ahu Ozturk, Emre Akay, "7 Avlu" Semir Aslanyurek, "Kosmos" Reha Erdem, "Yuregine Sor" Yusuf Kurçenli, "Pus" Tayfun Pirselimoglu, "Aci" Cemal Şan, "Bornova Bornova" İnan Temelkuran.

Ji bo bîranîna derhênerê fransi Eric Rohmer, derhêner Zeki okten, Halit Refig û Ahmet Uluçay wê fîlmên wan bêne nîşandayîn.

Di beşa Belgefîlman de jî 22 belgefîlm têne nîşandayîn û hin ji wan derhênerên wan kurd in. Ji derhênerên kurd yê Caner

Piştî 20'ê mehê bilêtên fîlman li salona Atlas û Yeni Ruyaya Beyogluyê û li Kadikoy Kadikoyê, li Salona ÎKSV û li Biletiksê têne firotin.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

7 fîlmên vê hefteyê

ad

Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn

ad

Kongreya PDK'ê dest pê kir

ad

Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin

ad

Li ser ziman du agahî

ad

10 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin binçavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname