logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Welî: Ji bo pirsgirêka kurd Modela Gallerê guncan e

Ji kurdên rojhilat û hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî Prof. Abbas Welî ji bo pirsgirêka kurd got: Modela Galler modela herî

  • Dîrok: 05/11/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Ji kurdên rojhilat û hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî Prof. Abbas Welî ji bo pirsgirêka kurd got: Modela Galler modela herî baş e.

Nivîskar û prof. Abbas Welî ku ji Mehabadê ye li Tirkiyeyê, di Zanîngeha Bogazîçiyê de dersê dide. Pirtûka Welî bi navê "Kurdistan Cumhuriyeti / İran'da Kurt kimliginin oluşumu" (Komara Kurdistan / Li Îranê Durustbûna Nasnameya Kurdî) li tirkî hate wergerandin û ji Weşanên Avestayê derket. Ji bo nasandina pirtûkê axaftina li ser meseleyê li Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê gotûbêjeke bi beşdariya Welî li dar ket.
Welî ku bi kurdî silav li mêvanan kir, bi îngilîzî axaftina xwe kir; pêşî pirtûka xwe da nasîn, diyar kir ku ev beşa yekemîn a pirtûkê ye, diduyên din jî li ser heman mijarê wê amade bike.

Welî da zanîn ku îro li Tirkiyeyê kurd xweserî dixwazin, di dema Mehabadê de jî wan xweserî dixwest. Prof. Welî da zanîn ku 11 mehên dîroka Komara Mehabadê di nav dîroka kurdan de ciheke girîng digire û ev yek lê zêde kir: "Di nav hemû dîroka kurdan de ev tekane mînaka xwe bi xwe bi rêvebirina kurdan e. Min heta niha gelek gotar xwendine lê ya herî modern di sala 1946'an de hatiye nivîsîn ku min xwendiye. Ev gotar jî nivîsa Wezîrê Aboriyê bû ku dibêje 'Bac rihê neteweyê ye.' Ev peyvek modern e di nav dewletê de. Komara Kurdistanê di 11 mehan de çawa kar kiriye ev mînak nîşan dide. Ji ber ku tekane hatine dewletê tiştên ku ji mirovan digirtin bû, tekane hatina wan mirov bi xwe bûn. Ew dewletek bû ku bi çavkaniyên xwe li ser piyan dima."

Abbas Welî li ser rêveçûnên din ên dewletê jî diyar kir ku li nav dewletê asayî hebû, loma di salekê de tenê mirovek hatiye darizandin, ew jî bi sûcdariya ji bo Îranê janî kiriye, agahiyên nav dewletê ragihandiye Îranê. Welî wiha dom kir: "Dewleta Kurdistanê ne çepgirt, ne rastgir, ne îslamî bû. Bi temamî dewletek demokratîk bû. Neyarên herî mezin ên Komarê eşîr bûn. Wan Komar nedipejirand. Ew bi Îranê re bûn yek û Komara Kurdistanê têk birin."

Welî diyar dike ku Komar ne tenê ji bo xweseriya xwe bi Îranê bide qebûlkirin mijîl bû, bi çepgirên navendî re jî mijûl bû ku vê yekê bi wan bide qebûlkirin. Ji ber ku çepgirên navendî, partiya komunîst a Îranê dijî Mehabadê derketin, sedem jî parastina yekîtiya Îranê nîşan didan.

Prof. Welî li ser Tirkiyeyê jî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin demokrasî ye û wisa dom kir: "Dersa herî mezin ku em ji Komara Kurdistanê bigirin ev e ku pirsgirêka nasnameya kurd û têkoşîna demokrasiyê ji hev nayên veqetandin. Bi ya min têkoşîna nasnameya kurd di nav demokrasiyeke berfireh de divê bê dayîn. Kurd mecbûr in piştgiriya hêzên demokratîn bigirin. Ev li hevkirineke ku hêzên demokratîk nasnameya kurd qebûl bikin."

Welî li dijî sînorkirina nasnameya kurd derket û ev yek lê zêde kir: "Kurd ne mecbûr in sînoran li dora nasnameya kurd çêbikin. Li Îranê û Iraqê kurdan sînor li dora nasnameya kurd çêkirin, şaş kirin. Ez hêvî dikin li Tirkiyeyê kurd vê yekê dubare nekin. Divê li pirsgirêkê ne wekî pirsgirêka erdnîgarî, wekî pirsgirêka nasnameyî bê nêrîn. Kurd divê ne ji bo erdnîgariyeke xweseriyê bixwazin, divê ji bo cemaetekê xweseriyê bixwazin. Dema ez dibêjim cemaeta kurd Amed parçeyeke wê ye, lê Stenbol jî parçeyeke wê ye. Ger hûn nasnameya kurd bi parçeyeke erdnîgariyê re bi sînor bikin, hûnê bi hikumeta navendî re têkoşînê bikin. Belê kurd divê li Culemêrgê, li Mûşê waliyan hilbijêrin lê ev ne mecbûr e xweserî be."
Walî piştî axaftinên xwe yên li ser pirsgirêkê hat ser modeleke ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û wisa got: "Modela herî baş ji bo pirsgirêka kurd modela Galler û Skoçya ye. Li Brîtanyayê ev model baş dimeşe. Meclisa Galler heye, li ser xwe zagonan derdixe lê li ser beşeke din a Îngilistanê zagonan dernaxe û têkiliya wê bi hikumeta Îngilistanê re baş e.

Abbas Welî da zanîn ku digel heta niha li Tirkiyeyê gelek tiştên xirab çêbû jî di demên dawî de nîqaşên baş çêdibin û wisa dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji van nîqaşan memnûn in, lê nîqaş ne li ser rêya rast in. Nîqaş divê bi pisporên vî karî re bêne kirin, divê tenê gotina gelê kurd heye neyê kirin, divê li ser qebûlkirina nasnameya kurd nîqaş bêne kirin. Divê rêveberiya navendî hêza xwe bi rêveberiya herêmî re parve bike."

Foto: Cemil Oguz


***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Nûçeyên eleqedar:

- Ji pencereya Valî "Komara Kurdistan"

- Li TUYAP'ê kêf kêfa zarokan bû

- Li TUYAP'ê jî wê zimanê xwe winda neke!

- Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

- Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP vebû

- Abbas Welî li ser "Xweserî"yê dipeyive

- Evdile Koçer beşdarî TUYAP'ê dibe

-Weşanên kurd bi pirtûkên xwe beşdarî TUYAP'ê dibin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikirin, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî'

ad

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû

ad

"Ferhenga Kurdistanî" derket!

ad

Belgefîlmê Herî Serketî yê Rojhilata Navîn

ad

Ewê 200 mîlyar dolarî diyarî weqfê bike

ad

Der barê Ak Partî de doza girtinê hate vekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname