logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Festîvala Cazê bi bernameyek rengîn tê

Festîvala Cazê ya Stenbolê îsal di 1’ê tîrmehê de dest pê dike. Yekem car hunermendek kurd jî beşdarî festîvalê dibe.

  • Dîrok: 04/05/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Cazê ya Stenbolê îsal di 1’ê tîrmehê de dest pê dike. Yekem car hunermendek kurd jî beşdarî Festîvala Cazê dibe.  18’emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê li darxistin îsal di navbera 1-19’ê tîrmehê de li dar dikeve. Ji bo pêşkêşkirina bernameya festîvalê li Salona ÎKSV’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat li dar xistin. Serokê ÎKSV’ê Gongur Taner, li ser navê sporsorê festîvalê Garantî Elif Güvenen û Dîrektora Festîvalê Pelîn Opçin beşdar bûn. Taner festîval wekî hevdîtina salane ya cîhana cazê bi nav kir û Opçin jî qala bernameya festîvalê kir.
Dîrektor Opçin got ku diyar kir ku ewê xelata Serketina di Hemû Jiyanê de bidin Okay Temiz û yek bi yek qala naveroka bernameyê kir. Opçin ji bo “Şahiya Tunelê” ku di nav festîvalê de wekî festîvaleke serbixwe cih digire got ku par 15 hezar kesî li vê şahiyê temaşe kiriye îsal hedefa wan ew e ku vê hejmarê zêde bikin, cazê bi ciwanan bidin hezkirin û wan jî bixin nava cazê. Bi giştî ji bo temaşevanên festîvala cazê jî got ku ew dikin ku ji 45 hezar kesî zêdetir mirov bibin mêvanên festîvalê.

Îsal bi ser 40 konserî re li dor 300 hunermendên ji Tirkiyeyê û derveyê Tirkiyeyê beşdarî festîvalê dibin. Şanogeha Cemil Topuzlu a Servekirî, Muzeya Arkeolojî, Muzeya Aya Îrînî, İstanbul Modern, İstinyePark,
Salon û The Marmara Esma Sultan cihên ku wekî her sal mêvandarî li konseran dikin in. İsal yekemîn car Sehneya Tersaneyê û Amfîya Qeraxê ya Santralistanbulê jî dê hembêza xwe ji bo konseran vekin.

Di nav festîvalê de yek ji çalakiyên balkêş jî  “Şahiya Tunelê” ye ku par yekemîn car li dar ketibû. Di vê şahiya ku 2’yê tîrmehê li dar dikeve de li Tunel û Meydana Galatayê sehne têne çêkirin û konser bê pere têne pêşkêş kirin. Di çarçoveya Şahiya Tunelê de li hin mekanên li Tunelê jî bi bilêt konser têne pêşkêş kirin. Her wiha digel konseran xebatên atolyeyê, pêşangehên taybet, îkram û çalakiyên din jî di navê de ne. Di Şahiya Tunelê de kesên wekî Okay Temiz, Emin Findikoglu Dortlusu (Hunermendê mêvan: Hakan Behlil), Neil Cowley Trio, The Souljazz Orchestra, Mdungu, Pinettes  Brass Band, East Park Reggae Collective, Elif Çaglar, Jehan Barbur û Emir Ersoy cih bigirin.

Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de

Îsal Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de didin hunermend Okay Temiz. Temiz ev 50 sal in deng û muzîka Anatoliyê, bi caz û muzîkên rojane ve digihîne hev, guherînên nû çêdike û bi vê muzîka xwe heta niha li gelek festîvalên dinyayê cih girtiye.
Okay Temiz heta niha li dor 20 albumên xwe pêşkêşî muzîkhezan kirine û digel van li dor 40 albumî de jî cih girtiye. Ew di warê lêkana amûran de xwedî stîleke taybet e, di heman demê de defên xwe yên wî bi xwe bi destan çêkirine, dîsa enstrumanên wî yên metal wekî “Pramîta bi sihêr a elektrîkî” û “Artemîz” hene ku di nav koleksiyona enstrumanên elektronîkî de cih digirin. Temiz di 30’ê mehê êvara destpêka festîvalê de dê bi merasimekê xelata xwe bigire.

Yek ji cothunermendên pop-cazê Randy Crawford û Joe Sample digel Natalie Cole ku yek ji cazvana ku jê tê hezkirin e bi hev re dê 13’yê tîrmehê de li Harbiyeyê konserê pêşkêş bikin. Natalie Cole ku albumên wê bi ser 50 mîlyon hebî de hatine firotin ew di heman demê de gotinên stranan dinivîse, lîstikvan e û li Tirkiyeyê jî hezkiriyên wê hene. Wê di sala 2009’an de bi albuma “Still Unforgettable” 2 xelatên Grammy girtibû. Ew bi stranên xwe yên hêvî û eşkê dê şeveke taybet pêşkêşî hunerhezan bike.

Aynur dê kurdî bistrê

Di festîvalê de yekem car hunermendeke kurd jî beşdar dibe. Di projeya bi navê “Mujeres de Agua” (Jinên Avê) de 6 hunermendên ji Akdenîzê ku hunermend Aynur jî lê zêde kirine dê 15’ê tîrmehê li Harbiyeyê konserek pêşkêş bikin. Ew dê stranên hunermend û gtarîst Javier Limon ku di heman demê de pêşengê flamenkoya modern e, sazkar û beskar e pêşkêş bikin. Di konserê de wê muzîka Brezîlya, Kuba-Afrîka û cureyên cazê, bergeheke fireh a Limon pêşkêş bikin. Hunermenda spanyolî Buika, hunermend Aynur, La Shica û Sandra Carrasco ku bi vokala xwe balê dikişînin,  ji Yewnanistanê Glykeria û ji Îsraîlê Rita di vê projeyê de dê cih bigirin.

Paul Simon jî tên

Hunermendê muzîka folk a efzanewî Paul Simon jî tê Stenbolê. Ew yek ji efsaneyên mezin ê muzîkê tê hesibandin. Paul Simon ku bi albuma xwe ya nû “So Beautiful or So What” ku îsal derket niha di tûrneyên li Ewropayê de ye vê carê wê li Stenbolê hem ji albuma xwe ya nû hem jî guldesteyek ji stranên xwe yên klasîk pêşkêş bike.
Paul Simon ku ji aliyê kovara Time ve wekî yek ji “100 kesên şikil didin dinyayê” hatiye bi nav kirin, li ser muzîka afrîkayê jî xebata xwe kiriye. Ew, îro ji bo gelek hunermendên populer ên bi koka xwe ji Afrîkayê bûye re pêşeng

Hunermend dê stranên xwe yên wekî “50 Ways to Leave Your Lover”, “You Can Call Me Al”, “Obvious Child” û “Late in the Evening” ku bûne klasîk jî pêşkêş bike.

 

Çalakiya nû: A strangce place for jazz

Çalakiya bi navê A strangce place for jazz (ji bo cazê cihek cihê) dê bala temaşevanan bikişîne. Ev çalakî navê xwe ji albuma (Strange Place For Show) a koma hunermendê navdar ê cazê Esbjorm Sevnsson (2008’an de jiyana xwe ji dest da) a bi navê “e.s.t.” girtiye. Di şevê de pêşî dê Tonbruket, basvanê e.s.t.’yê Dan Berglund, yek ji gîtarîstên baş ê Swêdê Johan Lindstrom, piyanist Martin Hederos û hosteyê defê Andreas Werliin cih bigirin.
Paşê dê projeya “Love Trio” ya İlhan Erşahin cih bigire ku Arto Tunçboyaciyan jî wekî hunermendê mêvan dê beşdar bibe. Di vê projeyê de  Jesse Murphy bi basê û Kenny Wollesen jî bi defê cih bigire.
Herî dawî jî Bill Evans û Randy Brecker dê konserê bidin û şevê temam bikin.

“Hevdîtina Hosteyan” û Misirli Ahmet

Yek ji çalakiyên balkêş jî “Hevdîtina Hosteyan” e ku 1’ê tîrmehê wê li Muzeya Aya Îrînî li dar bikeve. Di vê projeyê de perkusyonkarê navdar Misirli Ahmet, yek ji hostayên muzîka caz ê ciwan û muzîka hîndê Zakir Hussain û vîrtîozê navdar ê muzîka klasîk ê hîndê Niladri Kumar di heman sehneyê de têne ba hev.
Her sê dê şahiyeke taybet ji perkusyonan pêşkêşî muzîkhezan bikin.

Di çalakiya “Cazvanên Ciwan” de jî di pêşbaziya cazvanên ciwan ku 22’yê gulanê li dar dikeve de kî yan kîjan kom bi ser bikevin dê di festîvalê de di nav projeya “Cazvanên Ciwan” de cih bigire. Juriya ku ji Cengiz Baysal, Hulya Tunçağ,
Kerem GOrsev, Onder Focan, Pelin Opcin, Seda Binbaşgil û Sevin Okyay pêk tê dê dawî de biryarê bidin. Çalakî ji bo pêşketina cazvanên ciwan firsendek e. Di 7 salên dawî ku ev proje her sal li dar dikeve de li dor 200 komî serî lê daye û 28 komên cazê yên ciwan karîne di nav festîvalê de bi komên navdar re cih bigirin.

7’ê gulanê dest bi firotina bilêtên konseran têne kirin. Bilêtên herî erzan bi 15 TL, yên herî buha bi 350 TL têne firotin, lê bi giştî bilêtên konseran li dor 50 TL’yî ne. Yên bixwazin dikarin ji Biletix (www.biletix.com) û ÎKSV’ê bilêtan bidest bixin.

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila finala Lîga Şampiyonan ji dêvla Stenbolê li Almanyayê bê lîstin'

ad

Malperek bi navê Netewe vebû

ad

Demîrtaş: Yek bi destê wî negire zarok dê çawa wisa bike, gere ev derkeve holê

ad

Mandela bi qasî 4 mîlyon dolarî mîrate li dû xwe hişt

ad

'Fûara Pirtûkan a Sanal' dest pê kir

ad

Li Şemrex û Çinarê şewat çêbû, mirî û birîndar hene (hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname