Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 31'ê adarê de dest pê dike û niha dest bi firotina bilêtên fîlman kirin.
Roja 17'ê mehê dest bi firotina bilêtan kirin û bilêtên festîvalê li ofîsên Bîletîks (0216 556 98 00; www.biletix.com û navendên Bîletîksê) û di navbera saetên 10.00-19.00'an de li salonên sînemayên yên wekî Atlas, Beyoğlu, Nişantaşı Citylife (City’s) û li Reksks'a Kadikoy têne firotin.
Fîlm û belgefîlmên ku li Muzeya Perayê bêne firotin têne roja fîlm tê nîşandayîn dê bilêt bêne firotin û buhaya bilêtên li vê derê 5 Tl ye.
Buhaya bilêtan jî bi vî rengî ye:
Nava hefteyê seansên 11.00-13.30-16.00: 5 TL. Seansên êvarên û dawiya hefteyê bi 15 TL, 9 TL, 12 TL û 7 TL'yan bilêt têne firotin.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir
- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in


