logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Li ser giyanên dagirbûyî yan jî bişaftî

Birêz Jan Dost bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê” Birîneke me ya

  • Dîrok: 07/04/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Fêrgîn Melîk Aykoç

Birêz Jan Dost bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê”* Birîneke me ya gelek kûr û bi êş vekiriye. Ev birîneke wisa ye ku her kes, her der û dor, bawerî û têgihîştin xwe li derê vê birînê dibîne, lê bi xwe di kûrahiya wê birînê de têkçûyî ye.
Gava mirov pirseke wiha ji xwe bike: Gelo ez di warê ‘giyan û hestê derûnî de çendî kurd im? Stran, pêkenok û henekên kurdî çi bandorê li min dikin? Kujêriyên wekî Helebçe, Qamişlo, îdamkirinên li Îranê, kujeriyên li Geliyên Teyarê û Roboskiyê bandoreke çawa li giyana min kir? Girtin û kuştina kurdekî ne ji malbat, eşîr, bawerî, siyaset û partiya min çi hestî li min diafirîne? Wekî mijara Pozantiyê, destdirêjahiya li ser zarok û jinên kurdan çendî min diêşîne? Ez li ku dera nakokiya di navbera hêzên kurdistanî û yên dagirker de me? Min çi qas xwe ji bandora bangaşiya hêzên dagirker rizgar kiriye? Gelo min hetanê kîjan radeyê ew bandora perwerdeya dagirkeran şikandiye? Ez gilî û gazincên xwe xwe li ba saziyên kurdistanî yan li ba saziyên dagirkeran dikim? Û hwd.
Min di gelek civînan de ev mînaka hevalekî xwe yê alman daye. Bi destûra we ez ê wê îro jî during bikim.
Hevalekî min ê kar yê alman hebû. Rojekê xwişka wî mir. Ez çûm, min xwest jê re bibêjim ku serê te xweş be, lê min dît ku tew xema wî nîn e, çawa ku ne xwişka wî, ya min miribe! Çend meh ketin navberê, li Amerîkayê du turîstên alman hatin kuştin. Dema ew alman hate kar, çawa ku cihan di ser wî de hatibe xwarê, wisa xemgîn, mûr û bi hêrs bû. Dema min jê pirsî, ka çi bûye. Got: Berazên Amerikayê du alman kuştine! Divê hesab ji wan were pirsîn!
Di vê mînaka alman de em dibînin ku li gel wan hestên netewî li pêş hestên têkiliyên feodalî (malbatî, eşîrî, komî) ye, lê li ba me kurdan belovajiyê vê rastiya alman e.
Min berê sêzdeh salan li sih komaleyên kurd semînerên di bin navê “Zimanê zikmakî û bandora wî ya li ser kesayetiyê” xwerû bi kurdî da. Di encama nîqaşên li pey semîneran de têgihîştim ku bişaftina dagirkeran wisa bi ser ketiye, ku her çendî mirovên me; “em bêjin” bi awayekî teorîk li kurdayetiya xwe jî vegeriyabin, giyana wan a derûnî û bingehê hestên wan li ser têgihîştin, etîk û olana ziman û çanda dagirkeran e.
Ev ne tenê di rastiya mirovên sade, di kesayetiya mirovên xwende, rewşenbîr, kesên bi pirpirikên prof-dr û siyasetmedaran de jî wiha ye. Wekî mînak nivîskar, yan jî kolomnîsteke/î kurd  mijareyeke bikane tevahiya cihanê ser û bin bike, binivîsîne jî, di nava çapemenî, weşan û rewşenbîrên kurd de nabe mijara nîqaşê, carna bala kesî jî nakişîne, heta rewşenbîrên kurd, ji ber ku bi kurdî hatiye nivîsandin, wê gotarê naxwînin jî, lê her nivîsên kolomnîst û nivîskarên dagirkeran (di xizmeta şerê qirêj de be jî) nîqaş dikin. Çawa tîrêjên hêviyekê li wan vedabe, wisa gotin bi gotin werdigerînin kurdî û di malperên xwe de diweşînin. Yên hatine wergerandin jî ji destên hev direvînin.
Li ser mijareya zimanê dayîkê, yan jî zikmakî û bikaranîna wê bi dehan nivîs û gotarên min derketin, (ev sih sal in ku ez bê navber bi kurdî dinivîsim) dîsa di vî warî de bi dehan nivîsên nivîskar û kolomnîstên kurd derketin, mixabin ku tu sazî û weşanxaneyê, nekanî (di rastiyê de nexwest, ji ber ku em kurd in) ku van nivîsan bidin hev biweşînin û ragîhînin bala cihanê. Lê weşanxaneya Avestayê nivîskarê Galitsî Sêchu Sende ji ber çend gotarên wî yên nîvwate û bê bandor bi hezaran pere rêkir, ew anî, li welêt gerand û li ser wî jî dîtinê gelek nivîskarên li gor weşanxanê nasraw civand û ji wê pirtûkek nû derxist. Divê mirov; ne tenê kêmasiyên kesên din, yê xwe jî bibîne.
Birêz Jan Dost mijare pir xweş vekiriye, lê gava navê nivîskaran dide, dîsa dikeve nava  heman kemînê, tenê navên nêzîkê xwe dide. Gava ez navê nivîskaran bidim, ez ê navê wan nivîskarên birêz Jan Dost daye, yekî jî nedim. Ku nivîskarekî/ê din li ser vê mijarê binivîse, bêguman wê ew jî tenê navên li gor xwe û nêzîkê xwe bide. Ev jî tê wê wateyê ku dema em mijareyekî vedikin, yan jî rexne dikin, em bi xwe jî dikevin nava heman kêmasiya derûnî. Ango têkiliya hevaltî, eşîrî, komî û hwd. Ne li gor rastiya giyana netewî.

Mijareya başûr
Çend meh berê li Kolnê konferenseke li ser Rojnamegeriya Kurd hebû. Rojnamegerek ji başûrê Kurdistanê hin agahiyên gelek balkêş dan. Li gor ragihandina wî: Li başûr hemû rêzefîlmên tirkan ji bo kurdî tên wergerandin û di TV’yan de tên weşandin. Lema jî ji bo piraniya zarokan karekterê fîlma Newala Guran (Fîlmeke nijadperest e, li pirraniya welatên Ewropayê qedexe ye.) wekî îdol e. Keç û bûk hewesiya xwe bi aktirîstên tirk tînin. Di bazara muzîkê de jî bazara muzîka tirkî pêşketiye.
Bi dehan dibistanên Fetullahî vebûne. Heta li gor hin nûçeyan wan li nava dilê Kurdistana azad di dibistanên xwe de kurdî qedexe kirine. Lê gava kurdekî/ê bixwaze bi navê Seîdê Kurdî, yan jî Mala Xeznewî`yan dibistanekî veke, vê destûrê nastîne.
Min jî çend caran xwest ez biçim başûrê Kurdistanê û hin rastiyan bi çavên serê xwe bibînim. Lê ji ber ku rayedarên wan ên balafirgehê du caran Hozan Dîno, carê jî Hozan Aydin (her çendî her du jî bêlayan, gelek durist û afrîner in, li gel wê welatparêzên dilsoz in) bi tehdît ji balafirgeha Hewlêrê qewitandin (vegerandin). Min li ser wê mijarê nivisîbû.
Me çend sal berê bi navê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa (YMK) yê ji bo têkilî danînê û amadekirina materiyalên dersê, ji Wezîrê Perwerdehiyê re nameyek şand, lê me bersiveke bi zimanê îngilîzî, çawa ku ji welat û saziyeke biyanî re hatibe şandin, wergirt. Vê em gelek êşandin. Ji ber van egeran min jî got; ez ne ji wan derdorên li gor demê û pêşveçûnan reng diguherîne me, hem ez jî wekî Dîno û Aydin Serhedî me, dibe ku min jî biqewitînin, lema neçûm. Lê rastî were pirsîn ew hesret li ser dilê min e.

Li bakur
Jixwe li bakurê Kurdistan rewş gelek cuda ye. Li hemû heremên nêzî sînorên Tirkiyê (Dîlok, Mereş, Meletî, Erzîngan, Elezîz, Erzerom û hwd.) bişaftin êdî sedî nod û neh bi serketiye. Wekî mînak; kurdên li Kolnê bi giranî ji van herêman hatine. Li Kolnê 40 hezar kurd hene, lê mamosteyê zimanê kurdî zar zor 60 zarokî ji bo dersa kurdî peyda dike. Bi giştî ji bo kurdên Bakur, peyva “perwerdehî” tê wateya zimanê tirkî û girîngiya zimanê zikmakî nehatiye têgihîştin. Min di nivîsa xwe ya bi serenavê “Niviskarên Kurd û mijareyên Berhemê wan” ku di malpera Diyarnameyê* de hatiye weşandin de hinek ev mijareya vekiribû.
Vê serkariya derûdorên sentêza Tirk-îslam jî bi alîkariya hin deriyên rantê giyana gelek rewşenbîrên xwe bi sed mêrî nadin, bi xwe ve girêdaye. Ji wê hin kes bi kurdî jî binivîsin, di rastiya  giyana netewî de di nava kemîna hestê dejenere de ne. Ango tenê bi kurdî axaftin û nivîsandin jî nayê wê wateyî ku giyana derûnî di warê netewî de têr gihîştî û kemilî ye.
Divê mirov vê rastiyê jî ji bîr meke, gelek kesên nijadkurd ên di jiyana xwe de gotineke kurdî nebihîstine, lê ji bandora tekoşîna rizgariya netewî, bi nû ve li rastiya xwe vegeriyane hene, bi dil û can tevê qursên kurdî dibin. Mirov dikane bibêje ev hezar carî ji wan kesên bi zimanê xwe yên kurdî ve bûnin diranên çerxa vê bêbextiya rantê çêtir in.
Ango ev mijareya nexweşiya li ser “Giyana derînî” ku Jan Dost jê re “giyanên dagirbûyî” gotiye, mijareyeke gelek berfireh e. Divê bi her alî ve were nirxandin.

* Nivîskarên kurd mijareyên berhemên wan

capanik51@hotmail.de

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bikemilin?
- Nivîskarên kurd mijareyên berhemên wan
- Kareseta Wanê û zihniyeta nijadperest
- Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

***

Nivîsa eleqedar:

- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dostên Nûbiharê di xwarina fitarê de hatin ba hev

ad

Asghar Farhadî fikra fîlm diziye yan na? Dadgeh dê biryarê bide

ad

Li Gimgimê ava germ hat dîtin

ad

Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin

ad

Orhan Dogan hat bibîranîn

ad

'Çiyayê helbestîn' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname