Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal 31'emîn car deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Fûara ku dê 17'ê mehê dest pê bike, heta 25'ê mehê dê vekirî be.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li Tirkiyeyê fûara pirtûkan a herî mezin e her sal bi sedhezaran pirtûkhezî dike mêvanê xwe. Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê ve bi şirîkatiya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin îsal li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bibin. Di fûarê de li dor 200 çalakî wê lidar bikevin û bi sedan nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha ji derveyî Tirkiyeyê jî ji 40 welatan ajansên telîfparêz û nivîskarên mêvan dê di fûarê de amade bin.
Fûara ku her sal yekî/ê dike mêvanê/a xwe ya rûmetê îsal mêvana rûmetê Gulten Dayioglu ye. Dayioglu ku gelek pirtûk li ser zarokan nivîsîne, di fûarê de wê beşdarî panela li ser zarokan jî bibe. Her wiha li gor vê yekê li ser zarokan gelek panel, gotûbêj û çalakî jî hatine amadekirin.
Fûar her sal welatek jî dike mêvanê xwe. Îsal Hollanda wekî "Welatê Mêvan" hatiye diyarkirin û weşanxaneyên hollandî jî dê di fûarê de amade bin.
7 weşanxaneyên kurdan hene
Li Tirkiyeyê û Bakur nêzî 20 weşanxaneyên kurdan hene ku her sal pirtûkan pêşkêşî raya giştî ya kurdan dikin. Lê ji van weşanxaneyan tenê 7 weşanxane di fûarê de standê vedikin. Weşanên Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar, Pêrî û Vate ku sala borî jî hebûn, îsal jî standê vedikin. Ji van weşanxaneyan Weşanên ARAM di salon 2 nimreya 604 C de, Weşanên AVA di salon 2 nimreya 606 F de, Weşanên AVESTA di salona 2 nimreya 211 A de, Weşanên LîS di salona 2 nimreya 606 E de, Weşanên NÛBIHAR di salona 2 nimreya 608 D de, Weşanên PÊRÎ di salon 4 nimreya 121 de û Weşanên VATE jî di salon 3 nimreya 509 B de dê standê veke. Her wiha Weşanên Evrenselê ku ne kurd lê weşanxaneyeke çepgir e û bi kurdî jî weşanê dike dê di salona 3 nimreya 311 A de standê veke. Weşanên Evrensel digel kovara bi tirkî Evrensel Kultur, kovara kurdî-tirkî Tîrojê jî diweşîne û pirtûkên kurdî jî çap dike.
Tenê du çalakiyên kurdan
Îsal ji aliyê çalakiyan ve weşanxaneyên kurdan sist tevgeriyane. Di fûara par de nêzî deh panelên kurdan bi beşdariya bi dehan nivîskarên kurd li dar ketin lê îsal weşanxaneyên kurdan tenê du panel organîze kirine ku yek ji wan Weşanên Ava saz kiriye û yek jî Weşanên Evrenselê.
Panela Weşanên Ava ku bi navê "Çima" (22 Sermawez, Pêncşem, Salona Heybelîada, 17.15-18.15) hatiye organîzekirin, xwediyê weşaxaneyê Ronî War wê biaxive. Panela din jî ji aliyê Weşanên Evrensel û Kovara Tîrojê ve hatiye organîzekirin ku navê panelê jî "Pînokyo yekem car bi kurdî ye" ye. Di panelê de wê Turkan Tosun û Fehîm Işik biaxivin (21 Sermawez, Çarşem, Salona Marmara, 17.00-18).
***
Nûçeyên eleqedar:
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye


