logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Romaneke nû: ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ derket

Romana nû ya nivîskar Şener Ozmen bi navê “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” ji Weşanên Lîsê derket.

  • Dîrok: 24/01/2010
  • Beş: Berhem

Diyarname
Romana nû ya nivîskar Şener Ozmen bi navê “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” ji Weşanên Lîsê derket.

Şener Ozmen berî romana xwe ya yekem bi navê “Rojnivîska Spînoza” (Weşanên Lîs, 2008) derxistibû niha romanê duyemîn pêşkêşî xwendevanên xwe dike.

Van salên dawî romana kurdî di nav hewldaneke de û her diçe romanên nû li beşa pirtûkxaneyê ya romanên kurdî dibe. Di peydabûn û xwenûkirina romana kurdî de, her ku  diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van romanên nû yên zimanê kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê guman, ji vê hêla duyem ve, di romana kurdî de, romannûs û hunermend Şener Ozmen yek ji wan pêşîkêşan e. 

Romana Şener Ozmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî,  romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê pêwendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.  

Romana Şener Ozmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Şener Ozmen bi romanên xwe cihê xwe di nav romana kurdî ya îro û ya sibê de bi awayekî xurt digire.
  
Şener Ozmen kî ye?
Ew di sala 1971’ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Amedê wekî mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Amedê didomîne.

Şener Ozmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wekî hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wekî rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye.
Gelek nivîsarên wî ên di der barê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wekî hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hunerî (wekî wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.

Berhemên wî:

Helbest
Agit Mi Bu Yakigin? (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Eskiden Ne Guzeldi (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Şaşiracaksin (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîman, Stenbol 1998.
Sozum Haritadan Dişarı (Helbest, Tirkî), Weşanên Lîs, Diyarbekir 2004.

Hunera Nûjen
Manifesta Cinayetleri (Wêneroman, Tirkî), Weşanên art–îst, Stenbol 2001.
Blood Sweeter Than Honey (Xêzeroman Tirkî–Îngilîzî ), Weşanên art–îst, Stenbol 2004.
Istanbul Guide (Hunera Nûjen, Tirkî–Îngîlîzî), Weşanên IKSV’yê, Stenbol 2005.
Travma ve Islahat (Hunera Nûjen, Tirkî ), Weşanên Lîs, Diyarbekir 2008.

Roman
Rojnivîska Spînoza (Roman, Kurdî), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2008.
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (Roman, Kurdî), Weşanên Lîs, Diyarbekir  2009.

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî / Şener Ozmen / Weşanên Lîs / Roman / 207 rûpel


Ji bo xwestinê:
Weşanxaneya Lîs
Ofis Akkoyunlu 4. Sokak, Feza Apt. No: 1/1 Yenişehir/ Diyarbakır Telefon: Fax 0 412 228 97 76 e–mail:
wesanenlis@yahoo.com  www.wesanenlis.com 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Pêşangeha "Peyama Orjînal" vedibe

- Vegotina nivîskî û devok

- 'Rojnivîska Spînoza' wê li DSM'ê be

- Fermo ji we re: 'Rojnivîska Spinoza'yê

- 'Rojnivîska Spînoza' li Amedê ye

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Klîba hefteyê ji Rojava hat: 'Rewanê Resen'

ad

Di nava pelekî pêçayî de mijek keser

ad

Navê Orhan Dogan li Mala Perwerdehiyê kirin

ad

Îşev saeta xwe saetek bi paş ve bidin

ad

Şivan Perwer êrîşa li Roj TV û BDP şermezar kir

ad

Ji cîhana fûtbolê 5 nûçeyên îro derketin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname