Til Ebyad
Kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê bi navê Şervan Muslim li Girê Sipî, di şerê di navbera YPG û El Kaîde de jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine vê êvarê li dor saet 17.30 li rojavayê Girê Sor, 15 kîlometre dûrî bajarê Kobanî, li gundê Fatîna de şer di navbera YPG û Dewleta ÎSlam a Iraq-Şamê ku girêdayî El Kaîdeyê ye de derket. Di şer de Şervan Muslim jî jiyana xwe ji dest da.
Şervan Muslim ji zû de beşdarî YPG'ê bûbû û ji bo rojavayê Kurdistanê têdikoşiya. Cenazeyê Muslim saet li dor 20.00'an anîn Kobanî. Diya Şervan Ayşe Efendî bi tilîliyan pêşwazî li cenazeya kurê xwe kir.
Sibê (10'ê mehê) saet 11.00'an de dê cenazeyê Şervan Muslim li gundê Termîn, li Goristana Şehîdan bê definkirin.


