logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li dijî 'dîwarê şermê' zincîreke mezin hate çêkirin

Nûnerên gel ên BDP'yî, li dijî 'dîwarê şermê' ku hikumeta AKP dixwaze di navbera Nisêbîn û Qamişlo de lê bike, daxuyaniy

  • Dîrok: 17/10/2013
  • Beş: Nûçe

MÊRDÎN

Nûnerên gel ên BDP'yî, li dijî 'dîwarê şermê' ku hikumeta AKP dixwaze di navbera Nisêbîn û Qamişlo de lê bike, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê destûrê nedin 'dîwarê şermê' û ji bo meşa girseyî ya roja yekşemê banga beşdariyê hat kirin.

Girseya gel a di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên meclîsa şaredariyê, SerokêBDP'ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê HDP'ya Mêrdînê Arîf Turgay jî di nav de bû, li ber Navenda Çandê ya Mîtannî li hev kom bû û ber bi sînorê Nisêbîn-Qamişlo ku 'dîwarê şermê' lê tê lêkirin, meşiya.

Girseya gel pankarta bi nivîsa "Dîwarê şermê wê bibe sembola dijminahiya li hemberî kurdan, Em rê nadin dîwarê şermê", "Kurd dîwaran bikin toz" û "Rahêjin dîwarên xwe biçin" vekir. Girseyê diruşmên "Nisêbîn-Qamişlo yek ax e", "Ser xet bin xet Kurdistan" qîriya.

EM NE SÎNOR JÎ DÎWAR NAXWAZIN

Li gel dorpêç û hewldanên astengkirinê yên polîsan jî girseya gel xwe gihand ser sînor û Serokê BDP'ya Mêrdînê Reşat Kaymaz li vir daxuyanî da. Kaymaz diyar kir ku ewê rê nedin dîwar û got, "Em hikumeta AKP'ê hişyar dikin, bang dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Çêkirina dîwar, gaveke ji bo jiholêrakirina 'pêvajoya çareserî û diyalogê' ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe gelê kurd wê li dijî vî 'dîwarê şermê' li ber xwe bide."

Kaymaz ragihand ku ew li Kurdistanê ne sînor ne jî dîwar naxwazin û got, "Qamişlo-Nisêbîn, her çar parçeyên Kurdistanê ji bo me bi heman rengî ne. Kurdistan yek parçe ye, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, kurdistanî ne."

ROJA YEKŞEMÊ MEŞA GIRSEYÎ

Kaymaz bang li gelê Nisêbînê kir ku li dijî dîwar raweste û anî ziman ku ewê di rojên pêş de çalakiyên girseyî lidar bixin. Kaymaz got ku çalakiya destpêkê wê di 20'ê vê mehê roja yekşemê bê lidarxistin û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku roja yekşemê saet di 14:00'an de beşdarî meşê bibe."

Dûre Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora axivî, bal kişand ser astengiyên polîsan ên li pêşberiya daxuyaniya çapemeniyê û got, "Mafê kesî nîn e ku mafê gelan ên çalakiyên demokratîk, bi van rê û rêbazan asteng bike."

EM VAN SÎNORAN NAS NAKIN

Dora da xuyakirin ku di rewşeke ku pêvajoya çareseriyê ji gelan ewçend piştgirî wergirtiye de, afirandina atmosfereke bêbaweriyê ya li nava mirovan, dê zirarê bide pêvajoyê û xwest, çêkirina dîwar tavilê bê rawestandin.

Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk jî li hemberî anonsên jenderme û polîsan ên digotin, "Ev qad qada leşkerî ye. Qadeke mayinkirî ye. Qedexeye hûn li hev kom bibin" nerazîbûn nîşan da û got, "Di nava du bajarên Kurdistanê de herêmeke leşkerî û qedexe ava kirine. Em van qadan nas nakin. Em van sînoran nas nakin."

Piştî daxuyaniyê girseya gel li dijî 'dîwarê şermê' dîwarê mirovahiyê ava kir. Dûre bi awayekî sembolîk kevir avêtin dîwêr û çalakî bi dawî bû.

 

 

***

 

Nivîsa eleqedar:

- HILWEŞANDINA DÎWARÊN HEYÎ MUHÎM E NE AVAKIRINA DÎWARÊN NÛ

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Perde’ romaneke bajarî ye

ad

Tabloya Osman Hamdî Bey bi 3,6 mîlyon sterlînî hat firotin

ad

Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin

ad

Li Rojava çend partiyan ji bo hilbijartinê serî lê da?

ad

Lehiyê zirakek mezin da pirtûkxaneyê

ad

Fîlmên xelatgir têne nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname