Suleiman Sulêvanî
Ev nameya kurdekî başurîye bi navê Pîrot* bi zaraveya soranî bo mîr Celadet Bedirxan; nivêsîye. Xala giring di vê nameyê de alfabeya Latînî ye. Ew têde dinivîse ku Tewfiq Wehbî Beg li başur alfabeyek Latînî çêkirîye. Bi dîtina Pîrot bo yekîtiya kurdan wê baş be ger ji herdu alfabeyan, ya mîr Celadet û ya Tewfîq Wehbî Beg yek alfabe bê çêkirin. Ew name di govara Hawarê** de, hejmara 10 hatiye weşandin. Paş mîr Celadet Bedirxan bersiva vê nameyê dide. Li jêr nameya Pîrot:
EKSÎ SEDAYÎ HAWAR
Bo Xawenî Serberzî Kovarî Hawar:
Be xweş dil û gişayişî giyanewe çend nusxeyêkî kovare giranbiha ke tanim xwêndewe. Be rastî dilî teng ekatewe û bîrî wuşk helhatu aw dedatewe. Yezdan paydartan bikat!
Ewey ziyatir hêwa ebexşêt û tên edat betiwana; ew rêgay teceddud û tazegiyeyeke kirdûtane be nîşane. Hewel gewahî eme wergirtin û bilaw kirdinewe tîpî (hirûfî) firengî ye. Be rastî bo jiyandinewey kurd û edebiyatî kurdî eme hingawêkî palewane ye.
Le rojek da ke cihan le naw şorişî û heray nemanî dinyêkî kon û damezrandinî dinyêkî taze da etlayewe, le rojêk da ke bawerêkî hezar sale legel bawerêkî çend roje da kewtibiwe zoranbazî û le rojêk da ke sîberî humayûn Êzed û giyanit pakî Zaratuştra le naw nêzey xwênawî wî rimî sor helgira û Îran zemînî be cî hişt û firîn debû barîgahî asmanî – a lew roje da zimanî kurdî – Avestaî be zulm û zor bergî şêrîn û nazdarî xwoy le ber daketra û cilekî la’iyey le ber kira ke him pê kem bû û him lê nehat.
Em cile xeyr tebi’î ye legel xwoy da zor ser û sîpalî xiste naw hestî zimaneke man diwe, ahingî şîrîn û dilniwazî ”Avêsta”y şêwand, giyanî zerdeştî zwêr kird û bem çeşne pereyekî bihadarî tarîxî kurd pêş Îslamî şardewe.
Niyazim niye lem çend diêre da bo tarîxî konî kurd bilawnêmewe we ya zamî dil bikolînêmewe. Belam eme wey ewende bilêm ke keşfiyatî zimanşînasî û fîlolocî be tewayî be hemû kes pêşan edat ke ziman kertêk e le hestî me’newî millet, zadey millete û be we nûsawe. Û bew î’tîbareke ziman wasitey derxistinî bîr û hoşî millet e bê guman zimanî her milletêk le terz eda û me’na da firqêkî gewrey heye legel hê [ê] melêtekî tir. Sereray emeyş tefawuti ’rq, muhît û isti’dadî esasî millet tesîrîkî zorî heye le pêkhênan û rêkxistinî ziman da. Lem ruwewe hemû zimanêk hendî ”karakter” taybetî heye ke le zimanêkî tir ciyay ekatewe lam wa ye her bûye le zimanî firengî da be tîp (hirûf) elên:”karakter”. Kurdî bêçare legel gelî ştî tir da tîpekeşiyan pê wazelî hêna û eweşiyan bêrewa nebênî. Şayanî dilxweşî ş spas e ke paşê hezar û ewende sal wa hoşî hatewe ser netewey Sasan û Mîdya û bergêkî ciwan û be cî bo zimanekeman helebijêrit. Bem munasebetewe du şitim hatute bîr ke eme wey biêxeme ber çawî karbedestanî kovarî xwoşewîst. Le paşî erk û xerîkbûnêkî çend sale yekêk le zimanşînasî qîmetdarekanî kurd – Tewfîq Wahbî beg – le ser biney Latînî tîpî bo zimanê kurdî helbijard, elfabetêkî le ser ew tîpe dane û gelê lawanî kurdî Îraq fêrî ew tîpe bûn û êste be kelkî ehênin. Ke çî le sereêkî tir ewe karbedestanî xwoşewîst govarî Hawar çeşne tîpêkî tiryan helbijardiwe ke legel hinekey Tewfîq Wahbî beg rêk nakewêt. Aya mumkin niye bo ewey rê be ser lê têkçûn nedirêt. Komelêkî şareza lem du tîpe wurd bînewe, ya yekîkiyan helbejêrin we ya yekiyan bixen û be ew terme tîpêkî yekreng bo zimanê kurdî daynin? Bîrî duwem le babet lehcey kurdistanî xwarû û serû wewe ye. Herweku carêk govarêkî inglîzîkî nûsîbû: ”Tebî’eteş beramber milletê kurd xedar e” û be mewani’ê tebî’iye kurdistan be new’î le yek ciya kirdûtewe ke daniştiwanî xwarû le guftugoy daniştiwanî serû tênagat û be tebî’et hal heta le yek têgeyiştin kem bêt dil le dil dûr dûr eketewe û yekbûn giran ebêt.
Lam wa ye pêş hemû ştêk wezîfey xwêndewaranî kurd hewl û teqeladan e bo yekxistinî lehcekanî zimanî kurdî. Be lay min ew e govarî hawar etiwanê lem babetewe yarmetêkî başî bikat. Weku:
Bêgoman le zimanî kurdî da hezaran kelimey wa heye ke le hemû lehcekan da maneyan yek e û ferqiyan niye. Heta bitwanirêt meqalat bew kelimane binûsrêt ke muşterike û cigelewêş mesele hendî kelimey lehcey babanî têbixrêt ke mumkin bêt Soran û botan be qerîne têbigen û dîsan hendî kelimey way kurdistanî şimalî be kelk bihunrêt ke kurdî cenub bitiwanin be qerîne le manekey halî bibin.
Nûsînî ferhengoke zor kelk e, belam eger manekey be kelîmat muştereke (ye’nî ewaney ke malê hemû kurd e û be taybetî hê lehceyek niye) binûsirêt îstîfadey gelê ziyatir lê ekirêt.
Min umêdim wa ye eger hawarî xwoşewîst bo mudetêkî munasib le ser em rêgaye we birwa ûsa lehceyekî muşterekî kurdî daemzirêt û bo le yek têgeyitin mecbûr nabên be kelkhênanî zimanekî ecnebî.
Pîrot
Jêrnot
* Ji naveroka nameyê diyare Pîrot ronakbîrekê başûr e lê navê wî bi temamî çi ye, ew kî ye û çima navê xwe yê rastîn nenivîsiye ne diyar e.
** Firat Cewerî karekî pir hêja kirîye û hejmarên Hawarê berhev kiriye û di du cildan de weşandiye.. Ev nameya han di hejmara 10, rûpel 505 hatiye weşandin.
***
Not: Wêneyê Tewfîq Wehbî Beg ji malpera pdk-xoybun.com hatiye girtin


