logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Rêveberiya Xweser dê beşdarî civîna Moskowê bibe

Seroka Desteya Zimhêrê ya Kantona Cizîrê Fener El-Kihêt diyar kir ku, ew bixwe jî di nav de, wê şandeyek ji Rêveberiya X

  • Dîrok: 31/03/2015
  • Beş: Tenduristî

ROKSAN EFRÎN / QAMIŞLO / ANHA

Seroka Desteya Zimhêrê ya Kantona Cizîrê Fener El-Kihêt diyar kir ku, ew bixwe jî di nav de, wê şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî civîna şêwirmendiyê ya duyemîn a Moskowê bibe.

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê, ji bo beşdarî konferansa duyemîn a şêwirmendiyê ku tê payîn di 6’ê nîsanê de li paytexta Rûsiya Moskowê bête lidarxistin, birê dikeve.

Ji bo zaniyariyên zêdetir derbarê mijarê de nûçegihana ANHA’yê bi Seroka Desteya Zimhêrê ya Kantona Cizîrê Fener El-Kihêt re ku endamekî şandeyê ye, hevpeyvînek pêk anî.

* Şêwaza beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civîna Moskoyê de çawa ye?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civîna duyemîn a şêwermendiyê li Moskoyê bi 3 endaman ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk tên bibe. Nûnerên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk ku dê beşdarî civînê bibin jî ev in: “Emîne Osê, Senherîb Bersom û Fener El-Kihêt.” Tê payîn ku di van sê rojan de berê xwe bidin paytexta Rûsiya Moskoyê.

* Armanca beşdarbûna vê civînê çi ye?

Armanc ji beşdarbûna vê civînê ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşketinên dawî derbarê projeya ku rêveberiyê wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê pêşniyar kiribûn, bişopînin. Her wiha şande dê rewşa Sûriyeyê bi giştî, Rojavayê Kurdistanê bi taybet, astengiyê li pêşiya çareseriya siyasî ji bo Sûriyeke piralî û demokratîk dûrî radîkalbûna olî, nijadî û netewî derdikevin, nîqaş bike.

* Sernavên stûr ku dê di civîna Moskoyê de bêne nîqaşkirin çi ne?

Derûketina ji sîstema navendiyê di birêvebirina Sûriyeyê de. Her wiha li gel wêrankirin û lewaztiya fikrî, çandî û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, her tişt dê di nîqaşan de eşkere be, lê dê di çarçoveya yekîtiya axa Sûriyeyê de be. Em rêbazekê ji bo veguhestina Sûriyeke piralî û demokratîk peyda bikin.

* Hêz û aliyên siyasî ku dê beşdarî civînê bibin kî ne?

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dê di civînê de beşdarkekî sereke be. Di vê civînê de gelek aliyên siyasî û aliyên opozîsyona Sûriyeyê dê beşdar bibin. Her wiha şandeyek hikûmeta Sûriyeyê jî û gelek kesayetên serbixwe yên Sûriyeyê dê beşdar bibin.


Parve Bike

Youtube Me
Tenduristî - Nivîsên Dawî
news
  • 15 10 2025

‘Hikumeta Herêmê daxwazên Helebçeyê paş guh dike’

news
  • 10 09 2025

Ji Nexweşxaneya Onkolojî û Talasîmya ya Qamişloyê bangewazî

news
  • 07 08 2025

Sezen Aksu waşt nêweşê hepisxaneyan de bêrê veredayişî

news
  • 31 07 2025

Li Kobanî Nexweşxaneya Alman bi beşdariya Dr. Xelîl Ebdî hate vekirin

news
  • 22 07 2025

Çîroka Qedrî û Ava Sûsê

news
  • 18 06 2025

Ji ber nebûna hemşîreyan perwerdehiya bê pere

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Kongreya Neteweyî agahiyên nû

ad

Baydemir: Tu kurdek destûra dagirkirina Qamişlo û Efrînê nade

ad

HDP û EMEP'î rojobînî kerd

ad

Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin

ad

Bi penaltiyan nîv fînalîstê yekemîn diyar bû

ad

'Hebûna Hayat TV yek ji pîvanên demokrasiyê ye'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname