Diyarname
Lîstikvanê Atletico Madrid ê defansê Thomas Ujfalusi tevî jina xwe wêneyên tazî pêşkêş kir.
Lîstikvanê çek Ujfalusi ku li La Ligaye di tîma Atletico Madrid de dilîze derket pêşberî kamerayan û dîmenên balkêş pêşkêş kir.
Ujfalusi tazî derket pêşberî kamerayan, jina wî Caterine bi tangayê.. Thomas Ujfalusi ku di qada defansê de lîstikvanekî serketî ye, di wêneyan de jî rola xwe ya defansê anî cih.
Di dawiyê de Ujfalusi jî beşdarî karwana modelîstan bû; herhal ew jî ji lîstikvaniyê aciz bûye êdî.


