Diyarname
Hunermendê ji Şengalê Hesen Emo roja 23'yê gulana 2024'an ji ber nexweşiyeke giran mir.
Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî agahiya mirina hunermend Hesen Emo ragihand.
Hunermend Hesen Emo li Şengalê di nav gelek xebatên çandî de cih girtibû. Ew yek ji avakarên Koma Çiyayê Şengalê bû ku deng û rengê Êzîdxanê berbelav dikir. Wî bi kedeke mezin bi sedan stran, çîrok û serhatiyên Şengalê komkirin û li pey xwe arşîveke mezin a çandî hişt.
Emo demekê ji bo Çira TV bernameya "Xemla Çiyayê Şengalê" amade kir û demekê pêşkêşvaniya vê bernamê jî kir. Ji ser axa xwe bi dehan dengbêj û hunermend bi dinyayê da naskirin.
Navenda Çand û Hunera Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Emê li keda wî, li xewn û xeyalên wî û li xebatên wî xwedî derkevin.”


