logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Meleyên kurd kongreya xwe saz kirin

Komeleya meleyên kurd ÎDAY-DER ku di vê adarê de hatibû sazkirin yekemîn kongreya xwe ya asayî saz kirin.

  • Dîrok: 24/08/2008
  • Beş: Nûçe

 

Cemil Oguz

Komeleya meleyên kurd ÎDAY-DER ku di vê adarê de hatibû sazkirin yekemîn kongreya xwe ya asayî saz kir.

Yekem car e ez kongreya komeleya meleyan dişopînim. Ji kongreyên ku heta niha ez çûme min şopandine cihêtir e ev kongre... Berî kongre dest pê bike mela di nav xwe de sohbetê dikin, li hal û hewala hev dipirsin, hin mele ji bo kongreyê amadekariya xwe dikin. Tam di vê kêliyê de melayekî derdikeve ber mîkrofonê bi kurdî helbestê dixwîne, yekî din radibe qesîdeyê dixwîne... Piştî her xwendinê jî çepikên xirt lêdikevin...

Kongre dest pê dike. Pêşî melayekî derdikeve ser dikê Quranê dixwîne, vê pêvajoyê bi xwendina fatihayê temam dibe... Dûre dîwan tê hilbijartin... Di bin serokatiya Mewlut Aykoç de Kazim Sevin û Fahrettin Olgun ji bo dîwanê têne hilbijartin. Dîwan bi kurdî silavan li mêvan û delegeyan dike, lê dûre rêziknameya fermî ya komeleyê bibîr dixe û ji mecbûrî derbasî tirkî dibe. Û dest pê dike axaftin. Her axaftin bi silav û diayan dest pê dike, di her axaftinê de 'Ev kongreya me ya pîroz' miheqeq tê bilêvkirin û dîsa bi silav û diayan bi dawî dibe axaftin.

Di kongreyê de jin qet nîn in. Û ji nişke ve du jin tevî çend kesan dikevin hundir. Jinên ser vekirî, zend tazî... Pêşî her kes şaş dibe, ber bi wî alî ve dinêre, dema dibînin ku mebûsa DTP'ê Sebahat Tuncel e ev şaşwazî ji holê radibe, piranî jî kêfa wan tê ku mebûsa wan li cem wan e.

ÎDAY-DER (İstanbul Din Adamları Yardimlaşma ve Dayanişma Dernegi - Komeleya Alîkarî û Pişgiriya Bawermendên Stenbolê) di nav kurdan de û ji bo kurdan komeleyeke nû ye. Saziyên kurd herhal ji meleyan zêdetir qîmetê didin komeleyê ku gelek nûner şandine kongreyê. Ji mebûsa DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy, rêveberên navçeyên DTP'ê, endamê komîsyona Çati Partîsî Osman Ergin bigire heta Komeleya Pasûriyan, Komeleya Dihêyiyan, Komeleya Bismiliyan, ya Qereyaziyan, endamên Tevgera Eleweyên Demokrat gelek nûner lê amade dibin. Yên ku nehatine jî bi peyamên xwe beşdarî kirine.
 
Li ser navê ÎDAY-DER Mela Celalettin Yoyler dest bi axaftinê dike; hinek bi şermokî, hinek bi weazkî, hinek bi xîtabkarî. Ew li ser pêvajoya dawî disekine, li ser xebatên ku komele dike  û dê bike disekine, dîtinên xwe tîne ziman.
Wisa dibêje Yoyler: "Em dixwazin bi awayekî îlmî, zanistî, xwedayî xebatên xwe bikin, gelê xwe ji tora paşverûyan, nijadperestan rizgar bikin. Wekî komele ji bo me ha kurd, ha tirk, ha ereb û fars ferq nake, em hemû gelan wekî bira dibînin. Niha bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, gel derdikeve kolanê dixwaze ev xwîn neyê rijandin, lê meleyên sextekar ku cube li xwe kirine deng dernaxin û nabêjin bila ev xwîn bisekine. Ez ji meleyên baş re nabêjim, ez hurmetkarê wan im. Divê alimên me li hemberî van sextekaran gelê me hişyar bikin."

Yoyler bang li Ak Partî û desthilatdarî dike ku vê xwînê bidin rawestandin.
Dûre Tuncel tê ber mîkrofonê gotine: "Tişteke muhîm e ku gelê me li her derê rêxistina xwe saz bike. AKP bi hestên olî yên gel dilîze. Di vî warî de gelek tiştên ku ev komele bike hene. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye, bi baweriya min di vî warî de jî tiştên ku oldarên me bikin hene."
Serokê DTP'ê Stenbolê Halil Aksoy jî dide zanîn ku meleyên kurdan heta niha ev çand anîn vê derê, ji ber ku li mizgeftan waez dane heta niha gelek meleyên kurd hatine kuştin.

Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Celalettin Yoyler, Ali Kiliç, Abdurrahman Îlkhan, Mehmet Şimşek, Riza Ogur, Fevzi Bariş, Mehmet Emin Aslan ji bo rêveberî hatin hilbijartin.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amûdê ji bo Cejna Ziman pêşangeha wêneyan

ad

Çalakiyên li warê Xanî li benda we ne

ad

Mîtanî piştî 3 salan dîsa vebû

ad

Tirkiye di trafîkê de rêzên pêş ji dest bernade

ad

DTP li Amedê ji bo hilbijartinê dicive

ad

Ji Stenbolê notên Newrozê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname