Diyarname
Serokdewletê Rusyayê Dimitri Medvedev da zanîn ku pergaya yekrexî ya dinyayê bi dawî bû û divê DYA vê yekê qebûl bike.
Serokdewletê Rusyayê Medvedev bi vê yekê da zanîn ku piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetê rewşa ku guherîbû niha dîsa vegeriya rewşa berê û dinya êdî ji du rexî pêk hatiye.
Medvedev da zanîn ku pêvajoya ku bi Serokdewletê berê Vladimir Putin ku niha serokwezîre re dest pê kiribû tema bûye û niha Rusya ji niha ve bûye rexeke din.
Dimitri Medvedev da rêgezên ji 5 madeyî yên polîtîkaya derve ya Rusyayê bi kurtahî eşkere kir, diyar kir ku ew hurmetê didin hiqûqa navneteweyî, li ku derê dinyayê diba bila bibe ewê hemwelatiyên Rusyayê biparêzin, li hemberî êrîşan jî di heman demê de dê bersivê bidin. Her wiha wî diyar kir ku ewê di warê erdnîgariya fêdeya wan têde ye de bêtawîz bin.


