B. Welatevîn
21'ê Reşemiyê bi qerara UNESCO'yê bûbû roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî. Li seranserê cîhanê, bi çalakiyên pirengîn ev roj tê pîrozkirin.
- Ji bo civakek pirçandî,
- Ji bo mafê perwerdehiyê bi zimanê zikmakî,
- Û pêşxistina toleransa li hember mirovên pirengî,
Ji bo me kurdan ev roj rojek giranbuha ye. Parastina van mafan û girîngiya mafê zimanê zikmakî ji bo me girîng e.
Ji ber ku qedexeya ser zimanê me înkarkirina şexsiyeta me ye. Bi salan e ku ev înkar û aşa xelandina li ser çanda me, asîmîlasyonê bi xwe re di hiş û mejîyê kurdan de otosansur û zimanê serdestan şîrîn kiriye xeterên giran derketine pêşiya gelê me.
Û di van rojan de ku Wezîrê Perwerdehiyê ya beşêk welatê me pir zaravatiyê wekî xeter dibîne! Ji ber van sedeman maneya ev rojê hin jî girîng dibe.
Ziman bexçe ne, gulistan in. Diguherin, xwe nû dikin, şaxên xwe yên kevn ên bi sedsalan diparêzin. Zaravayên zimanan gulên ew gulistanê ne. Pelçiqandina wan, qedexekirina wan, ne bikaranîna wan bi xwe re ziman jar, qels dike. Ez bexçeyek bi yek reng naxwazim, ne baş e jî. Pirengiya ziman (pirzaravatiya ziman) dewlemendî û rengîniya ziman e. Di baxçeyê zimanê kurdî de divê giş zarava bêne geşkirin, xurt kirin.
Û em dizanin ku qedexekirina ziman, zara yan jî çandan birîndarkarina mirovatiyê bi xwe ye. Ez hêvî dikim ku dê parlemento, hikumeta Kurdistana başûr rojek zû vê çewtiyê bibîne û ji holê rake. Ez bi hêvî me ji bo ji holê rakirina wê qerarê.
Em gotinên Wezîrê Perwerdehiyê di roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de bi pirzimaniyê pêşwazî dikin.
Û Li Dibistana Tallid e
Tallîd dibistanek e . Li Swêdê taxa Botkyrkayê ye. 400 şagirtên dibistanê hene. Ji %40 şagirtên dibistanê kurd in.
Salona dibistanê tije bûbû. şagirt bi mamosteyên xwe re tevî midur û cîgirên wî di salona sporê de cihên xwe girtibûn.
Du şagirdên kurd Ayşegul û Ciwan li ser şanoyê, di destên wan de mîkrofon, devliken û dilxweş li derûdora xwe mêze dikirin.
Li ser şanoyê 17 şagirdên din di destên wan de metna "Hûn bi xêr hatin" a nivîskî hebû. Her yekî bi zimanê xwe nivîsî bûn. 17 ziman, hivde gulên cîhanê yên reng bi reng. Di destê şagirda kurd Zîlanê de jî li ser pelek mezin nivîsandî "Hûn bi xêr hatin" hebûn. Çavên wî diçirisiyan.
şahiyê bi dengê Ayşegulê dest pê kir; "Hun bi xêr hatin” bi swêdî got.
17 şagirdên din her yekî bi zimanê xwe bi gotina "Hûn bi xêr hatin" xêrhatin li mêvana kir "Bi îngilîzî, erebî, swêdî, kurdî, yewnanî, çînî, japonî, hindî, fransî, koreyî, tirkî....)
Ciwan midûrê dibistanê gaziyê ser dikê kir. Ew hat û behsa girîngiya zimanê zikmakî kir û got; "Zimanê zikmakî hîmê serketinê ye. Bê zimanê zikmakî serketin zor û ne mimkûn e. Divê gava yekem em giş mirov zimanê xwe fêr bibin û bi pêş bixin. Wê demê fêrbûna zimanê din gelek hêsan dibe...û hwd."
Grûbek şagirdên tirk dans pêşkeş kirin.
Dansek jî grûba zarokên kurd û şagirdên ji çar çandên din pêşkeş kirin.
Û helbesta Yilmaz Guney bi dengê Zîlanê salonê hejand.
MIN DIXWEST
Min dixwest şer li ser pelê binivîsim,
Ji bo dema payîz were pel biweşe.
Min dixwest hêrsê li ser ewrê binivîsim,
Ji bo dema baran bibare ewr dê biqede.
Nefretê, min dixwest li ser berfê binivîsim.
Dema roj derkeve ew dê bihele.
Min dixwest hohirîyê û xoşevîstiyê
Li ser dilê hiş zarokan binivîsim.
Ji bo, bi wan re mezin bibe û hemû cîhanê dagire.
Salon di nava bêdengiyê de mat ma. Ciwanî swêdiya wî dixwend. Cara yekem bû guhdarvanan bi kurdî li stranan guhdarî dikir. şagirdên kurd serbilind li hev dinêriyan.
Û çepik çepik çepik. Dengê çepikan ol didan der.
Ayşegulê program domand. Di nava nivîsên ku 300 Li Swêdê pirzimanî hebû di Roja Zimanê Zikmakî de


