Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku ew piştgirî didr hemû xalên Encamnameya Konferansa TZPKurdî.
Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) di 27-28'e meha borî de li Amedê li dar ketibû û konferansê encamnameyeke ku ji 9 xalan pêk hatibû pêşkêş kiribû. Îro Komeleya Nivîskarên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku ew piştgirî didin hemû xalên encamnameya konferansê.
Her wiha komeleyê bang li nivîskarên kurd, li PEN û nivîskarên tirk, Kurd-PEN'a li Almanya û li PEN'a Navneteweyî kir ku di vê pêngava pêvajoya raperîna zimanê kudî de mil bidin tevgera perwerdahiya bi zimanê dayikê, dengê xwe bixin ser dengê gelê kurd yê ku ji kûrahiya dîrokê tê û olan dide.
Dîsa komeleyê bang li rayedarên dewletê jî kir û wiha got: "Em bang li Rêveberiya Komarê, di serî de li Serokomar rêzdar Abdullah Gul, Serokwezîr R. Tayip Erdogan û wezîrê Perwerdehiya Millî ya Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk dikin, ku dengê gelê kurd bibihîzin, û bibin xwedî-helwesteke rêveker û çareserker."


