Diyarname
Pirtûka "Kurt Kimligi ve Kulturu" ku ji aliyê Philip G. Kreyenbroek û Christine Allison ve hatiye amadekirin ji Weşanên Avestayê derket.
Pirtûkeke nû li beşa lêkolînê ya Weşanên Avestayê zêde bû: "Kurt Kimliği ve Kulturu" (Nasname û Çanda Kurd). Di pirtûkê de nivîsên Joyce Blau, Christine Allison, Amir Hassanpour, Philip G. Kreyenbroek, Ziba Mir Huseyni, Kendal Nezan, Maria T. O’Shea, William Eagleton û Karin Kren cih digirin.
Pirtûk hem di dîrokê guherîna çanda kurdî û hem jî li ser guherîna roja me nivîs hatine nivîsandin, guherînên ku pêk tên raxistine ber çavan.
Ji rewşa berikên kurdan bigirin heta kevneşopiya wan a devkî, wêjeya wan a nivîskî, rewşa weşangerî û ragihandinê, li ser ol û baweriyên kurdan, li ser kinc û amûrên wan agahî hatine pêşkêş kirin û ew dane nasîn.
Pirtûka 264 rûpelî ku ji aliyê Umit Aydogmuş ve ji îngilîzî ji bo tirkî hatiye wergerandin xebateke berfireh e ku ji aliyê nivîskarên navdar ve hatine pêşkêş kirin.


