NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê Meclisa Rêveber a Herêma Xweser a Kobanî Enwer Muslim diyar kir ku berxwedana Kobanî ketiye qonaxeke nû û hêzên YPG’ê li her sê aliyên bajêr pêşve diçin. Muslim ji bo alîkariya bi welatiyên sivîl re bang li rêxistina navneteweyî kir ku di demeke lezgîn de korîdorekî mirovahiyê bi Kobanî re vebikin û alîkariya sivîl û berxwedêrên Kobanî re bikin.
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG’ê 100 roj li dû xwe hiştin. Hêzên YPG’ê bi hemû hêza xwe li dijî hovîtiya çeteyan li ber xwe didin û rojane pêşve diçin. Derbarê rewşa dawî ya herêma Kobanî de Serokê Meclisa Rêveber a Herêma Xweser a Kobanî Enwer Muslim bi riya telefonê beşdarî televîzyona Ronahî TV bû û wiha got:
“Piştî 100 rojan ji berxwedanê em derbasî qonaxeke nû bûn. Pilana çeteyên DAIŞ’ê a dagirkirina Kobanî ji aliyên şervanên YPG’ê ve hate şikandin. Lê metirsiya çeteyan li ser sivîlan hê jî berdewam e. Çete bi hemû hêza xwe hewl didin hovîtiya xwe hê jî zêde bikin. Rewşa zivistan û sermayê ku welatiyên herêmê têre derbas dibin, berxwedana YPG’ê li hersê aliyên Kobanî di asta xwe ya herî jor de ye û çete rojane têk diçin. Ev tişt ji her kesî re eşkere ye ku pilanên çeteyan têk çûne. Lê welatiyên sivîl ên di hundirê Kobanî de, yên li ser sînor û yên di kampên bakurê Kurdistanê de ji ber sermaya zivistanê di rewşeke aloz re derbas dibin. Ji ber vê yekê bang û daxwaza me ji bo gelên cîhanê û rêxistinên navnetewî heye ku piştgiriya gelê Kobanî bikin û korîdorekî mirovahî di demeke lezgîn de vebikin. Ji bo ev berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê encamekê bide divê ev karîdor ji bo alîkariya bi welatiyên sivîl re bê vekirin. Her wiha ji bo çek û cebilxane bigihêje hêzên YPG’ê jî ev korîdor gelekî pêwîst e.
Ji bo em karibin çeteyên DAIŞ’ê di demeke nêz de ji Kobanî derbixin û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad, têbikoşin, divê alîkariya çek û cebilxaneyê bi hêzên YPG’ê û tabûrên Artêşa Azad ên li Kobanî li ber xwe didin, bê kirin.”


