logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê li benda we ye

Hevdîtina Hunerî ya Navneteweyî ya Kurdistanê ku bi mebesta piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re tê lidarxistin û berhem

  • Dîrok: 02/02/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Amed

Hevdîtina Hunerî ya Navneteweyî ya Kurdistanê ku bi mebesta piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re tê lidarxistin û berhemên wênesazên ji Asya, Ewropa, Afrîka, Amerîka û çar parçeyên Kurdistanê têde têne pêşkêşkirin dest pê kir. Di vê çarçoveyê de sempozyûmek li dar ket û 33 wênesaz beşdar bûn.

Rojên Hunerî yên Kurdistanê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Kayapinar, Baglar, Sûr û Yenîşehrê bi mebesta piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re dest pê kir. Bername bi sempozyûma li Salona Resepsiyonê ya li Sumerparkê dest pê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Yenîşehrê Ulku Baytaş, Cîgira Şaredar Gulistan Nazlier Koyuncu,ji Komîsyona Çandê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Hulya Turker, Serokê Daîreya Çand û Turîzma Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe û Midûra Çand û Turîzmê Cehavir Sadak Duzgun beşdar bûn.

Hunermend Ahmad Hussein Elzaaim, Ali Asker Bal, Aziz Tilki, Bahar Demirtaş, Bahram Hajou, Bariş Seyitvan, Dilşad Questani, Eido Alhussein, Ergin Kaya, Êvar Husseynî, Hama Haşim, Hanif Hamou, Hasan Abdalla, Inayat Attar, Lokman Huseyin, Metin Çelik, Mourad Abdullaoi, Munîr Şêxê, Newroz Azizoglu, Nursun Hizlan, Omran Younis, Rania Kakarli, Rana Ali Abbas, Rêbuvar Said, Remzi Sever, Reshid Husso, Ridvan Kuday, Saleh Nemir, Samr Draie, Sitar Ali, Şengul Acil, Zouheir Hassib û Walid Alagha beşdarî sempozyumê bûn û dest bi çêkirin wêneyên xwe kirin.

Berhemên 230 wênesazan tê pêşkêşkirin

Munîr Şêxê ku di komîteya amadekirina Pêşangeha Kurdistanê de ye bixêrhatina mêvanan kir û behsa girîngiya vê xebata ku dê ji bo piştgiriya Rojava bê pêkanîn kir. Şêxê bal kişand ser girîngiya vê çalakiya ku hemû parçeyên Kurdistanê tê de beşdar in û behsa amadekirina wê kir.

Koordînatorê Galeriya Hunerê ya Amedê ya Şaredariya Mezin Bariş Seyîtvan jî da zanîn ku cara yekem e li Amedê xebateke wiha tê kirin û got: “Îro ji çar aliyên cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê hunermendên hêja li vê derê bi me re ne. Ev xebat ji bo me pir girîng e.” 

Seyîtvan got ku pêşangeh dê heta 7'ê reşemiyê bê vekirin û 230 hunermend dê berhemên xwe tê de pêşkêş bikin. Seyîtvan got ku ew dixwazin bernameyên bi vî awayî zêdetir bêne lidarxistin. 

Hunermend Înayet Attar bi ser navê hunermendên beşdar behsa girîngiya vê hevdîtinê kir û got: “Em dixwazin ev xebata me ji bo siberojê bibe model.”

Bi hunerê giyanê xwe pak bikin

Hevşaredar Gultan Kişanak jî axaftina xwe bi kurdî kir û got: “Hûn hemû bi xêr hatine Amedê, vî bajarê qedîm, pirçandî, pirzimanî. Em bi dîtina we ya li vê derê gelekî kêfxweş in.” 

Kişanakê bal kişand ser girîngiya vê xebatê û got: “Hûn li vê derê mêvan nîn in, hûn li mala xwe ne. Ev bajar, bajarê we ye.” 

Hevşaredar Kişanak bal kişand ser rola bajarê Amedê û wiha dom kir: “Bajarê Amedê her du aliyê Firatê anî cem hev. Hatina we ya vê derê di navbera çandan de dibe pire û her du aliyên Firatê digihîne hev. Sempozyuma îro, pêngava yekem a Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê ye.”  

Kişanak daxuyand ku hunermendan mîsyoneke girîng daye ser milên xwe û ev yek lê zêde kir: “Bi xêra we gel bêhtir ji hev du hez dikin, tenê, hezkirin dikare çewtî û xeletiyên dîrokî serast bike. Em dikarin bi saya hunerê giyanê xwe pak bikin. Ji ber vê ev hevdîtin gelekî girîng e.”

 

7'ê mehê dê pêşangeha ji berhemên hunermendan bê vekirin û ew berhem ji bo alîkariyê bêne firotin. Pêşangeh heta 7'ê adara 2015'an dê vekirî be.

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Îtîfaqa Ata' parçe bû, her yek bi aliyek ve

ad

Reqîbên xurt derketin pêşberî Amed Sporê

ad

Çarşî şewitî, dikandar mexdûr in

ad

Bi biryara Walî nivîsên bi kurdî hatin jêbirin

ad

'O da bir şey mi' mohra xwe li Xelatên Gûzeka Zêrîn da

ad

Ser xêrê: Partiyeke nû a kurdan hate avakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname