Selîm Firat
Ezê bê navê kesan dayînê binivîsim: Egera wê; ezê li ser komekê rawestim.
Ez behsa wan kesên ku ji roja tevgera gerila destpêkiriye vir ve, bi rikî tu serkeftinên tevgera bakur wek destkeftiyên gelên Kurdistan nabînin dikim.
Ji bo bersiva pirsa; ka Kurdistana bakur alîgirê serxwebûnê ye, rapirsîn pêkanîn.
Dema ev kirin jî behsa "Kurdistaneke ku bi binyadî ne xuya" kirin.
Ji bo dijayetiya hinekan pêdiviya wan bi diyarda serxwebûnê hebû.
Bêguman dizanîn ku jiyan ne gewr e.
Lê xwe spartin bîrdoza tarî ( gewr )
Dema pêdivî pê ditin, pesna Mesud Barzanî dan.
Her çendî dizanîn ku bê Qendîlê Barzanî nabe.
Bûn alîgirên Serxwebûnê.
Her çiqas didîtin ku bê Rojava serxwebûna Başûrê Kurdistanê derê derfetan e.
Nekanin ku dîmena diyaredeya Kurdistan ya di nava hev de kelijiye bibinin.
Û hêzên li Rojhilata Navîn li dij Kurdistanê rawestiyane, teqez li dij hedefa Kurdistan bûyîn, neguherî wisa ma.
Mirovê Kasimpaşa yê gef li Esad dixwe, li ser bingehê dijberiya Kurdistanê, wek Esad xwedanê heman polîtîka yê.
Ew koalisyona pîroz a Tirkiye, Îran û Suriyê ya li dij Kurdistanê hê jî didome.
Êdi polîtîkaya Kurdistan ya nû ya ku bi ti aksesuaran naxape, teşe digire.
Ji ber vê ye ku jesta Mesud Barzanî ya ku tê de gotina „maçkirina destên kesên li Kobanî şerkirine“ hebû, nekanî bibe jesteke çiva hişkveger.
Ez ji vê rawestaneke pejirandina yekbûna çarenûsê û manevaryeke dîrokî ya ku bikane Rojava bi Başûrê Kurdistanê ve girêdê têgîhîştim.
Bi vê zelalbûna rastiyê re baş fêmdikim, ka çima ev derdorên wek kavilan xeyîdî, silbûyî û kîndar in. Ez vê bi perpitîn helperikîna van derûdorên di ramandinê de kavilên entel in jî, fêm dikim.
Ez wê wêneyên wan ên; eger Tevgera Bakurê Kurdistanê Kurdistanê bifiroşe, dê ewê kêf bikin, jî dibînim.
Rawestaneke trajîk!
Ku Kurdistana Başûr serbixwe be?
Dê paytext kuderê be?
Li Devera Barzan?
Li devera Soran?
Di nelihevkirinê de pirsa sereke ya ji bo teoriya jiyanê pêdivî pê heye, ev e.
Pêşniyara (pêşniyaza) tevgera gerila pergala Kantonan e.
Kantonên Şengal, Barzan, Soran.
Dûv re kantonên Botan, Serhad, Xerzan, Dêrsim.
Hevgirtina tevan „ Yekitiya Kantonên Kurdistan“
Bîrdozên (teoriyên) berdest yên siberojê ev in.
Yên ku ev bîrdoz afirandine, yên ji bo hebûnê şerdikin bi xwe ne.
Yên ku pêdiviya wan bi jiyanê hene, herî zêde jî hewceyê bîrdozê ne, Azmûnên Rojava ev li ber çavan raxist.
Helpişkîneke bi tundiya berz.
Wê hêzên emperyalîst pergala Rojava nexwazin.
Pêşketineke ku dikane qesra li Tirkiyê bihejîne.
Ji bo rizgariya jinên li îranê wek manîfestoyekê ye
Civakeke azad ya ku wê tu carî mêtîngeriya li Surîyê nepejirîne.
Ev tabloya dawî baş dide xuyan ku dema dirûşman (siloganan) bi dehan salan li paş maye.
„Lêde Gerîla lêde Kurdistanê avake!“
Olana diruşmeyê, niha li ser dikeke din e.
Rêgeheke dijwar.
Kesên vala diaxivin, qasidên siberoja ku kesên „xweş diaxvin“ di nava metalmayînê de dihêlin e.
Wek şoreşa Rojava ya ji bo jiyanê li ber xwe dide, ku sê sal berê pêderxistina vê roja wê gelek dijwar bû.
Selimferat@web.de
03.02.2015, Ozgur Polîtîka
Wergera ji tirkî: Fêrgîn Melîk Aykoç


