Diyarname
Li dor 100 hezar lîstikvan, kameraman û teknîsyenên Sînemaya Hindistanê Bollywood ketin grevê.
Par xebatkarên Hollywoodê ji bo heqdesteke baştir ketibûn grevê vê carê Bollywood de ye. Xebatkarên Bollywoodê jibo heqdesteke baştir dest bi grevê kirin.
Reksvan, ronahîsazker, teknîsyen û xebatkarên beşên din ên Bollywoodê endamên yekîtiyeke ku ji 22 sendîkayan pêk tê. Vê yekîtiyê îro ji endamên xwe xwest ku nexebitin û bi vê yekê endustriya sînemayê ya herî mezin a dinyayê felc bû.
Serokeê Federasyona Sînemayê ya Rojavayê Hindistanê Dinesh Haturvedi got ku îro ji ber xebatkar neZûne ser kar kişandina fîlman sekiniye, ew heta heqdesteke baştir negirin û heqdestê wan zêde nekin ewê venegerin ser kar.
Rayedarên sendîkayê dan zanîn ku navdarên Bollywoodê Şah Duh Han û Amitabh Bachchan jî piştgirî dane vê grevê û îro neçûne ser karê xwe.
Mumbai ku mazûvanî ji bo Bollywoodê dike her sal ji 200'î zêdetir fîlmên bi hindî lê têne kişandin.


