Îzmîr
Vê carê li Dîkîliya Îzmîrê agir berdan avahiya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP).
Li Altinovaya Ayvalika Balikesîrê tê tesîra lînca li ser kurdan bi dawî nebû vê carê xebereke nexweş ji Dîkîliyê hat.
Avahiya navçeya BDP'ê ya Dîkîlî ku li Taxa Îsmet Paşa ye bi şev ji aliyê kes an kesên nediyar ve hate şewitandin. Agirkujan mudexeleyê agir kir û tefandin, kesên bûyer dîtin jî wisa gotin; Du kesên temen 15-16 hatin camên avahiyê şikandin û agir avêtin hundir.


