Diyarname
Her kes meraq dike ku dê HDP'ê di hilbijartina îsal de sedî çend dengan bigire. Îro du mebûsên HDP'ê a xwe gotin.
Cîgirên Hevserokên HDP'ê mesûn Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder li ser di hilbjartinê de dê HDP çiqas dengan bigirin a xwe anîn ziman.
Buldan beşdarî çalakiya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê 8 Adarê bû (03.03.2015) û li wir axivî. Buldan got: "HDP li dor sedî 15 dê dengan bigiren û herî hindik dê 100 mebûsî bişîne meclisê."
Onder jî (êvara (03.03.2015'an) beşdarî bernameya Teke Tek a Fatih Altayli bû got: "Tê gotin ku HDP dê bi qasî hilbijartina 2011'an dengan negire. Di hilbijartina 2011'an de li dor sedî 6-7 deng girtine. Me li 42 cihan berendam nîşan dan. Hilbijêrên me yên li cihên din dengê xwe dane partiyek din a nêzî wan. Yanê beşa din a welat di vê hilbijartinê de deng nedan eme. Ev beş dike sedî 3 deng.
Li vî welatî HDP hêzek e ku her diçe bilind dibe. Çima? Hêvî dide, bawerî dide. Tiştê ku siyaseta Tirkiyeyê nikare bike ev e. Em li pêş çavan in, temsîliyet bi awayekî demokratîk pêşdikeve. Dibe ku zêde bi îdîa be lê ez dibêjim encam dê her kesî şaşwaz bike. Ez dibêjim dê ne li dor sedî 11-12 be, em dê hin bilindtir dengan bigirin. Wele ez hema wekî texmîn vê yekê nabêje. Ez her li rêya me. Tiştê ku duh min nedît û îro min dît ev in. Reqîbên me perîşan in."


